Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Metta 3 - Peymana Nû (Încîl)


Dannasînîya Yûhʼennayê nixumdar
( Marqos 1:1-8 ; Lûqa 3:1-18 ; Yûhʼenna 1:19-28 )

1 Wan rʼojada Yûhʼennayê nixumdar rʼabû nava berʼîya Cihûstanê dannasîn kir

2 û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».

3 Yûhʼenna ew bû, bona kʼîjanî Îşaya pʼêxember gotibû: «Dengek berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan hazir bikin û şiverʼîyêd Wî rʼast bikin›».

4 Kʼincê Yûhʼenna ji pirʼçʼa devê bû û qayîşeke çʼerm li piştê bû. Xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû.

5 Hingê cimeʼta Orşelîmê û tʼemamîya Cihûstanê û hʼemû alîyêd çʼemê Ûrdunê dihatine cem wî,

6 gunêd xwe didane rʼûyê xwe û ji wî çʼemê Ûrdunêda dihatine nixumandinê.

7 Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?

8 De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane.

9 Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.

10 Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir.

11 Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.

12 Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike eʼmbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».


Îsa tê nixumandinê
( Marqos 1:9-11 ; Lûqa 3:21-22 )

13 Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûhʼenna, ku ji wî bê nixumandinê.

14 Lê Yûhʼenna bona vê yekê Wîrʼa qayl nedibû û gote Wî: «Ez hʼewce me ku bi destê Te bême nixumandinê û Tu têyî cem min?»

15 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Niha bihêle, çimkî li me dikʼeve ku em hʼemû rʼastîyê aha bînine sêrî». Paşê Yûhʼenna qayl bû.

16 Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derkʼet, nişkêva eʼzman vebûn û ewî dît ku Rʼuhʼê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser Wî danî.

17 Û va dengek ji eʼzmana hat: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku ez ji Wî rʼazî me».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan