Petrûs II 3 - Peymana Nû (Încîl)Sozê hatina Xudan 1 Delalno, eva îdî neʼma duda ye ez werʼa dinivîsim. Ez bi van neʼma dikim ku fikira weye safî hʼişyar kim, bînime bîra we. 2 Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin. 3 Berî her tiştî vê yekê zanibin ku rʼojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin 4 û wê bêjin: «Kʼa ew sozê hatina Wî? Bavêd me eʼmirê Xwedê cî anîn çûn, lê her tişt hê ji wextê eʼfirandina dinyayêda usa mane». 5 Yêd aha ku difikirin, vê yekê davêjine pişt guhê xwe, ku hê pêşda bi xebera Xwedê eʼzman hebûn û eʼrd ji nava avê û bi avê pʼeyda bû. 6 Û bi avê jî dinya berê nuq bû, unda bû. 7 Lê eʼrd û eʼzmanêd niha jî xût bi wê xeberê têne xweykirinê, ku bi agir unda bin. Ew bona Rʼoja Axretê têne hiştinê, kʼîjanêda merivêd nepʼak wê unda bin herʼin. 8 Lê bira ev yek weva teʼrî nemîne, delalno: Cem Xudan rʼojek mîna hʼezar salî ye û hʼezar sal jî mîna rʼojekê ye. 9 Xudan sozê Xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tʼu kes unda be, lê dixwaze wekî hʼemû ji gunekirinê vegerʼin. 10 Lê Rʼoja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê eʼzmanê bi qûjînîya mezin betavebin û tiştêd bin pʼerʼê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herʼin. 11 Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herʼin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jîyîna hʼelal û xwedênasîyêda bimeşin, 12 hîvîya Rʼoja Xwedê bin û hatina Wî lez xin. Wê rʼojê eʼzmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin pʼerʼê wêda bihʼelîne. 13 Lê em hîvîya eʼrdekî nû û eʼzmanêd nû ne, li gora sozê Wî, kʼîjanada heqîyê bimîne. 14 Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne. 15 Sebira Xudanê me xilazbûn hʼesab kin, çawa Pawlosê birê meyî delal jî bi wê serwaxtîya ku ji Xwedêda jêrʼa hatîye dayînê, werʼa nivîsî. 16 Hʼemû neʼmêd xweda jî ew bona van tişta xeber dide. Wanda çend tişt hene ku zeʼmet têne feʼmkirinê, ku yêd nezane bêbingeh şaş şirovedikin, usa jî nivîsarêd pîroze mayîn û xwexa dibine bayîsê serê xwe. 17 Awa delalno, hê berêda hûn ku vê yekê zanin, haş ji xwe hebin, ku nebe hûn bi xalifandina merivêd bêolîtîyê ji rʼê derkʼevin û ji cîyê xweyî şidîyayî bikʼevin. 18 Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia