Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Metta 6 - Peymana Nû (Încîl)


Hînkirina bona xêrkirinê

1 Haş ji xwe hebin, ku hûn qencîyêd xwe ber meriva nekin, wekî ji wan bêne kʼifşê. Yan na, hûn ji Bavê xweyî Eʼzmana heq nastînin.

2 Awa çaxê tu xêra dikî, pêşîya xwe borʼîyê nexe, çawa durʼû kʼinîşt û kʼûçada dikin, wekî meriv pesinê wan bidin. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe îdî standîye.

3 Lê çaxê tu xêra dikî, bira destê çʼepê nizanibe destê rʼastê çi xêr kir,

4 ku xêrêd te dizîva bin. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Hînkirina bona dua
( Lûqa 11:2-4 )

5 Gava hûn dua dikin, mîna durʼûya nebin. Ew hʼiz dikin kʼinîşt û meydanada bisekinin dua bikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî wana heqê xwe standîye.

6 Lê çaxê tu dua dikî, bikʼeve oda xwe, derî li xwe bigire û Bavê xwerʼa ku nayê dîtinê duayê xwe bike. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.

7 Gava ku hûn dua dikin, mîna pʼûtpʼarista pʼirʼxeber nebin. Wana tʼirê bona pʼirʼ xeberdana wan duayêd wanê bêne bihîstinê.

8 Hûn mîna wan nebin, çimkî berî xwestina we, Bavê we zane çi werʼa lazim e.

9 Lê hûn aha dua bikin: ‹Bavê meyî Eʼzmana! Navê Te pîroz be,

10 Pʼadşatîya Te bê, eʼmirê Te be, çawa li eʼzmên, usa jî li ser eʼrdê.

11 Nanê meyî rʼojê rʼoj bi rʼoj bide me.

12 Deynêd me bibaxşîne, çawa ku em dibaxşînine deyndarêd xwe.

13 Û me nebe cêrʼibandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke, çimkî pʼadşatî, qewat û rʼûmet yêd Te ne, hʼeta-hʼetayê. Amîn›.

14 Heger hûn neheqîyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Eʼzmana jî wê we bibaxşîne.

15 Lê heger hûn neheqîyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqîyêd we nabaxşîne.


Hînkirina bona rʼojîyê

16 Gava ku hûn rʼojî digirin, mîna durʼûya meʼdekirî nîbin. Ew meʼdê xwe dikin, wekî meriv bizanibin ku ew rʼojî ne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ku wana heqê xwe standîye.

17 Lê çaxê tu rʼojî digirî, serçʼeʼvê xwe bişo, serê xwe şe ke,

18 wekî meriv nizanibin ku tu rʼojî yî, lê tʼenê Bavê teyî ku nayê dîtinê zanibe. Û Bavê teyî tiştêd ku tu dizîva dikî dibîne, wê heqê te bide te.


Xizna eʼzmana
( Lûqa 12:33-34 )

19 Li ser dinê xiznê xwerʼa necivînin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin didizin.

20 Lê xiznê xwerʼa li eʼzmên bicivînin. Li wê derê zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin nadizin.

21 Çimkî xizna te kʼîderê be, dilê te jî wê li wê derê be.


Çʼira bedenê
( Lûqa 11:34-36 )

22 Çʼira bedenê çʼeʼv e. Heger çʼeʼvê te pʼak e, tʼemamîya bedena teyê rʼonayî be.

23 Lê heger çʼeʼvê te xirab e, tʼemamîya bedena teyê teʼrî be. Awa heger ew rʼonaya ku nav teda ye teʼrî ye, teʼrî wê çiqas zêde be!


Xwedê û hebûka dinyayê
( Lûqa 16:13 )

24 Tʼu kes nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin.


Hînkirina derheqa xemkirinêda
( Lûqa 12:22-31 )

25 Lema ez werʼa dibêjim, bona eʼmirê xwe xema nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ne eʼmir ji xwarinê qîmettir e û beden jî ji kʼinca?

26 Dîna xwe bidine teyredêd eʼzmên. Ewana ne dirʼeşînin, ne didirûn û ne jî eʼmbarada dicivînin, lê Bavê weyî Eʼzmana rʼisqê wan digihîne. Ne hûn ji wan qîmettir in?

27 Îdî ji we kʼî dikare bi xemêd xwe deqekê ser eʼmirê xweda zêde ke?

28 Û bona kʼinca hûn çima xem dikin? Dîna xwe bidine sosinêd çolê, çawa şîn dibin, ne dixebitin û ne jî dirʼêsin.

29 Lê ez werʼa dibêjim, ku Silêman jî li nava tʼemamîya wê xêr-xizna xweda mîna ji wan yekê xwe nekir.

30 Heger gîhayê çolê, ku îro heye û sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa dixemilîne, lê çiqas zêde wê li we ke, kêmbawerno?

31 Îdî xem nekin û nebêjin: ‹Emê çi bixwin?› yan: ‹Çi vexwin?› yan jî: ‹Çi li xwe kin?›

32 Pʼûtpʼarist li pey wan hʼemû tişta dikʼevin, lê Bavê weyî Eʼzmana zane ku hûn hʼewcê wan hʼemû tişta ne.

33 Lê berê pêşin li Pʼadşatîya Xwedê bigerʼin û bikin ku rʼastîya Wî biqedînin û ew hʼemûyê werʼa bêne dayînê.

34 Îdî bona rʼoja sibê xema nekin, çimkî rʼoja sibê wê bona xwe xema bike. Xemêd rʼojê besî wê ne.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan