Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Metta 27 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa dibine ber Pîlato
( Marqos 15:1 ; Lûqa 23:1-2 ; Yûhʼenna 18:28-32 )

1 Gava sibeh safî bû, tʼemamîya serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê li hev şêwirîn ku Îsa çawa bidine kuştinê.

2 Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.


Axirîya Cihûda
( Kʼarêd Şandîya 1:18-19 )

3 Hingê Cihûdayê ku nemamîya Wî kir, dît ku Îsa hate neheqkirinê, pʼoşman bû, ew sî zîv vegerʼande serekêd kʼahîna û rʼûspîya

4 û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî merʼa ne? Tu zanî».

5 Ewî jî ew zîv avîtine nav pʼaristgehê, derkʼet çû xwe xeniqand.

6 Serekêd kʼahîna zîv hildan û gotin: «Ne rʼast e ku em van bikine nav xizna pʼaristgehê, çimkî ew heqê xûnê ye».

7 Hingê ew li hev şêwirîn û bi wan zîva Eʼrdê Axînker kʼirʼîn, bona tʼirbêd xerîba.

8 Lema ew eʼrd hʼeta îro jî «Eʼrdê Xûnê» tê gotinê.

9 Hingê ew gotina bi zarê Yêremîya pʼêxember hate sêrî: «Sî zîv qîmet dan, weke wî qîmetê ku hineke ji zarʼêd Îsraêlê qayl bûn

10 û ew dane Eʼrdê Axînker, çawa ku Xudan minrʼa eʼmir kir».


Pirsa Pîlato
( Marqos 15:2-5 ; Lûqa 23:3-5 ; Yûhʼenna 18:33-38 )

11 Îsa ber welî sekinî, welî ji Wî pirsî û got: «Tu yî pʼadşê cihûya?» Îsa wîrʼa got: «Te bi devê xwe got».

12 Lê çaxê serekêd kʼahîna û rʼûspîya davîtine Wî, Ewî qet caba kesekî neda.

13 Hingê Pîlato Wîrʼa got: «Tu nabihêyî çiqas şikîyatê Te dikin?»

14 Ewî dîsa caba kesekî neda, hʼeta welî jî şaş ma.


Dîwanêda hʼukumê kuştinê li ser Îsa derdixin
( Marqos 15:6-15 ; Lûqa 23:13-25 ; Yûhʼenna 18:39–19:16 )

15 Eʼdetê welî bû ku li cejinêda bi xwestina eʼlaletê girtîk wanrʼa berʼda.

16 Hingê girtîkî wanî kʼifş hebû, ku navê wî Barabas bû.

17 Gava ku ewana civîyan, Pîlato wanarʼa got: «Hûn kʼîjanî dixwazin ku ez bona we berʼdim, Barabas yan Îsayê ku Mesîh tê gotinê?»

18 Ewî zanibû ku ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî.

19 Gava ew li herema dîwanê rʼûniştibû, kʼulfeta wî cab şand û got: «Kʼarê te ewî Bêsûc nekʼetîye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona Wî gelek tişt ser minrʼa derbaz bûn».

20 Lê serekêd kʼahîna û rʼûspîya eʼlalet rʼazî kir, ku Barabas bixwazin û Îsa unda kin.

21 Welî dîsa wanarʼa got: «Hûn ji van her duya kʼîjanî dixwazin ku ez werʼa berʼdim?» Wana jî got: «Barabas!»

22 Pîlato wanarʼa got: «Lê ez Îsayê ku Mesîh jêrʼa dibêjin çawa bikim?» Hʼemûya jî got: «Bira bê xaçkirinê!»

23 Welî got: «Lê Evî çi xirabî kirîye?» Hingê wana hê kire qîrʼîn û gotin: «Bira bê xaçkirinê!»

24 Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».

25 Û tʼemamîya cimeʼtê caba wî da û got: «Bira xûna Wî li ser me û li ser zarʼêd me be!»

26 Hingê Pîlato Barabas wanarʼa berʼda, lê Îsa da ber qamçîya û da destê wan ku bê xaçkirinê.


Esker qerfê xwe li Îsa dikin
( Marqos 15:16-20 ; Yûhʼenna 19:2-3 )

27 Hingê eskerêd welî Îsa birine hindurʼê qesirê û tʼemamîya rʼefa eskera ser Wî civîya.

28 Kʼincê Wî jê êxistin û çuxekî sorê gevez lê kirin.

29 Paşê tʼacek ji stirîya vegirtin dane serê Wî û qamîşek jî dane destê Wîyî rʼastê. Hingê ber Wî çok dan, qerfê xwe pê kirin û gotin: «Xweş be, Pʼadşê Cihûda!»

30 Tʼûyî Wî kirin, qamîş hildan serê Wî xistin.

31 Pey qerfkirinêrʼa çuxê sor ji Wî êxistin û kʼincê Wî lêkirin û dane pêşîya xwe birin ku Wî xaç kin.


Xaçkirina Îsa
( Marqos 15:21-32 ; Lûqa 23:26-43 ; Yûhʼenna 19:17-27 )

32 Çaxê ew derkʼetine derva, eskera yekî kûrênî dît ku navê wî Şimhʼûn bû, pʼêyî ser wî kirin ku xaçê Wî hilde.

33 Ewana gihîştine wî cîyê ku jêrʼa Golgota digotin, ku tê feʼmkirinê: «Cîyê Qafa».

34 Şerava zirav tʼevkirî danê ku vexwe. Lê çaxê Ewî teʼm kir, nexwest vexwe.

35 Ew xaç kirin, ser kʼincê Wî pʼeşk avîtin û li nav xweda bela kirin.

36 Paşê wê derê rʼûniştin û nobedarî li Wî kirin.

37 Neheqîya Wî nivîsîn danîn fêza serê Wî: «EV ÎSA, PʼADŞÊ CIHÛYA YE».

38 Hingê du qaçax jî tʼevî Wî hatine xaçkirinê, yek milê rʼastê û yê din milê çʼepê.

39 Ewêd ku wirrʼa diçûn-dihatin Ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihʼejandin

40 û digotinê: «Ne Teyê pʼaristgeh hilşanda û sê rʼojada çêkira? De Xwe xilaz ke, heger Tu Kurʼê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!»

41 Usa jî serekêd kʼahîna, qanûnzana û rʼûspîya tʼevayî qerfê xwe Wî dikirin û digotin:

42 «Xelq xilaz kir, lê Xwe nikare xilaz ke! Ev nîne Pʼadşê Îsraêlê? De bira niha ji xaç bê xwarê û emê bawerîya xwe Wî bînin.

43 Gumana Xwe danî ser Xwedê, de bira niha Wî xilaz ke, heger Xwedê ji Wî rʼazî ye, çimkî got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›».

44 Qaçaxêd ku tʼevî Wî hatine xaçkirinê, wana jî usa teʼn li Wî dixistin.


Mirina Îsa
( Marqos 15:33-41 ; Lûqa 23:44-49 ; Yûhʼenna 19:28-30 )

45 Nîvro ji sihʼeta donzdeha hʼeta sihʼeta sisîya tʼemamîya eʼrdê bû teʼrî.

46 Nêzîkî sihʼeta sisîya Îsa bi dengekî bilind kire qîrʼîn û got: «Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?» ku tê feʼmkirinê: «Xwedêyê Min, Xwedêyê Min, Te çima Ez hiştim?»

47 Ewê ku nêzîk sekinîbûn, gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas dike».

48 Yek ji wan bi lez bezî, lûfika beʼrê hilda sirkêda kir, li ser qamîşekîva danî û da Wî ku vexwe.

49 Lê hinekêd din gotin: «Bisekine. Em bibînin, kʼa Êlyasê bê Wî xilaz ke?»

50 Îsa dîsa bi dengekî bilind kire gazî û rʼuhʼê Xwe da.

51 Hema hingê pʼerʼda pʼaristgehê ji sêrî hʼeta binî qelişî, bû du tîşa. Eʼrd hʼejîya, kevir qelişîn,

52 tʼirb vebûn û gelek mirîyêd buhurtî rʼabûn.

53 Ew ji tʼirba derkʼetin pey rʼabûna Îsarʼa, çûne Bajarê Pîroz û geleka ew dîtin.

54 Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»

55 Li wê derê gelek kʼulfet jî hebûn, ku dûrva dinihêrʼîn. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn, berdestî Wîrʼa kiribûn.

56 Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Ûsiv û dîya her du kurʼêd Zebedî li nav wanda bûn.


Definkirina Îsa
( Marqos 15:42-47 ; Lûqa 23:50-56 ; Yûhʼenna 19:38-42 )

57 Berê êvarê merivekî dewletî ji Arîmetyayê hat, ku navê wî Ûsiv bû. Ew jî yek ji şagirtêd Îsa bû.

58 Ew çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwest. Wê gavê Pîlato eʼmir kir ku cinyaz bê dayînê.

59 Ûsiv cinyaz hilda, qedekê kʼitanîyî paqijda kʼefen kir

60 û danî nav tʼirba xweye nû ku qeyêda kʼolabû. Paşê ewî kevirekî mezin holî ber derê tʼirbê kir û çû.

61 Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê bûn û pêşberî tʼirbê rʼûniştibûn.


Nobedarêd tʼirbê

62 Rʼoja din ku pey rʼoja tʼivdarekkirinê bû, serekêd kʼahîna û fêrisîya li cem Pîlato civîyan

63 û gotin: «Em xulam, tê bîra me, ku Ewî derewîn saxtîya Xweda gotibû: ‹Ezê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabim›.

64 Niha eʼmir ke ku hʼeta rʼoja sisîya miqatî tʼirbê bin, nebe ku şagirtêd Wî bên Wî bidizin û cimeʼtêrʼa bêjin: ‹Ew ji mirinê rʼabûye›. Îdî xalifandina paşîyê ji ya pêşîyê xirabtir be».

65 Pîlato wanrʼa got: «Va ne werʼa eskerêd nobedar. Herʼin çawa ku hûn zanin usa jî miqatî tʼirbê bin».

66 Ew jî çûn miqatî tʼirbê bûn, kevir mor kirin û eskerêd nobedar li ber danîn.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan