Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 20 - Peymana Nû (Încîl)


Pʼadşatîya hʼezar salî

1 Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetek ji eʼzmên dihate xwarê, kʼilîta gelîyê hey-wayê û zincîreke mezin destê wîda bû.

2 Ewî ew zîya girt, awa gotî ew meʼrê berê, ku xwexa mîrêcin û şeytʼan e û hʼezar salî girêda.

3 Ewî ew avîte gelîyê hey-wayê, ser wî kʼilît kir û mor lêxist, wekî îdî mileta nexalifîne, hʼeta hʼezar sal tʼemam be. Pey wê yekêrʼa ew gerekê bona wextekî kin bê berʼdanê.

4 Hingê min kʼursî dîtin ku ew li ser wan rʼûniştin, kʼîjanarʼa hate dayînê, wekî dîwanê bikin. Usa jî min rʼuhʼêd wan dîtin, serê kʼîjana bona şeʼdetîya Îsa û bona xebera Xwedê hatibûne lêxistinê, kʼîjana serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî danenîbûn û ne jî nîşana wî hildabûne ser eʼnî yan destê xwe. Evana dîsa sax bûn û tʼevî Mesîh hʼezar salî pʼadşatî kirin.

5 (Lê ew mirîyêd mayîn sax nebûn, hʼeta hʼezar sal tʼemam bû.) Ev e rʼabûna mirîyaye pêşin.

6 Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku pʼara wî tʼevî rʼabûna mirîyaye pêşin heye. Mirina duda li ser wan hʼukum nake, lê ewê bibine kʼahînêd Xwedê û Mesîh û wê tʼevî Wî hʼezar salî pʼadşatîyê bikin.


Axirîya mîrêcin

7 Gava hʼezar sal tʼemam be, mîrêcin wê ji zindana xwe bê berʼdanê,

8 ewê derkʼeve, wekî wan miletêd her çar qulbêd dinêda, awa gotî Gog û Magogê bixalifîne û wan bona şerʼ li cîkî bicivîne. Rʼeqema wan wê mîna qûma devê beʼrê be.

9 Evana wê tʼemamîya eʼrdê bela bin û dora wargehê ordîya cimeʼta Xwedê û bajarê hʼizkirî bigirin. Lê ji eʼzmên agirê bibare, wan hʼûfî xwe ke.

10 Ew mîrêcinê ku ew xalifandin, wê bê avîtinê nava gola agirê kʼirkʼûtê, wî cîyê ku ceʼnewir û pʼêxemberê derew têda ne. Li wir wê şev û rʼoj, hʼeta-hʼetayê biçerçirin.


Dîwana xilazîyê

11 Hingê min tʼextekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rʼûniştibû. Eʼrd û eʼzman ji ber Wî betavebûn û dewsa wan kʼifş nebû.

12 Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê.

13 Beʼrê mirîyêd xwe dan, Mirinê û Dîyarê Mirîya jî mirîyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê.

14 Hingê Mirin û Dîyarê Mirîya hatine avîtinê nava gola êgir. Ev gola êgir mirina duda ye.

15 Û navê kʼê vê kʼitêba jîyînêda nivîsar tʼunebû, ew hate avîtinê nava gola êgir.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan