Metta 25 - Peymana Nû (Încîl)Mesela dehe qîzêd bikʼir 1 Hingê Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzêd bikʼir çʼirêd xwe hildan pêşîya zeʼvêda çûn. 2 Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfeʼm. 3 Bêfeʼma çʼirêd xwe hildan, lê rʼûn xwerʼa hilnedan, 4 lê serwaxta tʼevî çʼira rʼûn jî derdanada xwerʼa hildan. 5 Gava zeʼva derengî kʼet, hʼemû jî hênijîn û xewrʼa çûn. 6 Nîvê şevê dengek hat: ‹Va ye zeʼva tê! Pêşîya wîda herʼin!› 7 Hingê hʼemû bikʼir rʼabûn çʼirêd xwe saz kirin. 8 Bêfeʼma gote serwaxta: ‹Ji wî rʼûnê xwe bidine me jî, çimkî çʼirêd me vêdisin›. 9 Lê serwaxta caba wan da û gotin: ‹Na xêr, ev rʼûn wê tʼêra me û we neke. Qenc e ku hûn herʼine cem yêd ku difiroşin xwerʼa bikʼirʼin›. 10 Gava ew çûn bikʼirʼin, zeʼva hat û ewêd hazir tʼev wî kʼetine deʼwatê û derî hate girtinê. 11 Paşê bikʼirêd din hatin û gotin: ‹Em xulam, Em xulam! Derî li me veke!› 12 Lê ewî caba wan da got: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, ez we nas nakim›. 13 Awa hʼişyar bimînin, çimkî hûn ne rʼoja hatina Kurʼê Mêriv zanin, ne jî sihʼetê. Mesela sê xulama ( Lûqa 19:11-27 ) 14 Wî çaxî Pʼadşatîya Eʼzmana wê mîna vê yekê be: Merivek ku wê derkʼeta rʼêwîtîyê, gazî xulamêd xwe kir û hebûka xwe sparte wan. 15 Pênc telant dane yekî, du telant dane yekî û telantek jî da yekî, her kesîrʼa weke qewata wî û rʼêkʼet çû. 16 Ewê ku pênc telant standibûn, pêrʼa-pêrʼa çû bi wan kʼirʼî û firot, pêncêd din jî qazinc kirin. 17 Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin. 18 Lê ewê ku telantek standibû, çû eʼrd kʼola û zîvê axayê xwe têda veşart. 19 Pey gelek wextrʼa axayê wan xulama hat û xwest heq-hʼesabê xwe tʼevî wan rʼast ke. 20 Ewê ku pênc telant standibûn pêşda hat, pênc telantêd mayîn jî anîn û got: ‹Axayê min, te pênc telant dabûne min. Va min ser wanda pêncêd din jî qazinc kirine›. 21 Axayê wî gotêda: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!› 22 Ewê ku du telant standibûn jî hat û got: ‹Ez xulam! Te du telant dabûne min. Va min duduyêd din jî li ser wanda qazinc kirine›. 23 Axayê wî gotê: ‹Eʼferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştêd hindikîda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tişta. Bikʼeve şayîya axayê xwe!› 24 Lê ewê ku telantek standibû hat û got: ‹Axayê min, min zanibû ku tu merivekî hʼişk î. Ji wî cîyê te neçandîye didirûyî û cîyê ku te ne rʼeşandîye berev dikî. 25 Ez jî tirsîyam û çûm telantê te eʼrdêda veşart. Hanê malê te terʼa be›. 26 Axayê wî lê vegerʼand û gotê: ‹Xulamê xirab û xwerʼanedîtî! Te zanibû ez ji wî cîyê ku min neçandîye didirûm û ji wî cîyê ku min nerʼeşandîye berev dikim, 27 te çima zîvê min neda kʼarkira û ez bihatama min malê xwe bi selef bistanda? 28 Niha telant ji wî bistînin û bidine ewê ku dehe telantêd wî hene. 29 Çimkî yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. 30 Lê ew xulamê bêkêr bavêjine teʼrîya derva. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana›. Rʼoja Axretê 31 Gava Kurʼê Mêriv tʼevî hʼemû milyakʼeta û rʼûmeta Xweva bê, hingê wê ser tʼextê Xweyî rʼûmetê rʼûnê 32 hʼemû milet wê li ber Wî bicivin. Ewê wana ji hev başqe ke, çawa şivan pêz ji bizina vediqetîne. 33 Ewê pêz li milê Xweyî rʼastê bide sekinandinê, lê bizina li milê Xweyî çʼepê. 34 Hingê Pʼadşa wê yêd li milê Xweyî rʼastêrʼa bêje: ‹Werin bimbarekbûyîyêd alîyê Bavê Minda! Ew Pʼadşatîya ku bona we ji wextê eʼfirandina dinyayêda hazir bûye war bin. 35 Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin da Min, Ez tʼî bûm we av da Min, Ez xerîb bûm we Ez qebûl kirim, 36 Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc kirim, Ez nexweş bûm hûn ser Minda hatin, Ez kelêda bûm hûn hatine cem Min›. 37 Hingê yêd rʼast wê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan, me kʼengê Tu birʼçî dîtî û xwarin daye Te? Yan me Tu tʼî dîtî û av daye Te? 38 Me kʼengê Tu xerîb dîtî û Tu qebûl kirî, yan jî Tu teʼzî dîtî û Tu kʼinc kirî? 39 Kʼengê me Tu nexweş yan kelêda dîtî û em hatine cem Te?› 40 Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›. 41 Hingê Ewê yêd milê Xweyî çʼepêrʼa bêje: ‹Nifirʼlêbûyîno! Dûrî Min herʼin nava agirê hʼeta-hʼetayê, ku bona mîrêcin û milyakʼetêd wî hazir bûye. 42 Çimkî Ez birʼçî bûm we xwarin neda Min, Ez tʼî bûm we av neda Min, 43 Ez xerîb bûm we Ez qebûl nekirim, Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc nekirim, Ez nexweş û kelêda bûm hûn ser Minda nehatin›. 44 Hingê ewê Wîrʼa bêjin: ‹Xudan! Me kʼengê Tu birʼçî yan tʼî, yan xerîb, yan bê sitʼar, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkʼarî neda Te?› 45 Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›. 46 Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia