Metta 4 - Peymana Nû (Încîl)Cêrʼibandina Îsa ( Marqos 1:12-13 ; Lûqa 4:1-13 ) 1 Hingê Rʼuhʼ Îsa bire berʼîyê, ku ji Mîrêcin bê cêrʼibandinê. 2 Ewî çil rʼoj û çil şevî rʼojî girt, peyrʼa birʼçî bû. 3 Yê ku dicêrʼibîne nêzîkî Wî bû û gotê: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de bêje van kevira ku bibine nan». 4 Lê Îsa lê vegerʼand û gotê: «Nivîsar e: ‹Însan tʼenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikʼeve›». 5 Hingê mîrêcin Ew bire Bajarê Pîroz, ser bilindcîya banê pʼaristgehê da sekinandinê 6 û gote Wî: «Heger Tu Kurʼê Xwedê yî, de Xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‹Xwedê wê tʼemîya Te bide milyakʼetêd Xwe û wê Te ser destê Xwe bigirin, wekî nigê Te kevir nekʼeve›». 7 Îsa gotê: «Ev jî nivîsar e: ‹Xudan Xwedêyê xwe necêrʼibîne›». 8 Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan 9 û gote Wî: «Heger Tu deverʼûya bêyî, serê Xwe li ber min daynî, ezê van hʼemûya bidime Te». 10 Hingê Îsa gotê: «Dûrî Min herʼe, cino! Çimkî nivîsar e: ‹Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tʼenê Wîrʼa xulamtîyê bike!›» 11 Wî çaxî mîrêcin Ew hişt çû û va milyakʼet hatin jêrʼa berdestî kirin. Îsa qeza Celîlêda dest bi kʼarê Xwe dike ( Marqos 1:14-15 ; Lûqa 4:14-15 ) 12 Gava Îsa bihîst, wekî Yûhʼenna hate girtinê, Ew rʼabû çû Celîlê. 13 Ewî Nisret hişt, çû Kefernahûma devê gola Celîlê, li nav sînorê Zebûlonê û Neftelîyê cî-war bû. 14 Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî: 15 «Welatê Zebûlonê û welatê Neftelîyê, li ser rʼîya berbi golê, wî alîyê Ûrdunê, Celîla necihûya, 16 ew cimeʼta ku nav teʼrîstanîyêda rʼûniştibû, rʼonayîke mezin dît û ewêd ku li welat û sîya mirinêda rʼûniştibûn, rʼonayî ji wanarʼa derkʼet». 17 Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye». Îsa gazî her çar meʼsîgira dike ( Marqos 1:16-20 ; Lûqa 5:1-11 ) 18 Çaxê Îsa li devê gola Celîlê digerʼîya, rʼastî du bira hat, Şimhʼûnê ku jêrʼa Petrûs dihate gotinê û Endrawisê birê wî. Wana tʼorʼ davîte golê, çimkî meʼsîgir bûn. 19 Îsa wanarʼa got: «Pey Min werin, Ezê we bikime nêçʼîrvanêd meriva». 20 Wana jî hema wê demê tʼorʼêd xwe hiştin û pey Wî çûn. 21 Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rʼastî du birêd din jî hat, Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî. Wana tʼevî bavê xwe, Zebedî qeyikêda tʼorʼêd xwe hîvêz dikirin. Îsa gazî wan jî kir. 22 Wana jî hema wê demê qeyik û bavê xwe hiştin û pey Wî çûn. Îsa dannasîn dike, hîn dike û qenc dike ( Lûqa 6:17-19 ) 23 Îsa li tʼemamîya Celîlê digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir û Mizgînîya Pʼadşatîyê dida û her cûrʼe êş û nexweşî jî ku nav cimeʼtêda hebûn qenc dikirin. 24 Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin. 25 Gelek eʼlalet jî ji Celîlê, ji qeza Dêkapolîsê, ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji wî alîyê Ûrdunêyî rʼohilatê pey Wî diçûn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia