Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 17 - Peymana Nû (Încîl)


Maka qavîyê

1 Ji wan her hʼeft milyakʼetêd ku xweyê her hʼeft tʼasa bûn, yekî hat tʼevî min xeber da û got: «Were vê derê, ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim, ya ku li ser gelek ava rʼûniştî ye.

2 Pʼadşêd dinyayê tʼevî vê qavî kirin û binelîyêd rʼûbarî dinê pê şerava qavîya wê serxweş bûn».

3 Hingê Rʼuhʼê Pîroz hate ser min, wî milyakʼetî ez birime berʼîkê. Min dîna xwe dayê, va jinek li ser ceʼnewirekî sorê gevez sîyar, ku serda-pêda ji her alîyava bi navêd kʼifirîyêd hindava Xwedêda tʼijî bûn û hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn.

4 Ew kʼulfeta kʼinca şîrk û sorê gevezva wergirtî bû, pê zêrʼ, kevirêd qîmet, lal û durʼva xemilî bû. Kʼaseke zêrʼîn destê wêda bû, ew kʼas jî kʼirêtî û mirʼdarʼîya qavîya wêva dagirtî bû.

5 Li ser eʼnîya wê navekî surʼ nivîsar bû: BABÎLONA MEZIN, MAKA QAVA Û KʼIRÊTÎYÊD DINYAYÊ.

6 Min dîna xwe dayê, wê ew kʼulfeta pê xûna cimeʼta Xwedê û pê xûna şeʼdêd Îsa serxweş bûye. Gava ku min ew dît, ez gelekî eʼcêbmayî mam.

7 Hingê wî milyakʼetî minrʼa got: «Tu çima eʼcêbmayî mayî? Ezê surʼa wê kʼulfetê û surʼa wî ceʼnewirê ku ewa lê sîyar e, kʼîjan ku hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hene, terʼa bêjim.

8 Ew ceʼnewirê ku te dît, wextekê hebû, lê niha tʼune. Ewê zûtirê ji gelîyê hey-wayê derkʼeve û herʼe unda be. Binelîyêd rʼûbarî dinêye ku navêd wan ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêda nehatine nivîsarê, wê eʼcêbmayî bimînin, gava wî ceʼnewirî bibînin, yê ku hebû û niha tʼune, lê wê hebe.

9 Li vir hʼiş-aqil kêr tê. Ew her hʼeft serî, hʼeft çʼîya ne, ser kʼîjana ew kʼulfet rʼûniştî ye, usa jî hʼeft pʼadşa ne.

10 Ji wan pênc kʼetine, yek heye, yê din hê nehatîye û gava bê, gerekê hinek wext bimîne.

11 Ew ceʼnewirê ku wextekê hebû û niha tʼune, ew xwexa jî pʼadşê hʼeyşta ye. Ew yekî ji wan her hʼefta ye û wê herʼe unda be.

12 Ew her dehe stirûyêd ku te dîtine, dehe pʼadşa ne, ku hê pʼadşatî nestandine, lê belê wê hʼukum bistînin, ku tʼevî ceʼnewir bona sihʼetekê pʼadşatîyê bikin.

13 Meremê van her deha yek e, ewê qewat û hʼukumê xwe bidine ceʼnewir.

14 Evana wê tʼevî Berx şerʼ bikin, lê Berx tʼevî yêd gazîkirî, bijartî û amina wê li ser wan bikaribe, çimkî ew Berx Xudanê xudana û Pʼadşê pʼadşa ye».

15 Hingê milyakʼet minrʼa got: «Ew avêd te dîtin ku ewa qav li ser wan rʼûniştîye, ew cimeʼt in, eʼlalet in, milet û ziman in.

16 Ew her dehe stirûyêd ku te dîtin, usa jî ceʼnewir wê hevrʼa bijenine ya qav. Ewê destê wê ji her tiştî bikin, wê teʼzî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin.

17 Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina Wî bikin û ser nêtekê bin, pʼadşatîya xwe bidine ceʼnewir, hʼeta ku xeberêd Xwedê bêne sêrî.

18 Ew jina ku te dît, ew bajarê mezin e, yê ku pʼadşatîyê li ser pʼadşêd dinyayê dike».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan