Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 14 - Peymana Nû (Încîl)


Berx û yêd xilazbûyî

1 Paşê min dîna xwe dayê, va Berx li serê çʼîyayê Sîyonê sekinî bû û sed çil çar hʼezar meriv tʼevî Wî bûn, ku li ser eʼnîya wan navê Wî û navê Bavê Wî nivîsar bûn.

2 Min ji eʼzmên dengek bihîst, mîna dengê gelek ava û mîna dengê gurʼînîya eʼwraye qayîm. Ew dengê ku hate min, mîna dengê miqamê çengvana bû, ku li çengêd xwe dixin.

3 Wana li ber tʼext û li ber wan her çar rʼuhʼbera û rʼûspîya stiraneke nû distira. Tʼu kes nikaribû wê stiranê hîn bûya, pêştirî wan sed çil çar hʼezarêd ku ji dinyayê hatibûne kʼirʼînê.

4 Evana ew in, yêd ku serê xwe jinarʼa danenîne, ew yêd bikʼir in. Evana pey Berx diçin, kʼuda ku ew diçe. Evana ji nava meriva hatine kʼirʼînê, çawa berê deremeta pêşin ku Xwedê û Berxrʼa bêne dayînê.

5 Derew ji devê wan dernekʼetîye, ew bêqusûr in.


Sê milyakʼet

6 Hingê min dîna xwe dayê, va milyakʼetekî din ku eʼzmênda difirʼî û Mizgînîya wîye hʼeta-hʼetayê hebû, wekî wê Mizgînîyê bide yêd rʼûbarî dinê, awa gotî hʼemû mileta, bereka, zimana û cimeʼta.

7 Wî bi dengekî bilind digot: «Ji Xwedê bitirsin û şikirîyê bidine Wî, çimkî sihʼeta dîwankirina Wî pêrʼa gihîşt. Serê xwe ber Wî daynin, Yê ku eʼrd û eʼzman, beʼr û avêd kanîya eʼfirandine».

8 Hingê milyakʼetekî din pey wî hat û got: «Hilşîya, wêran bû! Ew Babîlona mezin, ya ku ew şerava qavîya xweye har hʼemû milet dane vexwarinê».

9 Pey vê yekêrʼa milyakʼetekî din jî pey wan hat û bi dengekî bilind got: «Ewê ku serê xwe li ber ceʼnewir û hʼeykelê wî dayne û nîşana wî ser eʼnîya xwe yan ser destê xwe qebûl ke,

10 ewê ji wê şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av tʼevnekirî ye, kʼasa Wîye xezebêda dagirtî ye. Ewê li ber milyakʼetêd pîroz û li ber Berx agir û kʼirkʼûtêda cefê bikʼişîne.

11 Dûyê cefê wan wê hʼeta-hʼetayê bikʼişe û şev û rʼoj wê rʼihʼetîya wan tʼunebe, yêd ku serê xwe ber ceʼnewir û hʼeykelê wî datînin û nîşana wî li ser wan e».

12 Awa li vir wê sebira cimeʼta Xwedê kêr bê, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û hindava Îsada amin in.

13 Hingê min ji eʼzmên dengek bihîst ku got: «Binivîse: Ji vir şûnda xwezilî ne ew meriv, yêd ku bona bawerîya ser Xudan wê bimirin». Rʼuhʼ dibêje: «Belê! Ewê ji xebata xwe rʼihʼet bin, çimkî kirêd wan tʼevî wan diçin».


Nandirûna rʼûyê eʼrdê

14 Û min dîna xwe dayê, va eʼwrekî sipî û «yekî mîna kurʼê mêriv» li ser wî eʼwrî rʼûniştî bû. Tʼacekî zêrʼîn li serê Wî bû û deʼseke tûj jî dêstda bû.

15 Hingê milyakʼetekî din ji pʼaristgehê derkʼet, bi dengekî bilind li Ewî ku li ser eʼwr rʼûniştî bû kire gazî û gotê: «Deʼsa Xwe bavêjê bidirû, çimkî ew sihʼeta nandirûnê hat, berê eʼrdê îdî gihîştîye».

16 Ewî ku li ser eʼwr rʼûniştî bû deʼsa Xwe avîte rʼûyê eʼrdê û eʼrd hate dirûnê.

17 Hingê ji wê pʼaristgeha eʼzmên milyakʼetekî din derkʼet û destê wîda jî deʼseke tûj hebû.

18 Wê hingê ji gorîgehê milyakʼetekî din derkʼet, ku hʼukumê wî li ser êgir hebû, ewî bi dengekî bilind li yê xweyê deʼsa tûj kire gazî û gotê: «Deʼsa xweye tûj bavêje gûşîyêd tirîyêd eʼrdê û biçine, çimkî tirîyêd wê îdî gihîştine».

19 Wî milyakʼetî jî deʼsa xwe avîte eʼrdê, tirîyêd eʼrdê çinîn û bona hʼincirʼandinê avîte wî hʼewzê mezinî xezeba Xwedê.

20 Ew tirî wî hʼewzîda hatine hʼincirʼandinê, ku ji bajêr der bû û ji hʼewz xûn kʼişîya, xûnê avîte gemê hespa, qasî hʼezar şeşsid meydanî girt.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan