Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 21 - Peymana Nû (Încîl)


Eʼrd û eʼzmanê nû

1 Hingê min eʼrd û eʼzmanekî nû dîtin, çimkî eʼrd û eʼzmanê berê derbaz bûn û îdî beʼr tʼunebû.

2 Min dîna xwe dayê, va ji eʼzmên Bajarê Pîroz, Orşelîma nû mîna bûkeke xêlîkirî bona dergîstîyê xwe xemilî ji Xwedêda dihate xwarê.

3 Min ji tʼext dengekî bilind bihîst ku got: «Va ye konê Xwedê nava merivada! Ewê Xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeʼta Wî û Xwedê Xwexa jî wê tʼevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan.

4 Ewê ji çʼeʼvêd wan hʼemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tʼunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn».

5 Hingê Ewî li ser tʼext rʼûniştî got: «Va Ez her tiştî nû çêdikim». Û minrʼa got: «Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rʼast in».

6 Usa jî gote min: «Her tişt hate sêrî. Ez im Alfa û Omêga, Destpêbûn û Axirî. Ezê yêd tʼî, ji kanîya ava jîyînê bêheq bidime vexwarinê.

7 Ewê ku serkʼeve, her tiştê pʼara wî bikʼevin, Ezê Xwedêyê wî bim, ewê jî lawê Min be.

8 Lê pʼara tirsoneka, bêamina, kʼirêt-hʼerama, mêrkuja, bênamûsa, sêrbaza, pʼûtpʼarista û hʼemû derewîna wê gola agirê ku kʼirkʼûtêva dişewite bikʼeve. Ev e mirina duda».


Bajarê Orşelîma nû

9 Milyakʼetekî ji wan her hʼeft milyakʼeta, yêd ku hʼeft tʼasêd wane hʼeft belayêd xilazîyêva tʼijî hebûn, hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ezê bûkê nîşanî te kim, dergîstîya Berx».

10 Hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, wî ez birime ser çʼîyakî mezinî bilind û Bajarê Pîroz, Orşelîm nîşanî min da, ku ji eʼzmên Xwedêda dihate xwarê.

11 Rʼûmeta Xwedê nav wîda şewq dida, ew rʼonayî mîna kevirê qîmet bû, mîna kevirê yaspîs, mîna xirûstal bû.

12 Sûra wî mezin û bilind bû, donzdeh dergehî bû û li ber dergeha donzdeh milyakʼet hebûn. Li ser dergeha navêd her donzdeh qebîlêd zarʼêd Îsraêl nivîsar bûn.

13 Ji alîyê rʼohilatêva sê dergeh, ji alîyê bakurêva sê dergeh, ji alîyê başûrêva sê dergeh û ji alîyê rʼoavayêva sê dergeh hebûn.

14 Donzdeh hʼîmêd sûra bajêr hebûn, li ser wan her donzdeha navêd her donzdeh şandîyêd Berx nivîsar bûn.

15 Destê wî milyakʼetîda, yê ku tʼevî min xeber dida bona çapkirinê qamîşekî zêrʼîn hebû, wekî bajêr, dergehêd wî û sûra wî çap ke.

16 Bajar çar goşe bû, dirêjayîya bajêr weke berayîyê bû. Ewî bajar bi wî qamîşî çap kir, donzdeh hʼezar meydan derkʼet. Dirêjayî, berayî û bilindayî weke hev bûn.

17 Milyakʼet sûra bajêr pê çapkirina merivayê çap kir, bilindayîya wê bû sed çil çar zend.

18 Ew sûr ji kevirê yaspîs hatibû çêkirinê û bajar xwexa ji zêrʼê xasî mîna şûşe zelal bû.

19 Hʼîmêd sûra bajêr bi her cûrʼe kevirêd xase qîmet hatibûne xemilandinê. Hʼîmê pêşin yaspîsê sipî bû, yê duda safîrê şîn, yê sisîya xalkêdonê kʼeskê vekirî, yê çara zimrûdê kʼesk,

20 yê pênca sardonûksê sor, yê şeşa sardîyonê sorê teʼrî, yê hʼefta kevirê zêrʼîn, yê hʼeyşta zimrûdê şîn, yê neha topazê qîçʼik, yê deha xirîsoprasê kʼesk, yê yanzdeha yaqûtê şîrk, yê donzdeha amêstîsê şîrkê vekirî.

21 Her donzdeh dergeh donzdeh durʼ bûn, her derîk ji durʼekî bû û meydana bajêr ji zêrʼê xasî mîna şûşê zelal bû.

22 Min bajêrda pʼaristgeh nedît, çimkî Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê û Berx pʼaristgeha wî ne.

23 Bajar ne hʼewcê teʼvê û hîvê bû ku rʼonayî bidanê, çimkî rʼûmeta Xwedê wî rʼonayî dike û Berx çʼira wî ye.

24 Milet wê rʼonaya wîda bigerʼin û pʼadşêd dinyayê wê rʼewş-rʼûmeta xwe bînine nava wî.

25 Dergehêd wî wê tʼu car neyêne girtinê, çimkî li wir tʼimê wê rʼoj be, şevê tʼunebe.

26 Wê rʼûmet û hurmeta mileta bînine nava wî.

27 Qet tiştekî hʼeram wê nekʼeve bajêr, ne jî yêd ku kʼirêtîyê û derewa dikin wê bikʼevinê, tʼenê ewêd ku kʼitêba Berxêye jîyînêda hatine nivîsarê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan