Peyxam 19 - Peymana Nû (Încîl)Şabûna li eʼzmên 1 Pey van yekarʼa, min li eʼzmên dengekî bilind bihîst, mîna dengê eʼlaleteke giran ku digot: «Halêlûya! Xilazbûn, rʼûmet û qewat yêd Xwedêyê me ne! 2 Dîwanêd Wî rʼast û heq in. Ewî dîwana wê qavê kir ya ku pê qavîya xwe dinê hʼerʼimand û hʼeyfa xûna xulamêd Xwedê ji wê hilda». 3 Cara duda gotin: «Halêlûya! Hʼeta-hʼetayê dûyê ji wê bikʼişe». 4 Her bîst çar rʼûspî û her çar rʼuhʼber deverʼûya çûn û serê xwe li ber wî Xwedêyê li ser tʼext rʼûniştî danîn û gotin: «Amîn, Halêlûya!» 5 Hingê dengek ji tʼext hat û got: «Hʼemû xulamêd Wîye ku ji Wî xof dikin, biçʼûk û mezin pesinê Xwedêyê me bidin». 6 Hingê min deng bihîst, çawa dengê eʼlaleteke giran, mîna dengê xule-xula gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm ku digotin: «Halêlûya! Çimkî Xudan Xwedêyê meyî Hʼemû Zorayîyê dest bi pʼadşatîyê kir. 7 Em Wîrʼa gul din û şa bin û şikirîyê bidine Wî, çimkî deʼwata Berx pêrʼa gihîşt û dergîstîya Wî kʼarê xwe kirîye. 8 Bona li xwekirinê kʼitanê birqokî paqij jêrʼa hate dayînê». (Ew kʼitan nîşana kirinêd cimeʼta Xwedêye rʼast in.) 9 Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Binivîse: Xwezî li wan, ku bona şayîya deʼwata Berx hatine tʼeglîfkirinê!» Serda zêde kir got: «Ay ev in xeberêd Xwedêye rʼast». 10 Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê». Hespê boz û sîyarê wî 11 Hingê min dîna xwe dayê, eʼzman vebû, va ye hespekî boz, ku sîyarê Wîrʼa Amin û Rʼast digotin. Ew dîwankirinê û şerʼê Xweda ser rʼastîyê ye. 12 Çʼeʼvêd Wî mîna alava êgir bûn û gelek tʼac li serê Wî bûn. Navek ser Wî nivîsar bû, ku pêştirî Wî tʼu kesî nizanibû. 13 Kʼinceke xûnêda kirî lê bû û navê Wî Xebera Xwedê bû. 14 Ordîyêd eʼzmên jî li hespêd boze sîyar kʼitanêd çîl-qerqaşe paqij li wan pey Wî diçûn. 15 Ji devê Wî şûrekî tûj derdikʼet, wekî li mileta xe. Ewê pê şivdara hʼesinî şivantîyê li wan bike, wî hʼewzê şerava xezeba Xwedêyê Hʼemû Zorayîyêda wan bihʼincirʼîne. 16 Li ser kʼinca Wî, ser hêta Wî navek nivîsar bû: PʼADŞÊ PʼADŞA Û XUDANÊ XUDANA. 17 Hingê min milyakʼetek dît, ew li ser rʼoyê sekinî bû, bi dengekî bilind kire gazî û gote hʼemû teyredêd ku hewêda difirʼin: «Werin bicivine şayîya Xwedêye mezin, 18 wekî hûn cinyazêd pʼadşa, serdara, mêrxasa û beretʼêd hespa, usa jî cinyazêd sîyarêd wan û hʼemû meriva, aza û xulama, biçʼûk û mezina bixwin». 19 Hingê min ew ceʼnewir û pʼadşêd dinyayê ordîyêd wanva li cîkî civîyayî dîtin, wekî şerʼê xwe tʼevî Wî sîyarê hespê boz û ordîya Wîva bikin. 20 Hingê ew ceʼnewir tʼevî wî pʼêxemberê derew dîl hatine girtinê, yê ku li ber wî ceʼnewirî nîşanêd eʼcêb dikirin. Ewî bi wan kira ew xalifandin, yêd ku nîşana ceʼnewir qebûl kirin û serê xwe li ber hʼeykelê wî danîn. Ceʼnewir û pʼêxemberê derew jî saxe-sax hatine avîtinê nav gola agirê kʼirkʼûtêyî dişixule. 21 Ewêd mayîn jî pê wî şûrê ku ji devê Sîyarê hespê boz derdikʼet, hatine kuştinê û hʼemû teyrede ji cinyazêd wan tʼêr bûn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia