Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Peyxam 1 - Peymana Nû (Încîl)


Pêşgotina Yûhʼenna

1 Eva eʼyantîya Îsa Mesîh e, kʼîjan Xwedê da Wî, wekî ew wan tiştêd ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamêd Wî ke. Îsa pê destê milyakʼetê Xwe şand û eʼlamî xulamê Xwe Yûhʼenna kir.

2 Yûhʼenna jî şeʼdetîya her tiştêd ku wî dîtibûn da, awa gotî şeʼdetîya gotina Xwedê, usa jî şeʼdetîya eʼlametîya Îsa Mesîhe rʼast.

3 Xwezî li wî, ku vê yekê bixûne û xwezî li wan, yêd ku van xeberêd pʼêxembertîyê bibihên û tiştêd ku vêda hatine nivîsarê dilê xweda xwey kin, çimkî wext nêzîk e.


Neʼme her hʼeft civînarʼa, yêd ku li qeza Asyayê ne

4 Ji Yûhʼenna, her hʼeft civînarʼa, yêd ku qeza Asyayêda ne: Kʼerem û eʼdilayîya Wî li we be, Yê ku heye, Yê ku hebû, Yê ku wê bê û ji her hʼeft rʼuhʼêd ku li ber tʼextê Wî ne,

5-6 usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!

7 Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!

8 «Ez Alfa û Omêga me», Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê dibêje, Yê ku heye, Yê ku hebû û Yê ku wê bê.


«Yekî mîna însan»

9 Ez, Yûhʼennayê birê we me, yektîya Îsada heval-pʼarê wê tengasîyê, pʼadşatîya Wî û sebira we me. Ez bona xebera Xwedê û şeʼdetîya bona Îsa wê giravêda bûm, ku jêrʼa Patmos dibêjin.

10 Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst,

11 ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».

12 Ez ser wî dengîda vegerʼîyam ku bibînim, kʼa kʼî ye minrʼa xeber dide û çaxê ku ez vegerʼîyam, min hʼeft şemdanêd zêrʼîn dîtin.

13 Nava wan şemdanada «yekî mîna Kurʼê Mêriv» hebû, kʼinceke dirêje hʼeta niga lê bû û melaxtekî zêrʼîn li sîngê Wî bû.

14 Pʼorʼê serê Wî mîna hirîya qerqaş û mîna berfê sipî bû, çʼeʼvêd Wî jî mîna alava êgir.

15 Nigêd Wî mîna sifirê xasî ji kʼûra agir derxistî, ku dibiriqe û dengê Wî mîna dengê xule-xula gelek ava bû.

16 Destê Wîyî rʼastêda hʼeft steyrk hebûn û ji devê Wî şûrekî dudevîyî tûj derdikʼet. Rʼûyê Wî mîna rʼoyê bû ku tʼemamîya qewata xweva şewq dide.

17 Çaxê ku min Ew dît, mîna yekî mirî kʼetime ber nigêd Wî. Ewî destê Xweyî rʼastê danî ser min û gote min: «Netirse, Ez im Yê Pêşin û Paşin.

18 Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.

19 Awa binivîse çi ku tu dibînî, çi ku niha hene û çi wê paşê bibin.

20 Surʼa van steyrka, yêd ku te destê Minî rʼastêda dîtin, usa jî her hʼeft şemdanêd zêrʼîn ev e: Ew her hʼeft steyrk, milyakʼetêd her hʼeft civîna ne û ew her hʼeft şemdan, her hʼeft civîn in.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan