Peyxam 10 - Peymana Nû (Încîl)Milyakʼet û kʼitêba biçʼûke gulomatkkirî 1 Hingê min milyakʼetekî dinêyî zor dît ku ji eʼzmên dihate xwarê. Eʼwr lê wergirtî bû û kʼeskesor li sêrî bû, rʼûyê wî mîna rʼoyê bû, nigêd wî jî mîna stûnêd êgir bûn. 2 Destê wîda kʼitêbeke biçʼûke vekirî hebû, nigê xweyî rʼastê danî ser beʼrê, nigê xweyî çʼepê jî danî ser bejê 3 û bi dengê bilind mîna mirʼînîya şêr kire qarʼîn. Çaxê ku wî kire qarʼîn, her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra pê dengêd xwe xeber dan. 4 Gava wan her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra xeber dan, min kir ku binivîsim, lê ji eʼzmên dengek hat û got: «Ew tiştêd ku her hʼeft gurʼînîyêd eʼwra gotin, wan eʼyan neke, nenivîse». 5 Hingê ew milyakʼetê ku min dîtibû, wekî wî nigek danîbû ser beʼrê û yek jî ser bejê, destê xweyî rʼastê berbi eʼzmên bilind kir 6 û pê Ewî sond xwar ku hʼeta-hʼetayê Sax e, awa gotî pê Wî Yê ku eʼzman, hʼemûyêd wêda, eʼrd, hʼemûyêd wêda û beʼr, hʼemûyêd wêda eʼfirandine û got: «Îdî wextê derengî nekʼeve. 7 Lê gava milyakʼetê hʼefta deng li borʼîyê xe, hingê wê ew surʼa tʼivdîra Xwedê bê sêrî, ya ku Wî eʼlamî xulamêd Xwe pʼêxembera kiribû». 8 Pey vê yekêrʼa wî dengê ku min ji eʼzmên bihîstibû, dîsa tʼevî min xeber da û got: «Herʼe, wê kʼitêba vekirî ji destê wî milyakʼetî hilde, yê ku li ser beʼrê û bejê sekinî ye». 9 Ez jî çûme cem wî milyakʼetî û min jêrʼa got: «Kʼa wê kʼitêba biçʼûk bide min». Ewî minrʼa got: «Han vê hilde û bixwe. Evê nav-dilê teda teʼl be, lê devê teda wê mîna hingiv şîrin be». 10 Hingê min kʼitêba biçʼûk ji destê milyakʼet hilda û xwar. Devê minda mîna hingiv şîrin bû, lê çaxê min ew xwar, min nav-dilê xweda teʼlayî kʼifş kir. 11 Wî çaxî minrʼa hate gotinê: «Gerekê tu dîsa li ser gelek cimeʼta, mileta, zimana û pʼadşa pʼêxembertîyê bikî». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia