Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Petrûs I 5 - Peymana Nû (Încîl)


Bona kerê pezê Xwedê

1 Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.

2 Şivantîyê wî kerîyê pezê Xwedêyî li ber xwe bikin, ne ku bê dil, lê bi dil û can usa xwey kin, çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kʼara xwe, lê bi rʼezedilî,

3 ne ku li ser yêd ku pʼara we kʼetine hʼukum kin, lê nexşê qenc nîşanî kêrî kin.

4 Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe.

5 Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».

6 Bin destê Xwedêyî zor ta bin, ku Ew wextda we bilind ke

7 û hʼemû xemêd xwe bavêjine ser Wî, çimkî Ew bona we xem dike.

8 Serwaxt bin, hʼişyar bimînin! Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mirʼe-mirʼa wî ye, digerʼe kʼa kʼê hʼûfî xwe ke.

9 Bawerîyêda hʼîmgirtî miqabilî wî bisekinin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî tʼemamîya dinyayêda xût wan cefa dikʼişînin.

10 Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.

11 Qudret ji wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Silavêd axirîyê

12 Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.

13 Civîna Babîlonêda li we silav dike, ya ku tʼevî we hatîye bijartinê, usa jî lawê min Marqos.

14 Bi rʼamûsana hʼizkirinêye dilê sax hevdu silav kin. De bira eʼdilayî li we hʼemûyêd pʼara Mesîh be. Amîn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan