Peyxam 18 - Peymana Nû (Încîl)Wêranbûna Babîlonê 1 Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî din ji eʼzmên dihate xwarê. Ew xweyê hʼukumê mezin bû û ji dîndara wî rʼûyê eʼrdê rʼonayî bû. 2 Ewî bi dengekî bilind kire gazî û got: «Hilşîya, wêran bû, Babîlona mezin! Ew bû cî-war, miskʼenê cina û sitʼara hʼemû rʼuhʼêd hʼeram, qelêtka hʼemû teyredêd nepʼake mirʼdarʼ. 3 Çimkî ji wê şerava qavîya wêye har hʼemû mileta hilda vexwar, pʼadşêd dinyayê tʼevî wê qavî kirin, bazirganêd dinyayê ji agirê dilê wê dewletî bûn». 4 Li vir min ji eʼzmên dengekî din bihîst ku got: «Ji nava wê derkʼevin, cimeʼta Min, wekî hûn nebine heval-pʼarêd gunêd wê û ji belayêd wê pʼarê nestînin. 5 Çimkî gunêd wê ser hev cî bûne gihîştine hʼeta eʼzmên û Xwedê nerʼastîyêd wê anîne bîra Xwe. 6 Wê çi kiribe usa jî hûn bînine serê wê û li anegorî kirêd wê, du car haqasî lê vegerʼînin, ew kʼasa ku wê bona we dagirt, hûn du car teʼl li wê bidine vexwarinê. 7 Çiqas rʼûmeta xwe bilind kirîye û kʼêfa dilê xwe derbaz kirîye, haqasî cefa-şînê serda bînin. Çimkî dilê xweda aha dibêje: ‹Ez çawa pʼadşa rʼûniştî me, û ne jinebî me, tʼu car ezê şînê nebînim›. 8 Lema jî nava rʼojekêda wê belayêd wê ser wêda bên: Nexweşîya hʼal, şîn û xelayî û wê bibe xurê êgir. Çimkî ew Xudan Xwedê qewat e, yê ku dîwana wê dike». 9 Pʼadşêd dinyayê, yêd ku pêrʼa qavî û kʼêf kirine, gava dûyê şewata wê bibînin, wê bigirîn û ser wê şînê bikin. 10 Ji tirsa cefê wê, ewê li dûr bisekinin û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, bajarê zor, Babîlon! Dîwana te sihʼetekêda ser teda hat». 11 Bazirganêd dinyayê wê li ser wê bigirîn û şînê bikin, çimkî îdî tʼu kesê tiştêd wane firotanê nekʼirʼe: 12 Hûr-mûrêd zêrʼ, zîv, kevirêd qîmet, lal-durʼ, kʼitanê qîmet, pʼarçʼêd şîrk, hevirmiş, pʼarçʼêd sorê gevez, her dara bînxweş û her tiştêd ji qîlêd fîla, tiştêd ji darêd here qîmet, ji sifir, hʼesin û mermer, 13 usa jî darçîn, bihareta bînxweş, bixûr, rʼûnê bînxweş, bixûrê eʼrebî, şerav, bizirê zeytʼûnê, arê xas, genim, dewar, pez, hesp, eʼrebe, xulam û rʼuhʼêd însên jî. 14 Bazirganê bêjin: «Ew tiştêd dilê tedaye şîrin ji destê te çûn û hʼemû tiştêd rʼewşe birqok ji te birîyan, îdî tʼu car ew dest te nakʼevin». 15 Ew bazirganêd van tişta, yêd ku pê Babîlonê dewletî bibûn, wê ji tirsa cefê wê dûr bisekinin bigirîn, bavêjine ser wê 16 û bêjin: «Ax, ax bajarê mezin, ku te kʼitanê qîmet, pʼarçʼê şîrk û sorê gevez li xwe wergirtibû û bi zêrʼ, kevirê qîmet, lal-durʼva xemilî bûyî! 17 Haqas hebûk sihʼetekêda pʼûçʼ bû çû». Hʼemû serdarêd gemîya û sîyarêd gemîya, gemîvana û hʼemûyêd ku pê xebata ser beʼrê eʼbûrê xwe dikirin, dûr sekinîn 18 û çaxê dûyê şewata wî dîtin, kirine qîrʼîn û gotin: «Gelo bajarekî din mîna vî bajarê mezin hebû?» 19 Xwelî li serê xwe kirin, bi şîn û girî kirine qîrʼîn û gotin: «Ax, ax bajarê mezin, wekî hʼemûyêd beʼrêdaye xweyîgemî pê hebûka wîye xinêbûyî dewletî bibûn, çawa sihʼetekêda wêran bû çû!» 20 Eʼzmano, cimeʼta Xwedê, şandî û pʼêxemberno! Dilê xwe şa kin li wî bajarî, ku Xwedê hʼeyfa we ji wî hilda. 21 Hingê milyakʼetekî qewat, kevirek mîna beraşekî mezin hilda, avîte beʼrê û got: «Bi vî awayî jî bajarê mezin Babîlon wê qayîm jorda bê avîtinê û îdî tʼu car wê xuya nebe. 22 Wê îdî dengê çeng, sazbend, bilûrvan û borʼîvan nav teda tʼu car neyê bihîstinê. Wê îdî hostakî tʼu pʼêşeyî tʼu car nav teda xuya nebe. Wê îdî dengê beraşa jî tʼu car nav teda neyê bihîstinê. 23 Wê îdî çʼirûsîya çʼirê jî tʼu car nav teda xuya nebe Wê îdî dengê bûk-zeʼvê jî tʼu car nav teda neyê bihîstinê. Bazirganêd te giregirêd dinyayê bûn û hʼemû milet bi sêrbazîya te ji rʼê xalifîn. 24 Û xûna pʼêxember û cimeʼta Xwedê kʼete stûyê wî bajarî, belê xûna wan hʼemûya ku li ser rʼûyê eʼrdê hatine rʼêtinê». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia