Peyxam 15 - Peymana Nû (Încîl)Hʼeft milyakʼet û hʼeft bela 1 Hingê min li eʼzmên nîşaneke dine mezin û ecêb dît, hʼeft milyakʼetêd xweyê hʼeft belayêd axirîyê pê kʼîjana wê xezeba Xwedê bihata sêrî. 2 Wî çaxî min tiştekî mîna beʼreke şûşe êgirva tʼevayî dît, usa jî ewêd ku ceʼnewir, hʼeykelê wî û hʼesabê navê wî bindest kiribûn. Evana ser beʼra şûşe sekinî bûn, çengêd ku Xwedê dabûne wan destêd wanda bûn 3 û stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran: «Kirêd Te mezin û eʼcêb in Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê! Rʼîyêd Te rʼast û ser heqîyê ne, ya Pʼadşayê mileta. 4 Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn». 5 Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, va pʼaristgeha eʼzmên vebû, awa gotî Konê Şeʼdetîyê. 6 Ew her hʼeft milyakʼetêd xweyê her hʼeft bela ji pʼaristgehê derkʼetin. Kʼitanêd paqije birqok li wan bûn û melaxtêd zêrʼîn li sîngêd wan bûn. 7 Hingê ji her çar rʼuhʼbera yekî hʼeft tʼasêd zêrʼîne xezeba wî Xwedêyîva tʼijî, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e, dane wan her hʼeft milyakʼeta. 8 Pʼaristgeh dûyê rʼûmeta Xwedê û qewata Wîva tʼijî bû û tʼu kes nikaribû bikʼeta pʼaristgehê, hʼeta ku her hʼeft milyakʼeta, her hʼeft bela neanîna sêrî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia