Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Petrûs II 2 - Peymana Nû (Încîl)


Dersdarêd derew

1 Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.

2 Gelek wê ber bayê bênamûsîya wan kʼevin, rʼûyê wanda wê rʼîya rʼastîyê bê bêhurmetkirinê.

3 Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.

4 Çimkî hʼeyfa Xwedê li wan milyakʼetêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana teʼrîstanîyê, Rʼoja Dîwanêrʼa dane xweykirinê.

5 Û hʼeyfa Wî dinya pêşin jî nehat, tʼenê hʼeyşt nefs, Nuhê ku heqî dannasîn dikir, mala wîva xilaz kir gava lêyî anî ser dinya nepʼaka.

6 Dîwana bajarêd Sodom û Gomorayê jî kir, ew kirin ax-xwelî, wêran kir, bona nepʼakêd pey wanrʼa dersek hişt.

7 Lûtê rʼast jî, ku ji bêpʼergalîya nepʼakaye bênamûsî aciz bibû, xilaz kir.

8 Çimkî ewî rʼast, ku nava wanda dima, kirêd bêolîtîya wan didîtin û dibihîstin, her rʼoj rʼuhʼê wîyî rʼast xweda dişewitî.

9 Xudan ku bi vî awayî kir, ew zane çawa xwedênasa jî ji cêrʼibandina xilaz ke û neheqa Rʼoja Dîwanêrʼa xwey ke, wekî cezayê xwe bistînin,

10 îlahî wan, yêd ku pey hʼeramîya xwestina qalib kʼetine, dijenine serwêrtîyê. Ewe berzeq û xwerʼazî ne, xof jî nakin, yêd xweyîrʼûmete jorin bêhurmet dikin,

11 lê milyakʼet çiqasî pê qewat û zorayîya xwe ji van zêdetir in, dîsa li ber Xudan bi bêhurmetkirinê şikîyatê wan nakin.

12 Ev merivana mîna hʼeywanêd bêzare-bêziman in, bi qafê xweye vala têne rʼêberîkirinê, ku bona nêçʼîr û kuştinê dinê kʼetine, wan tişta bêhurmet dikin ku nizanin ew çi ne, evê jî mîna wan hʼeywana unda bin herʼin.

13 Xirabîya wanê li wan vegerʼe. Kʼêfa dilê xwerʼa xirabîya ku rʼo-nava-rʼojê dikin xwerʼa şabûn hʼesab dikin. Evana lekʼe û hʼeram in, tʼevî we dixwin-vedixwin û hingê nava rʼîyêd xweye derewda kʼêf dikin.

14 Çʼeʼvêd wan li zinêkʼarîyê ye, ji gunekirinê tʼêr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan tʼenê hînî timakʼarîyê bûye. Nifirʼ ser wan e!

15 Destê xwe ji rʼîya rʼast kirin, xalifîn, rʼîya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê hʼiz kir.

16 Lê li neheqîya wî hate hilatinê gava kʼera bêzare-bêziman bi zimanê merivayê xeber da û pêşîya bêaqilîya pʼêxember girt.

17 Ev merivêd ha kanîyêd çʼikîyayî ne û eʼwrêd ji ber bê ajotî ne. Şeverʼeşa teʼrîstanîyê bona wan xweykirî ye.

18 Yêd ha gotinêd pʼûçʼe ji xwe mestir dibêjin, bi temêd merivayêye xirab wan dixapînin, yêd ku çendek pêşda ji ewêd rʼîya xalifîda diçin, rʼevîbûn.

19 Evana yêd aharʼa azayîyê soz didin, lê xwexa xulamêd pʼûçʼbûnê ne, çimkî meriv çi tiştîda ku dide der, dibe xulamê wê yekê.

20 Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.

21 Wanrʼa hê qenc bû, ku qet ev rʼîya heqîyê nas nekirana, ne ku pey naskirinêrʼa ji wê tʼemîya pîroz dagerʼîyana, ya ku wanrʼa hate dayînê.

22 Ev gotin rʼast tê serê wan: «Se vedigerʼe ser verʼeşandina xwe» û «Berazê şûştî dîsa xwe hʼerʼîyê vedide».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan