Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Metta 5 - Peymana Nû (Încîl)


Dannasînîya serê çʼîyê

1 Çaxê Îsa eʼlalet dît, hilkʼişîya çʼîyê, rʼûnişt û şagirtêd Wî hatine cem Wî.

2 Ewî dest bi hînkirina Xwe kir û wanrʼa got:


Hînkirina bona xwezilîya rʼast
( Lûqa 6:20-23 )

3 «Xwezî li rʼuhʼfeqîra, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.

4 Xwezî li hʼeznîya, çimkî ber dilêd wanda wê bê hatinê.

5 Xwezî li şkestîya, çimkî eʼrdê pʼara wan be.

6 Xwezî li wan, ku tʼî û birʼçîyê rʼastîqedandinê ne, çimkî ewê tʼêr bin.

7 Xwezî li dilrʼeʼma, çimkî ewê rʼeʼmê bibînin.

8 Xwezî li dilpaqija, çimkî ewê Xwedê bibînin.

9 Xwezî li wan, ku eʼdilayîyê dikin, çimkî ewê zarʼêd Xwedê bêne hʼesabê.

10 Xwezî li wan, ku bona rʼastîqedandinê têne zêrandinê, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana ya wan e.

11 Xwezî li we, gava bona navê Min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûrʼe buxdan li we bikin.

12 Eşq û şa bin, çimkî heqê we li eʼzmana gelek e. Bi vî cûrʼeyî pʼêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin.


Xwê û rʼonayî
( Marqos 9:50 ; Lûqa 14:34-35 )

13 Hûn xwêya eʼrdê ne. Lê heger xwê teʼma xwe unda ke, paşê ewê bi çi teʼmê bistîne? Îdî wê kêrî tiştekî neyê. Wê bigirin bavêjine nav dest-pʼîya.

14 Hûn rʼonaya dinyayê ne. Heger bajarek serê çʼîyê ye, nayê veşartinê.

15 Kesek jî çʼirê vênaxe û nake binê firaqê, lê datîne ser pʼêçʼirê, ku rʼonayê bide hʼemûyêd ku malêda ne.

16 Usa jî bira rʼonaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî eʼzmana bidin.


Hînkirina bona Qanûnê

17 Nefikirin ku Ez hatime nivîsarêd pʼêxembera û Qanûnê xirab kim. Ez nehatim ku xirab kim, lê wan hʼemûya bînime sêrî.

18 Ez rʼast werʼa dibêjim, berî derbazbûna eʼrd û eʼzman, deqek yan jî hʼerfeke biçʼûk ji Qanûnê wê tʼu car unda nebe, hʼeta ku hʼemû bêne sêrî.

19 Awa kʼî ji van tʼemîya yeke here biçʼûk xirab ke û meriva usa hîn ke, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada ji hʼemûya biçʼûktir bê hʼesabê. Lê kʼî ku wana pêk bîne û hîn bike, ewê Pʼadşatîya Eʼzmanada mezin bê hʼesabê.

20 Lema Ez werʼa dibêjim, heger rʼastîya we ji rʼastîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Hînkirina derheqa hêrsê û mêrkuştinêda

21 We bihîstîye ku pêşîyarʼa hatîye gotinê: ‹Nekuje! Kʼî ku bikuje, dîwana wî wê bê kirinê›.

22 Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.

23 Awa heger tu hʼedîya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye,

24 hʼedîya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşîyê herʼe birê xwerʼa li hev were û paşê were hʼedîya xwe bide.

25 Çaxê neyarê te te kʼaşî cem hʼakim dike, rʼêda tʼevî wî zû li hev were. Heger na, ewê te bide destê hʼakim, hʼakimê jî te bide destê berdestîyê xwe û te bavêje kelê.

26 Ez rʼast terʼa dibêjim, tu ji wir tʼu car dernakʼevî hʼeta polê paşin nedî.


Hînkirina derheqa zinêkʼarîyêda

27 We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Zinîyê neke›.

28 Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî bi temê xirab jinekê binihêrʼe, ewî dilê xweda îdî tʼevî wê zinêkʼarî kir.

29 Awa heger çʼeʼvê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.

30 Û heger destê teyî rʼastê te ji rʼê derdixe, wî jêke û bavêje. Terʼa hê qenc e ku endemekî te unda be, lê bedena te pêva nekʼeve ceʼnimê.


Hînkirina derheqa jinberʼdanêda
( Metta 19:9 ; Marqos 10:11-12 ; Lûqa 16:18 )

31 Ev jî hatîye gotinê: ‹Kʼî kʼulfeta xwe berʼde, bira kʼaxaza jinberʼdanê bide wê›.

32 Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ku bê sebebîya qavîyê jina xwe berʼde, ew dibe sebebê zinêkirina wê, heger dîsa ew mêr ke û kʼî ku yeke mêrberʼdayî bistîne, ew zinîyê dike.


Hînkirina bona sondê

33 We ev jî bihîstîye ku pêşîyarʼa hatîye gotinê: ‹Derew sond nexwe û sondê xwe li ber Xudan bîne sêrî›.

34 Lê Ez werʼa dibêjim, tʼu car sond nexwin, ne bi eʼzmên, çimkî ew tʼextê Xwedê ye,

35 ne jî bi eʼrdê, çimkî ew cîyê bin pʼîyêd Wî ye, ne jî bi Orşelîmê, çimkî ew bajarê Pʼadşê mezin e

36 û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan rʼeş kî.

37 Lê bira gotina we bibe ‹belê-belê› yan jî ‹na-na›. Ji vê zêdetir ji mîrêcin e.


Hînkirina derheqa hʼeyfhildanêda
( Lûqa 6:29-30 )

38 We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Çʼeʼv ji ber çʼeʼvva, diran ji ber diranva›.

39 Lê Ez werʼa dibêjim, miqabilî xiraba nesekinin. Heger yek şemaqekê li rʼûyê teyî rʼastê xe, yê din jî bide ber.

40 Û heger yek te kʼaşî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, pʼotê xwe jî jêrʼa bihêle.

41 Û heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, tʼevî wî duda herʼe.

42 Bide wî, kʼî ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku dixwaze ji te deyn bike.


Dijminêd xwe hʼiz bikin
( Lûqa 6:27-28 , 32-36 )

43 We bihîstîye ku hatîye gotinê: ‹Hevalê xwe hʼiz bike û bijene dijminê xwe›.

44 Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin,

45 wekî hûn bibine zarʼêd Bavê xweyî Eʼzmana. Çimkî Ew teʼva Xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba û baranê dibarîne hin ser rʼasta, hin jî ser nerʼasta.

46 Heger hûn wan hʼiz bikin, kʼîjan ku we hʼiz dikin, hûnê çi heq bistînin? Ne xercgir jî usa dikin?

47 Û heger hûn tʼenê silavê bidine birêd xwe, îdî hûn çi tiştî ji ewêd din zêdetir dikin? Ne pʼûtpʼarist jî usa dikin?

48 Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan