Petrûs II 1 - Peymana Nû (Încîl)Silavkirin 1 Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand: 2 De bira kʼerem û eʼdilayî bi wê zanebûna Xwedê û Xudanê me Îsa li ser we zêde be. Gazî û bijartina Xwedê 3 Qewata xwedêtîya Wî her tiştê ku li jîyîna xwedênasîyê dikʼeve pʼêşkʼêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava Wîda, Yê ku bi saya rʼûmet û qencîya Xwe gazî me kir. 4 Bi vî awayî Ewî sozêd here mezine qîmet dane me, wekî em bi wan tʼevî binyatʼa xwedêtîyê bin û ji wê boş-betalîya ku ji dilhavijîyêd dinê pêşda tê birʼevin. 5 Hema bona vê yekê her alîyava xîret kin, ser bawerîya xweda qencîyê zêde kin, ser qencîyêda zanebûnê, 6 ser zanebûnê xwegirtinê, ser xwegirtinê sebirê, ser sebirê xwedênasîyê, 7 ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê. 8 Çimkî heger ev şuretana nava weda hene û zêde dibin, hûn bêkêr û bêber namînin nava wê zanebûna weye hindava Xudanê me Îsa Mesîhda. 9 Lê li cem kʼê ev şuretana tʼunene, ew çʼeʼvada haqas meʼrim e, wekî qet nabîne û bîr kirîye ku ji gunêd xweye berê paqij bûye. 10 Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe tʼestîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tʼu car nakʼevin. 11 Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh. 12 Bona vê yekê ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê rʼastîya ku gihîştîye we jî hʼîmgirtî ne. 13 Ez vê yekê jî rʼast dibînim, wekî hʼeta vî qalibîda me bînime bîra we. 14 Çimkî zanim ku ezê zûtirekê vî qalibî ji xwe bêxim, çawa ku Xudanê me Îsa Mesîh eʼlamî min kirîye. 15 Awa ezê bikim, ku pey çûyîna minrʼa jî, hûn her gav bikaribin van tişta bînine bîra xwe. Yêd ku bi çʼeʼva rʼûmeta Îsa Mesîh dîtin 16 Em ne ku pey çʼilovîskîyêd hostatîye berxwederxistî kʼetibûn gava me derheqa qewat û hatina Xudanê me Îsa Mesîhda werʼa got, lê me bi çʼeʼvêd xwe mezinayîya dîndara Wî dît. 17 Ewî ji Bav Xwedê rʼûmet û hurmet stand, gava ji wê Rʼûmeta Qeşeng deng hat û got: «Ew e Kurʼê Minî delal, ji kʼîjanî Ez rʼazî me». 18 Me xwexa ev deng bihîst, gava ji eʼzmên hat, hingê em tʼevî Wî serê çʼîyayê buhurtî bûn. 19 Awa gotinêd pʼêxembertîyê jî bona me hê mak dibin. Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan, çimkî ew mîna çʼirakê ne, ku teʼrîyêda rʼonayê dide, hʼeta sibeh zelal be û steyrka berbirʼo dilê weda derê. 20 Lê pêşîyê vê yekê zanibin ku tʼu kes xweserîxwe nikare pʼêxembertîyêd nivîsarê şiroveke. 21 Çimkî tʼu pʼêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz ji Xwedêda xeber dane. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia