Petrûs I 3 - Peymana Nû (Încîl)Tʼemîya bona jin û mêr 1 Usa jî kʼulfetno, gurʼa mêrê xweda bin, wekî ji wan hinek jî, heger guhdarîya xeberê nakin, bi pʼergalîya jinêd xwe, bê gotin jî bêne ser bawerîyê 2 gava pʼergalîya weye xofe û nave-namûs bibînin. 3 Bira xemila we dervava bi gulîvegirtinê û tʼorʼêd zêrʼa, yan jî bi kʼinca nîbe, 4 lê ya merivê hindurʼê dilda, rʼuhʼekî milûk û girane bedewetîya nebetal e, ku li ber Xwedê pʼirʼ bi qîmet e. 5 Çimkî berê bi vî tiherî kʼulfetêd pîroze ku gumana xwe danîbûne ser Xwedê, xwe dixemilandin, xemila wan ew bû ku gurʼa mêrê xwe bikirana, 6 mîna Serayê ku gurʼa Birahîmda bû û digote wî: «Xweyê min». Îdî hûn qîzêd wê dêyê ne, heger hûn xwe li qencîyê digirin û ji tʼu tiştî natirsin. 7 Usa jî mêrno, bi feʼmdarîyê eʼmirê xwe tʼevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin, usa jî çawa hevalwarê wê jîyîna ku hûnê pʼêşkʼêş bistînin, wekî tʼu tişt nebine bayîsê duayêd we. Cefê bona rʼastîkirinê bikʼişînin 8 Heyneser hʼemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hʼiz bikin, rʼeʼm û şkestî bin. 9 Ji ber xirabîyêva xirabîyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê. 10 Çimkî nivîsar e: «Kʼî jîyînê begem dike û dixwaze rʼojêd xweş bibîne, bira zimanê xwe ji xirabîyê xwey ke û zarê xwe jî ji hʼilekʼarîyê. 11 Bira ji xirabîyê vegerʼe, qencîyê bike û eʼdilayîyê bigerʼe, li pey wê herʼe. 12 Çimkî çʼeʼvê Xudan li ser rʼasta ye û guhê Wî ser duayê wan e, lê Xudan miqabilî wan e, yêd ku xirabîyê dikin». 13 Kʼî wê xirabîyê li we bike, heger hûn demana qencîkirinêda bin? 14 Lê heger hûn bona rʼastîkirinê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin. 15 Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin, 16 xweyê îsafa rʼihʼet bin, wekî, gava hûn bêne rʼezîlkirinê, yêd ku pʼergalîya weye qence tʼevî Mesîh bêhurmet dikin, şermî bin. 17 Hê qenc e, heger qirara Xwedê ye, em bona qencîyê cefê bikʼişînin, ne ku bona xirabîyê. 18 Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê. 19 Bi rʼuhʼanî çû nava wan rʼuhʼêd kelêda dannasîn kir, 20 yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî hʼeyşt nefs «nava avêda» xilaz bûn. 21 Ew av sûretê nixumandinê bû, kʼîjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa rʼihʼet şeʼdetîk e li ber Xwedê. Ew yek bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya we xilaz dike, 22 Yê ku çûye eʼzmên, li milê Xwedêyî rʼastê ye û milyakʼet, hʼukumet û qudretêd rʼuhʼanî bin gurʼa Wîda ne. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia