Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 13 - Peymana Nû (Încîl)


Du ceʼnewir derdikʼevin

1 Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirek ji beʼrê derdikʼet. Hʼeft serêd wî û dehe stirûyêd wî hebûn, li ser stirûyêd wî dehe tʼac bûn û li ser her hʼeft serêd wî jî navêd kʼifirî-zifirîya bûn.

2 Ew ceʼnewirê ku min dît, mîna piling bû, nigêd wî mîna lepê hʼirʼçʼa bûn û devê wî jî mîna devê şêra bû. Vî zîyayî qewata xwe, tʼextê xwe û hʼukumê xweyî mezin da wî ceʼnewirî.

3 Serîkî vî ceʼnewirî tê bêjî birîndar li ber mirinê bû, lê birîna wî hate qenckirinê. Û tʼemamîya dinyayê ser wî ceʼnewirî eʼcêbmayî ma.

4 Wan serê xwe li ber zîyê danîn, ku wî hʼukumê xwe da wî ceʼnewirî. Usa jî serê xwe li ber ceʼnewir danîn û gotin: «Gelo kʼî mîna vî ceʼnewirî ye? Û kʼî dikare tʼevî vî şerʼ ke?»

5 Evî ceʼnewirîrʼa îzin hate dayînê ku devê xwe bêmeʼrîfet veke û kʼifirîya bike, usa jî wîrʼa hate dayînê, ku çil du meha bi hʼukumê xwe bike.

6 Ewî hindava Xwedêda devê xwe xirab vekir û navê Wî, konê Wî û yêd ku eʼzmênda dimînin bêhurmet kir.

7 Îzin wîrʼa hate dayînê, ku tʼevî cimeʼta Xwedê şerʼ ke û serkʼeve. Usa jî hʼukumê li ser her berekê, cimeʼtê, zimanî û miletî wîrʼa hate dayînê.

8 Hʼemû binelîyêd li rʼûbarî dinê wê serê xwe li ber wî daynin, navêd kʼîjana ji wextê eʼfirandina dinyayêda kʼitêba jîyînêye Berxê serjêkirîda nehatine nivîsarê.

9 Guhê kʼê heye bira bibihê:

10 Ewêd ku yê dîl kʼetinê ne, wê dîl bikʼevin, ewêd ku yêd ber şûr kʼetinê ne, ewê ber şûr kʼevin. Li vir wê sebir û bawerîya cimeʼta Xwedê kêr bê.

11 Hingê min dîna xwe dayê, va ceʼnewirekî din ji eʼrdê derdikʼet, du stirûyê wîye mîna yê berxa hebûn û mîna zîyê xeber dida.

12 Evî tʼemamîya hʼukumê ceʼnewirê pêşin li ber wî xwexa dida xebatê û pʼêyî ser eʼrdê û binelîyêd wê dikir, wekî serê xwe li ber wî ceʼnewirê pêşin daynin, yê ku birîna wîye ku berbi mirinê dibir hatibû qenckirinê.

13 Vî ceʼnewirî nîşanêd usa eʼcêbe mezin dikirin, hʼeta ku agir jî ji eʼzmên li ber çʼeʼvê meriva davîte ser eʼrdê.

14 Ewî pê wan nîşanêd ku wîrʼa hatibûne dayînê, wekî li ber ceʼnewirê pêşin bike, binelîyêd li rʼûbarî dinê dixalifandin. Ewî wanrʼa got, ku hʼeykelekî wî ceʼnewirî çêkin, yê ku bi şûr hatibû birîndarkirinê û dîsa sax bû.

15 Hʼukum wîrʼa hate dayînê, wekî rʼuhʼ ber hʼeykelê ceʼnewirda bîne, ku hʼeykelê ceʼnewir xeber de û bikaribe ewêd ku ceʼnewir nehʼebînin bide kuştinê.

16 Ewî pʼêyî ser hʼemûya kir, awa gotî biçʼûk û mezina, dewletî û belengaza, aza û xulama ku nîşanê bidine ser destê xweyî rʼastê yan eʼnîya xwe,

17 wekî tʼu kes nikaribe ne bikʼirʼe, ne jî bifiroşe, pêştirî wî, yê ku nîşana ceʼnewir, awa gotî navê wî yan hʼesabê navê wî ser e.

18 Li vir serwaxtî kêr tê: Hʼiş-aqilê kʼê heye, bira hʼesabê ceʼnewir bijmire, çimkî hʼesabê merivekî ye û hʼesabê wî şeşsid şêst şeş e.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan