Metta 22 - Peymana Nû (Încîl)Mesela deʼwatê ( Lûqa 14:15-24 ) 1 Dîsa Îsa bi mesela wanarʼa xeber da û got: 2 «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Pʼadşakî deʼwata kurʼê xwe kir. 3 Ewî xulamêd xwe şandin ku gazî xwendîyêd deʼwatê kin, lê wana nexwestin bên. 4 Xulamne din şandin û got: ‹Xwendîyarʼa bêjin: Min canega û hʼeywanêd xweye dermalîkirî serjêkirine û nanê xwe hazir kirîye, her tişt hazir e. Werine deʼwatê!› 5 Lê wana pişt guhê xweva avît, yek çû eʼrdê xwe û yê din tʼucaretîya xwe. 6 Yêd mayîn jî xulamêd wî girtin, kʼutan û kuştin. 7 Çaxê pʼadşê bihîst, hêrs kʼet, ordîya xwe şand qirʼa ewêd ku xulam kuştin anî û bajarê wan şewitand. 8 Hingê gote xulamêd xwe: ‹Deʼwat hazir e, lê xwendî ne hêja bûn. 9 Rʼabin herʼine serê rʼîya û hûn kʼê ku bibînin, tʼeglîfî deʼwatê kin›. 10 Û ew xulam derkʼetine serê rʼîya, kʼî ku dîtin, qenc û xirab, tʼev civandin û mala deʼwatê bi xwendîyava tʼijî bû. 11 Lê gava pʼadşa çû hindurʼ ku xwendîya bibîne, merivek li wir dît ku kʼincê deʼwatê lê tʼunebû 12 û gote wî: ‹Heval! Tu çawa bê kʼincê deʼwatê kʼetî vir?› Ewî deng nekir. 13 Wê gavê pʼadşê berdestîyarʼa got: ‹Dest û pʼîyê wî girêdin, bigirin bavêjine teʼrîya derva. Li wir wê bibe qîrʼîn û çʼirke-çʼirka dirana›. 14 Awa gazîkirî gelek in, lê bijartî hindik in». Pirsa xercdayîn û nedayînê ( Marqos 12:13-17 ; Lûqa 20:20-26 ) 15 Hingê fêrisî çûn şêwirîn, ku Wî çawa bi xebera bigirin. 16 Wana şagirtêd xwe tʼevî piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î û rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Minetê ji kesî nagirî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî. 17 Niha bêje me, Tu çawa tʼexmîn dikî? Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?» 18 Îsa qelpîya wan zanibû û got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin, durʼûno? 19 Pʼerê xercdayînê nîşanî Min kin». Û wana zîvek Wîrʼa anî. 20 Îsa ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye?» 21 Wana got: «Yêd Qeyser in». Hingê gote wan: «Awa çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê». 22 Gava wan bihîst zendegirtî man, Ew hiştin û çûn. Pirsa rʼabûna mirîya ( Marqos 12:18-27 ; Lûqa 20:27-40 ) 23 Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, wê rʼojê hineke ji wan hatine cem Îsa jê pirsîn 24 û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ‹Heger yek bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›. 25 Awa hʼeft bira li cem me hebûn. Birê mezin zewicî, bêzurʼet mir, jina wî birê wîrʼa ma. 26 Usa jî hate serê birê duda û yê sisîya, xulese hate serê her hʼefta jî. 27 Li pey hʼemûyarʼa ew jina jî mir. 28 De îjar wê Rʼoja Rʼabûna mirîya ew kʼulfetê bibe jina kʼîjanî ji wan her hʼefta? Çimkî hʼemûya jî ew standibû». 29 Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê. 30 Rʼoja Rʼabûna mirîya ne wê bizewicin, ne jî mêr kin, lê ewê mîna milyakʼetêd eʼzmên bin. 31 Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we ew xebera ku Xwedê werʼa gotibû nexwendîye? 32 ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›. Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye». 33 Gava eʼlaletê ev tişt bihîstin, ser hînkirina Wî zendegirtî man. Tʼemîya ser tʼemîyarʼa ( Marqos 12:28-34 ; Lûqa 10:25-28 ) 34 Lê gava fêrisîya bihîst ku Îsa sadûqî dengbirʼî kirin, hʼemû li cîkî civîyan. 35 Hingê ji wan qanûnzana yekî pirs da Îsa ku Wî bicêrʼibîne û gotê: 36 «Dersdar. Qanûnêda kʼîjan e tʼemîya here mezin?» 37 Îsa gote wî: «‹Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe û bi tʼemamîya hʼişê xwe›. 38 Ev e tʼemîya pêşin û here mezin. 39 Û ya duda jî mîna vê ye: ‹Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike›. 40 Ji van her du tʼemîyava hʼemû nivîsarêd pʼêxembera û Qanûnê girêdayî ne». Mesîh kurʼê kʼê ye? ( Marqos 12:35-37 ; Lûqa 20:41-44 ) 41 Gava fêrisî civîyan, Îsa ji wan pirsî 42 û got: «Hûn bona Mesîh çi difikirin, tʼexmîna we Ew kurʼê kʼê ye?» Jêrʼa gotin: «Kurʼê Dawid e». 43 Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid Wî pê Rʼuhʼ Xudanê xwe hʼesab dike? Çimkî wî got: 44 ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›. 45 Heger Dawid Wî ‹Xudan› hʼesab dike, Ew çawa dibe kurʼê wî?» 46 Û kesekî nikaribû caba Wî bida û li pey wê rʼojêrʼa kesekî newêribû pirsek jê bikira. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia