Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 11 - Peymana Nû (Încîl)


Du şeʼdêd ku pʼêxembertîyê dikin

1 Hingê qamîşekî mîna şiva minrʼa hate dayînê û hate gotinê: «Rʼabe, pʼaristgeha Xwedê û gorîgehê çap ke û yêd ku têda dihʼebînin jî bijmire.

2 Lê hʼewşa pʼaristgehêye derva bihêle û wê çap neke, çimkî ew pʼûtpʼaristarʼa hate dayînê. Ewê Bajarê Pîroz çil du meha bin pʼîyada pʼêpes kin.

3 Û Ezê tʼemîyê bidime du şeʼdêd Xwe, ewê kʼurx xwekirî hʼezar dusid şêst rʼojî pʼêxembertîyê bikin».

4 Evana ew her du darêd zeytʼûnê û her du şemdan in, yêd ku li ber Xudanê dinyayê disekinin.

5 Heger merivek ku bixwaze zirarê bide wan, agir ji devê wan derdikʼeve, dijminêd wan hʼûfî xwe dike. Û heger merivek bixwaze zirarê bide wan, gerekê ew xwexa usa bê kuştinê.

6 Hʼukumê van heye, ku rʼojêd pʼêxembertîya xweda eʼzmên dadin, wekî baran nebare. Usa jî hʼukumê wan li ser ava heye, ku wan bikine xûn û kʼengê jî bixwazin, dikarin her cûrʼe bela bînine serê dinê.

7 Gava ewana şeʼdetîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ceʼnewirê ku ji gelîyê hey-wayê derdikʼeve, wê tʼevî wan şerʼ ke, wan bindest ke û bikuje.

8 Cinyazêd wan wê li ser meydana wî bajarê mezin avîtî bin, li wî cîyê ku Xudanê wan her duya hate xaçkirinê, ku bi meʼna rʼuhʼanî jêrʼa «Sodom» û «Misir» tê gotinê.

9 Ji hʼemû cimeʼta, bereka, zimana û mileta wê sê rʼoj û nîva li cinyazêd wan binihêrʼin û nehêlin ku cinyazêd wan bikine tʼirba.

10 Binelîyêd li rʼûbarî dinê wê dilê xwe li wan şa kin û şa bin, xelata jî hevdurʼa bişînin, çimkî van her du pʼêxembera cefa didane yêd ku li ser rʼûyê eʼrdê diman.

11 Pey sê rʼoj û nîvarʼa Xwedê rʼuhʼê jîyînê ber wanda anî, ew rʼabûne ser pʼîya û xofeke mezin kʼete ser yêd ku ew dîtin.

12 Hingê wan her duya dengekî bilind ji eʼzmên bihîst ku wanrʼa got: «Werine vê jorê». Û ewana ber çʼeʼvêd dijminêd xwe eʼwrava hilkʼişîyane eʼzmên.

13 Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.

14 Weya duda derbaz bû. Va ye, ya sisîya wê zûtirê bê.


Dengê borʼîya hʼefta: Hʼebandina li eʼzmên

15 Milyakʼetê hʼefta li borʼîyê xist û eʼzmênda dengêd bilind hatin ku digotin: «Pʼadşatîya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê Wî, Ewê hʼeta-hʼetayê pʼadşatîyê bike».

16 Ew her bîst çar rʼûspîyêd ku li ber Xwedê ser kʼursîyêd xwe rʼûniştibûn, xwe deverʼûya avîtin, serê xwe ber Xwedê danîn

17 û gotin: «Ya Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, Yê heyî û Yê hebûyî, em şikirîyê didine Te, ku Te qewata Xweye mezin stand û dest bi hʼukumê Xwe kir.

18 Pʼûtpʼarist qilqilîn, lê xezeba Te hat. Wext pêrʼa gihîştîye, ku dîwana mirîya bikî, xelata bidî xulamêd Xwe, pʼêxembera û cimeʼta Xwe usa jî yêd ku ji Te ditirsin, ji biçʼûka hʼeta mezina. Wext hat, ku qirʼa wan bînî, yêd ku dinê xirab dikin».

19 Pey vê yekêrʼa pʼaristgeha Xwedêye eʼzmên vebû û wêda Sindoqa Peymana Wî xuya bû. Birûskê birq dan, gurʼînîya dengêd eʼwra hate bihîstinê, eʼrd hʼejîya û teyrok barî.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan