Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Petrûs I 1 - Peymana Nû (Încîl)


Silavkirin

1 Ji Petrûs, Şandîyê Îsa Mesîh, cimeʼta Xwedêye bijartîrʼa, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye.

2 Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


Rʼazîbûn bona gumana saxîyê

3 Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax

4 û wan soz-qirarêd nebetale nerʼizî û neçʼilmisî war bin. Evana li eʼzmana werʼa xweykirî ne.

5 Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be.

6 Hûn bi wê şa dibin, rʼast e niha jî usa diqewime ku hûn hinekî meʼdekirî ne, ji dest cûrʼe-cûrʼe cêrʼibandina.

7 Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.

8 We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.

9 Çimkî hûn xilazkirina rʼuhʼê xwe distînin, ku meremê bawerîya we ye.

10 Bona vê xilazbûnê pʼêxember lê gerʼîyan û kʼetibûne bin eʼnena û bona wê kʼerema ku wê werʼa bibûya pʼêxembertî kirin.

11 Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.

12 Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Hʼişyar û pîroz bin

13 Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.

14 Mîna zarʼêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezanîya xweda.

15 Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hʼemû rʼabûn-rʼûniştina xweda.

16 Çawa nivîsar e: «Pîroz bin, çimkî Ezî pîroz im».

17 Heger hûn Wîrʼa Bavo dibêjin, Yê ku bê firqî dîwana her kesî weke eʼmelêd wî dike, ku usa ye vî wextê xerîb-firarîya xweye vê dinê bi xofa Xwedê derbaz kin.

18 Çimkî hûn zanin wekî hûn ji rʼaw-rʼizimêd kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştêd ku unda dibin, awa gotî zêrʼa yan zîva nehatine kʼirʼînê,

19 lê pê xûna Mesîhe qîmet-giran, ku ew çawa berxekî bêqusûr û bêlekʼe bû.

20 Ew hê berî destpêbûna dinyayê kʼifşkirî bû, lê van axirîyada bona we eʼyan bû.

21 Bi Wî we bawerîya xwe Wî Xwedêyî anî, Yê ku Ew ji nava mirîya rʼakir û rʼûmet da Wî, lema bawerî û gumana we ser Xwedê ye.

22 Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.

23 Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.

24 Çimkî «Hʼemû meriv mîna gîhê ne û tʼemamîya rʼewşa wan mîna gulê gîhê. Gîha hʼişk dibe û gulêd wê jê diwarin,

25 lê xebera Xudan hʼeta-hʼetayê dimîne». Ev ew xeber e, ku bi Mizgînîyê werʼa hate dayînê.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan