Metta 7 - Peymana Nû (Încîl)Hînkirina derheqa lomekirinêda ( Lûqa 6:37-38 , 41-42 ) 1 Loma nekin, ku lome li we nebin. 2 Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî werʼa wê bê pîvanê. 3 Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? 4 Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê va ye kʼêran çʼeʼvê teda heye? 5 Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî. 6 Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durʼêd xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigêd xweda pʼêpes kin û seyê jî vegerʼin we bidirʼînin. Bixwazin, bigerʼin, derî xin ( Lûqa 11:9-13 ) 7 Bixwazin hûnê bistînin, bigerʼin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. 8 Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber vedibe. 9 Ji we kʼîjan e ew meriv, ku kurʼê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê? 10 Yan jî meʼsî bixwaze, ew meʼr bidê? 11 Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê weyî Eʼzmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin. Qanûna zêrʼ 12 Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanarʼa bikin. Ev e meʼna hînkirina Qanûnê û pʼêxembera. Derê teng ( Lûqa 13:24 ) 13 Derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rʼîya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin. 14 Lê gelekî teng e ew derî û zeʼmet e ew rʼîya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê rʼêyê dibînin. Dar û berê wê ( Lûqa 6:43-45 ) 15 Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne. 16 Hûnê wana ji berêd wan nas bikin. Gelo kesek ji stirîya tirîya diçine, yan jî ji dirʼîya hêjîra? 17 Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab berê xirab dide. 18 Dara qenc nikare berê xirab bide, ne jî dara xirab dikare berê qenc bide. 19 Her dara ku berê qenc nade tê birʼîn û avîtinê nava agir. 20 Awa hûnê wana ji kirêd wan nas bikin. Kʼî hêjayî Pʼadşatîya Eʼzmana ye ( Lûqa 13:26-27 ) 21 Ne ku ewê Minrʼa dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bikʼeve Pʼadşatîya Eʼzmana, lê ewê bikʼevê, yê ku eʼmirê Bavê Minî Eʼzmana diqedîne. 22 Wê Rʼojê gelekê Minrʼa bêjin: ‹Xudan! Xudan! Ne me bi navê Te pʼêxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek kʼeremet kirin?› 23 Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›. Mala yê serwaxt û mala yê bêfeʼm ( Lûqa 6:47-49 ) 24 Awa kʼî ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir. 25 Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin, lê ew mal hilneşîya, çimkî hʼîmê wê ser kêvir bû. 26 Lê kʼî ku van gotinêd Min dibihê û naqedîne, ew mîna merivekî bêfeʼm e, ku mala xwe ser qûmê çêkir. 27 Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin û ew mal hilşîya, lap wêran bû çû». Hʼukumê Îsa 28 Gava Îsa ev gotinêd Xwe ser hevda anî, eʼlalet ser hînkirina Wî zendegirtî man, 29 çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzanêd wan. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia