Peyxam 12 - Peymana Nû (Încîl)Kʼulfet û zîya 1 Hingê nîşaneke mezin eʼzmênda xuya bû: Kʼulfetekê rʼo li xwe wergirtibû, hîv binê pʼîyada û tʼacekî ji donzdeh steyrka jî li sêrî bû. 2 Ew hʼemle bû û kʼetibû ber zarʼê, êşa xwe dikʼişand û dikire qîrʼîn. 3 Pey vê yekêrʼa nîşaneke din jî eʼzmênda xuya bû. Min dîna xwe dayê, va zîyakî zerî mezin ku hʼeft serî û dehe stirûyêd wî hebûn û hʼeft tʼac jî li serêd wî bûn. 4 Poçʼa wî ji sê pʼara pʼareke steyrkêd eʼzmên kʼişand û avîte ser eʼrdê. Ew zîya li ber wê kʼulfeta ku kʼetibû ber zarʼê sekinî, ku hema çawa zarʼ bibe wê zarʼê hʼûfî xwe ke. 5 Wê kʼulfetê zarʼeke kurʼîn anî, ku wê bi şivdara hʼesinî şivantîyê li hʼemû mileta bike. Lê zarʼa wê hate rʼahiştinê, li cem Xwedê û ber tʼextê Wî. 6 Kʼulfet jî rʼevî berʼîyê, li wî cîyê ku ji alîyê Xwedêda jêrʼa hatibû hazirkirinê, wekî ew li wir hʼezar dusid şêst rʼojî bê xweykirinê. 7 Hingê li eʼzmên şerʼ dest pê bû. Mixayîl milyakʼetêd xweva tʼevî zîyê şerʼ kir, zîyê jî milyakʼetêd xweva tʼevî wan şerʼ kir. 8 Lê zîyê da der, eʼzmênda jî îdî cî dest wan nekʼet, 9 ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê. 10 Hingê min li eʼzmên dengekî bilind bihîst ku got: «Niha ye wextê xilazkirin, qewat û pʼadşatîya Xwedêyê me, usa jî hʼukumê Mesîhê Wî. Çimkî Ew xeybkirê xûşk-birêd me jorda hate avîtinê, yê ku şev û rʼoj ber Xwedêyê me xeyba wan dikir. 11 Ewana pê xûna Berx û xebera şeʼdetîya xwe ser wî kʼetin, eʼmirê xwe hʼeta mirinê hʼiz nekirin. 12 Awa şa bin, eʼzmanno û yêd ku wanda dimînin. Lê wey li eʼrdê û li beʼrê, çimkî mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne». 13 Gava zîyê dît ku ew jorda hate avîtinê ser eʼrdê, pey wê kʼulfetê kʼet, ya ku zarʼa kurʼîn anîbû. 14 Du baskêd teyrê sîmirʼîye mezin wê kʼulfetêrʼa hatine dayînê, wekî bifirʼe herʼe berʼîyê, wî cîyê xwe, kʼîderê ji zîyê dûr wê sê sal û nîva bihata xweykirinê. 15 Hingê zîyê ji devê xwe mîna çʼêm av berʼda pey wê kʼulfetê, wekî wê pê lêyê bixeniqîne. 16 Lê eʼrdê alîkʼarîya wê kʼulfetê kir, devê xwe vekir û ew çʼemê ku zîyê ji devê xwe berʼdabû daqurtand. 17 Hingê wî zîyayî hêrsa xwe li wê kʼulfetê rʼakir û çû, wekî şerʼê xwe tʼevî wan zarʼêd wêye mayîn bike, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û şeʼdetîya bona Îsa didin. 18 Zîya li devê beʼrê sekinî. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia