Metta 8 - Peymana Nû (Încîl)Îsa yekî ji kʼotîbûnê paqij dike ( Marqos 1:40-45 ; Lûqa 5:12-16 ) 1 Paşê Îsa ji çʼîyê hate xwarê, eʼlaleteke giran da pey Wî çû. 2 Hingê yekî kʼotî hat xwe avîte ber Wî û gotê: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî». 3 Îsa destê Xwe dirêj kirê lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda ew ji kʼotîbûnê paqij bû. 4 Hingê Îsa jêrʼa got: «Binihêrʼe, tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û hʼedîya ku Mûsa tʼemî daye bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî». Îsa xulamê sersedekî qenc dike ( Lûqa 7:1-10 ; Yûhʼenna 4:43-54 ) 5 Gava Îsa kʼete Kefernahûmê, sersedek hate cem Wî, hîvî jê kir û gotê: 6 «Xudan, xulamê min şilûşeʼt malda pʼaldaye, gelekî cefê dibîne». 7 Îsa gote wî: «Ezê bêm wî qenc kim». 8 Sersed lê vegerʼand û gotê: «Xudan, ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min. Lê tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê bi wê xeberê qenc be. 9 Ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Vî tiştî bike›, dike». 10 Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û gote ewêd ku pey wî diçûn: «Ez rʼast werʼa dibêjim, Îsraêlêda jî Min bawerîke aha yekîda nedîtîye. 11 Ez werʼa dibêjim, ku gelekê ji rʼohilatê û ji rʼoavayê bên û şayîya Pʼadşatîya Eʼzmanada tʼevî Birahîm, Îshaq û Aqûb rʼûnên, 12 lê zarʼêd Pʼadşatîyê wê bêne avîtinê teʼrîya derva. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana». 13 Paşê Îsa sersedrʼa got: «Herʼe! Bira li gora bawerîya te terʼa be». Û wê demê xulamê wî qenc bû. Îsa gelek nexweşa qenc dike ( Marqos 1:29-34 ; Lûqa 4:38-41 ) 14 Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesîya wî tʼayêda pʼaldayî dît. 15 Ewî destê Xwe da destê wê û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî Wîrʼa kir. 16 Gava rʼo çû ava, gelek cinakʼetî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê rʼuhʼêd hʼeram derxistin û hʼemû nexweş qenc kirin. 17 Ev aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî, ku nivîsar e: «Ewî nexweşîyêd me hildan û êşêd me birin». Cabdarîya yêd ku pey Îsa diçin ( Lûqa 9:57-62 ) 18 Çaxê Îsa eʼlalet dora Xwe dît, eʼmir li şagirta kir ku herʼine wî berî golê. 19 Hingê qanûnzanek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Tu kʼuda jî herʼî, ezê pey Te bêm». 20 Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne». 21 Şagirtekî Wî gotê: «Xudan! Îzinê bide min ku ez pêşîyê herʼim bavê xwe defin kim». 22 Lê Îsa jêrʼa got: «Tu pey Min were. Bira mirî mirîyê xwe defin kin». Îsa firtonê diseqirʼîne ( Marqos 4:35-41 ; Lûqa 8:22-25 ) 23 Gava Îsa kʼete qeyikê, şagirtêd Wî tʼevî Wî çûn. 24 Nişkêva firtoneke mezin li golê rʼabû, usa ku qeyik pêlada unda dibû. Lê Ew rʼazayî bû. 25 Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, ew hʼişyar kirin û gotinê: «Xudan! Me xilaz ke! Em unda dibin!» 26 Îsa gote wan: «Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?» Wê demê rʼabû li bayê û golê hilat û hʼemû tişt seqirʼîn. 27 Merivêd tʼevî Wî eʼcêbmayî man û gotin: «Ev kʼî ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?» Îsa du cinakʼetîya qenc dike ( Marqos 5:1-20 ; Lûqa 8:26-39 ) 28 Gava Îsa derbazî wî alîyê tʼopraxêd Gerdarînê bû, du cinakʼetî ji nav gorʼistana derkʼetin û rʼastî Wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê rʼêrʼa derbaz bûya. 29 Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?» 30 Ji wana wêdatir sûrîkî berazayî mezin diçʼêrîya. 31 Cina rʼeca ji Wî kir û gotinê: «Heger Tu me derdixî, bihêle em herʼin bikʼevine nava sûrîyê beraza». 32 Ewî gote wan: «Herʼin!» Ew jî derkʼetin çûn kʼetine nava beraza û ew sûrî pêva jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. 33 Berazvan rʼevîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinakʼetîya gotin. 34 Hingê hʼemû merivêd bajêr derkʼetine pêşîya Îsa û gava Ew dîtin, rʼeca ji Wî kirin ku ji eʼrdê wan herʼe. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia