Metta 23 - Peymana Nû (Încîl)Hʼevza xwe ji qanûnzan û fêrisîya bikin ( Marqos 12:38-40 ; Lûqa 11:37-52 ; 20:45-47 ) 1 Hingê Îsa eʼlalet û şagirtêd Xwerʼa xeber da û got: 2 «Qanûnzan û fêrisî li ser kʼursîya Mûsa rʼûniştine. 3 Îdî ewana çi werʼa bêjin xwey kin û biqedînin, lê mîna wan nekin, çimkî ewana dibêjin, lê nakin. 4 Barêd giran û zeʼmet girêdidin, datînine ser milêd meriva, lê ew xwexa naxwazin tʼilîya xwe jî bidinê. 5 Ew her tiştî dikin, ku ber meriva bêne kʼifşê. Kʼîsikêd mezin li mil û eʼnîyêd xweva girêdidin û rʼîşîyêd kʼincêd xwe dirêj dikin. 6 Şayîyada herema jorin hʼiz dikin, kʼinîştada jî kʼursîyêd pêşin, 7 bazarada silavê bidine wan û meriv jî wanrʼa ‹mamosta› bêjin. 8 Lê bira werʼa nebêjin: ‹Mamosta›, çimkî dersdarê we yek e û hûn hʼemû jî bira ne. 9 Li ser dinê hûn tʼu kesîrʼa nebêjin: ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, ku eʼzmana ye. 10 Ne jî werʼa bêjin: ‹Rʼêber›, çimkî Rʼêberê we yek e, ew Mesîh e. 11 Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestîyê we. 12 Kʼî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be. Wey li durʼûya 13 Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê. 14 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Alîkîva hûn malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bi durʼûtî duayê xwe dirêj dikin. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be. 15 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn beʼr û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser rʼîya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine pʼara ceʼnimê. 16 Wey li we rʼêberêd kor, hûn dibêjin: ‹Kʼî ku bi pʼaristgehê sond dixwe, ne tiştek e. Lê kʼî ku bi zêrʼê li nav pʼaristgehê sond dixwe, dibe deyndar›. 17 Hey bêhʼiş û korno! Kʼîjan mezin e, zêrʼ yan pʼaristgeh, ku zêrʼ hʼelal dike? 18 Usa jî hûn dibêjin: ‹Kʼî ku bi gorîgehê sond dixwe ne tiştek e, lê kʼî ku bi hʼedîya li ser gorîgehê sond dixwe, dibe deyndar›. 19 Hey korno! Kʼîjan e mezin? Hʼedî yan gorîgeh, ku hʼedîyê hʼelal dike? 20 Awa kʼî ku bi gorîgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi hʼemû tiştêd ku ser wê hene sond dixwe. 21 Kʼî ku bi pʼaristgehê sond dixwe, ew hin bi wê sond dixwe, hin jî bi Yê ku wêda dijî sond dixwe. 22 Û kʼî ku bi eʼzmên sond dixwe, ew hin bi tʼextê Xwedê sond dixwe, hin jî bi Yê ku li ser Rʼûniştîye sond dixwe. 23 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn dehekê pûngê, anîsoyê û kʼêmûnê didin, lê tiştêd Qanûnêye pêş, awa gotî heqîyê, rʼeʼmê û bawerîyê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda. 24 Rʼêberêd kor! Hûn kʼermêşa diparzinin, lê deva dadiqurtînin! 25 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê hindurʼva tʼijî timayî û çʼeʼvbirʼçîyî ne. 26 Fêrisîyê kor! Pêşîyê hindurʼê fîncan û tʼasê paqij ke, wekî li derva jî paqij be. 27 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn mîna tʼirbêd sipîkirî ne, ku dervava bedew xuya dibin, lê hindurʼva bi hestûyê mirîya û bi hʼemû hʼeramîyêva tʼijî ne. 28 Usa jî hûn derva merivava rʼast kʼifş dibin, lê hindurʼva hûn durʼû ne û neheq in. Îsa axirîya wan wanrʼa dibêje 29 Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn mexberêd pʼêxembera çêdikin û tʼirbê yêd rʼast dixemilînin 30 û dibêjin: ‹Heger em rʼojêd bavêd xweda bûna, me tʼevî wan xûna pʼêxembera nedirʼêt›. 31 Îdî hûn niha xwexa didine îzbatkirinê, ku hûn zarʼêd wan bava ne, yêd ku pʼêxember kuştine. 32 De kêmasîya xirabîyêd bavêd xwe tʼemam kin. 33 Meʼrno! Çʼêjikêd meʼra! Hûnê çawa ji dîwana dojê birʼevin? 34 Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin. 35 Hʼemû xûna bêsûce ku ser rʼûyê eʼrdê hatîye rʼêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc hʼeta xûna Zekerîyayê kurʼê Berexîya, ewê ku we nav pʼaristgeh û gorîgehêda kuşt. 36 Ez rʼast werʼa dibêjim, ev hʼemû xûnê bê serê vî nisilî. Îsa li ser Orşelîmê dilovîne ( Lûqa 13:34-35 ) 37 Orşelîm! Orşelîm! Te pʼêxember dikuştin û şandîyêd cem xwe didane ber kevira! Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskê xweda dicivîne, lê we nexwest! 38 Va mala we wê xirabe û destjêkʼişandî bimîne. 39 Ez werʼa dibêjim, îdî ji vir şûnda hûn Min tʼu car nabînin, hʼeta ku bêjin: ‹Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê›». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia