Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 2 - Peymana Nû (Încîl)


Tʼemî û şîretêd bona civîna bajarê Efesê

1 Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:

2 Ez haş ji kirêd te, xebata te û sebira te heme. Ez zanim ku tu nikarî li xiraba tʼeʼmûl kî. Te ew jî cêrʼibandin, yêd ku xwe şandî hʼesab dikin, lê rʼast ne usa ne, te dît ku ew derewîn in.

3 Sebira te heye, bona navê Min te cefa kʼişand û newestîyayî.

4 Lê gazineke Min li te heye, ku tu mîna berê Min hʼiz nakî.

5 Awa niha bîne bîra xwe, ku tu ji kʼu derê kʼetîyî û ji gunekirinê vegerʼe, kirêd xweye pêşîyê bike. Heger na, Ezê bême cem te û şemdana te ji cîyê wê hildim.

6 Lê tiştekî rʼind li cem te heye, ku dijenî wan kirêd nîkoloyîya, çawa ku Ez jî dijenimê.

7 Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Tʼemî û şîretêd bona civîna bajarê Simîrnayê

8 Milyakʼetê civîna Simîrnayêrʼa binivîse bêjê: Ewî Pêşin û Paşin, Yê ku mir û ji nava mirîya rʼabû aha dibêje:

9 Ez haş ji tengasî û belengazîya te heme, lê belê tu dewletî yî! Usa jî haş ji buxdanêd wan heme, yêd ku xwerʼa dibêjin: ‹Eme cihû ne›. Ew ne cihû ne, lê ew ji kʼinîşta mîrêcin in.

10 Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.

11 Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve ji mirina duda wê qet zirarê nebîne.


Tʼemî û şîretêd bona civîna bajarê Pergamayê

12 Milyakʼetê civîna Pergamayêrʼa binivîse bêjê: Ewê ku şûrê Wîyî dudevîyî tûj heye aha dibêje:

13 Ez haş ji te heme ku tu li kʼu derê dimînî, awa gotî li wî cîyê ku tʼextê mîrêcin lê ye. Tu navê Min qewîn digirî û te bawerîya xweye hindava Minda wan rʼoja jî înkʼar nekir, gava şeʼdê Minî amin Antîpas nava weda hate kuştinê, wî cîyê ku mîrêcin lê dimîne.

14 Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zarʼêd Îsraêl ji rʼê derxe, wekî ew qurbanêd pʼûta bixwin û bênamûsîyê bikin.

15 Usa jî hinek merivêd te jî hene ku pey hînkirina nîkoloyîya diçin.

16 Awa ji gunekirinê vegerʼe, heger na, Ezê zûtirê bême cem te û pê şûrê devê Xwe tʼevî wan meriva şerʼ kim.

17 Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve Ezê ji wî manayê veşartî bidime wî û usa jî kevirekî sipî bidimê, ku wê navekî nû li ser kêvir nivîsar be û tʼu kesê wî navî nizanibe, pêştirî yê ku wî kevirî bistîne.


Tʼemî û şîretêd bona civîna bajarê Tîyatîrayê

18 Milyakʼetê civîna Tîyatîrayêrʼa binivîse bêjê: Kurʼê Xwedê aha dibêje, Yê ku çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir in û nigêd Wî mîna wî sifirê xasî ku dibiriqe:

19 Ez haş ji kirêd te, hʼizkirina te, bawerîya te, xizmetkʼarî û sebira te heme. Ez zanim ku kirêd teye paşwextîyê ji yêd pêşîyê zêdetir in.

20 Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.

21 Min wext da wê, wekî ew ji gunekirinê vegerʼe, lê ew naxwaze destê xwe ji bênamûsîya xwe bike.

22 Va Ezê wê bavêjime nava cî-nivînê û yêd ku tʼevî wê bênamûsîyê jî dikin, bikime hʼalekî giran, heger ji kirêd xwe venegerʼin.

23 Ezê zarʼêd wê xim, bikujim û hʼemû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta eʼnene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we.

24 Lê belê Ez we, yêd mayînrʼa dibêjim ku Tîyatîrayêda ne, lê pey vê hînkirinê nekʼetine, ew ‹Surʼêd mîrêcine kʼûr› nizanin çawa ku ew dibêjin. Ez barekî din nadime ser milê we,

25 lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.

26-27 Ewê ku serkʼeve û hʼeta xilazîyê kirêd li gora dilê Min bike, Ezê wî hʼukumê ser mileta bidime wî, kʼîjan Min ji Bavê Xwe hildaye û ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, mîna firaqêd çʼinî wê bipʼişirîne.

28 Û Ezê steyrka sibêye zû bidime wî.

29 Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan