Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Petrûs I 2 - Peymana Nû (Încîl)


Kevirê sax û miletê pîroz

1 De her cûrʼe xirabîyê, hʼilekʼarîyê, durʼûtîyê, hʼevsûdîyê û buxdanbêjîyê ji pʼêşa xwe dawşînin.

2 Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.

3 Çimkî nivîsar e: We «teʼma şîrinayîya Xudan hildaye».

4 Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.

5 Hûn jî mîna kevirêd sax, pʼaristgeheke rʼuhʼanî werine çêkirinê, çawa kʼahînêd pîroz qurbanêd rʼuhʼanîye li Xwedê xweş bi Îsa Mesîh bidin.

6 Çimkî kʼitêbêda nivîsar e: «Va Ez Sîyonêda kevirekî jibareyî û xweyîqedir çawa kevirê eʼnîşkê datînim û kʼî bawerîya xwe Wî bîne, tʼu car wê şermî nemîne».

7 Awa ew kevir bona we bawermenda xweyîrʼûmet e, lê bona nebawera: «Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, Ew bû serê eʼnîşkê»,

8 «Kevirê ku meriv serda dilikʼumin û zinarê ku jê hol dibin». Ew dilikʼumin, çimkî guhdarîya xeberê nakin û çawa wê yekêrʼa jî kʼifşkirî ne.

9 Lê hûn qebîleke jibare ne, kʼahînêd pʼadşatîyê, miletê buhurtî, cimeʼta Xwedê, wekî kʼeremetêd Wî bikine dengî, Yê ku hûn ji teʼrîstanîyê gazî rʼonaya xweye hʼujmekʼar kirine.

10 Wextekê hûn ne tʼu cimeʼt bûn, lê niha bûne cimeʼta Xwedê, hûne bê rʼeʼma Xwedê bûn, lê niha we rʼeʼm dîtîye.


Xulamêd Xwedê

11 Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin.

12 Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.

13 Gurʼa her serwêrtîyêd merivayêda bin, bona xatirê Xudan, gurʼa pʼadşêda bin, çawa serwêrê herî bilind,

14 usa jî gurʼa welîyada bin, ku ji alîyê pʼadşêda şandî ne, wekî cezayê bidine neheqa û pesin jî bidine qenca.

15 Çimkî ev e qirara Xwedê, ku hûn bi qencîkirinê dengê merivêd bêhʼişe nezan bidine birʼînê.

16 Mîna merivêd aza bijîn. Bira azayîya we nebe xêlîya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê.

17 Qedirê hʼemûya bigirin xûşk-bira hʼiz bikin, ji Xwedê bitirsin, qedirê pʼadşê bigirin.


Hûn jî rʼîya Mesîhe cefada herʼin

18 Xulamno, bi xofkʼêşîke mezin gurʼa axayêd xweda bin, ne ku tʼenê gurʼa yêd qenc û berbihêrada bin, lê gurʼa zulmkʼarada jî.

19 Çimkî eva bextewarîk e, heger yek bona xatirê Xwedê cîkî heqî-neheq zelûlîyê dikʼişîne û sebir dike.

20 Lê çi feyde heger hûn bona gunekirinê bêne lêdanê û teyax kin? Lê heger hûn bona qencîkirinê cefê bibînin û teyax kin, hûn li ber Xwedê bextewar in.

21 Belê hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, çimkî Mesîh xwexa jî bona we cefa kʼişand û nexşek werʼa hişt, wekî hûn pʼêgeha Wîda herʼin.

22 Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.

23 Gava dihate rʼezîlkirinê, ji berva kes rʼezîl nedikir, gava cefa dikʼişand, gef li kesekî nedixwar, lê Xwe spartibû hʼakimê ser rʼastîyê.

24 Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.

25 Çimkî hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Seʼvîyê rʼuhʼê xwe vegerʼîyane.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan