Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Metta 21 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa bi rʼûmet dikʼeve Orşelîmê
( Marqos 11:1-11 ; Lûqa 19:28-38 ; Yûhʼenna 12:12-19 )

1 Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, çʼîyayê Zeytʼûnê. Hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin

2 û wanarʼa got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe û hûnê kʼereke girêdayî ceʼşik ber bibînin. Wan kʼera vekin bînine cem Min.

3 Heger yek werʼa tiştekî bêje, hûn bêjin: ‹Xudanrʼa lazim in› û ewê zû wan bişîne».

4 Eva usa qewimî, ku ew gotina bi zarê pʼêxember bê sêrî:

5 «Bêjine bajarê Sîyonê: ‹Va Pʼadşê te tê cem te, berbihêr, li kʼerê û ceʼşika kʼerê sîyarbûyî›».

6 Şagirt çûn û çawa ku Îsa tʼemî dabû wan usa kirin.

7 Kʼer û ceʼşik anîn, kʼincêd xwe avîtine ser wan û Ew li wan sîyar bû.

8 Eʼlaleteke giran kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin, hineka jî çʼiqilê dara dibirʼîn û ser rʼê rʼadixistin.

9 Eʼlaleta ku li pêşîya Wî û li pey Wî diçû, dikire qîrʼîn û digot: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna Yê Herî Jorinrʼa!»

10 Gava Îsa kʼete Orşelîmê, tʼemamîya bajêr hʼejîya û pirsîn: «Ev kʼî ye?»

11 Eʼlaletê got: «Eva Îsayê Pʼêxember e, ji Nisreta Celîlê».


Îsa pʼaristgehêda
( Marqos 11:15-19 ; Lûqa 19:45-48 ; Yûhʼenna 2:13-22 )

12 Îsa kʼete pʼaristgehê û hʼemûyêd ku pʼaristgehêda tʼucaretî dikirin derxistin. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin

13 û gote wan: «Nivîsar e: ‹Mala Min mala dua wê bê hʼesabê›, lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›!»

14 Li wir pʼaristgehêda kor û seqet hatine cem Wî û Ewî ew qenc kirin.

15 Lê gava ku serekêd kʼahîna û qanûnzana ew kʼeremetêd ku Îsa kirin dîtin û usa jî ew zarʼêd ku pʼaristgehêda dikirine qîrʼîn û digotin: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa!» hêrs kʼetin

16 û gotine Wî: «Tu dibihêyî ev çi dibêjin?» Îsa wanarʼa got: «Belê. We qet nexwendîye ku: ‹Te bi zarêd tʼifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî›?»

17 Û Ewî ew li wir hiştin, ji bajêr derkʼet, çû Beytanyayê û şev li wir ma.


Dara hêjîrêye hʼişkbûyî
( Marqos 11:12-14 , 20-24 )

18 Sibehê zû, çaxê Ew vegerʼîya bajêr, birʼçî bû.

19 Ser rʼê dareke hêjîrê dît, nêzîkî wê bû, lê pêştirî belga tiştekî din pêva nedît û darêrʼa got: «Ji vir şûnda tu hʼeta-hʼetayê ber nedî!» Û dar pêrʼa-pêrʼa hʼişk bû.

20 Gava şagirta ev yek dît, zendegirtî man û gotin: «Çawa ev dara hêjîrê pêrʼa-pêrʼa hʼişk bû?»

21 Îsa caba wan da û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we hebe û dudilî nebin, hûnê ne tʼenê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger hûn vî çʼîyayîrʼa jî bêjin: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê›, wê bibe.

22 Heger bawerîya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin».


Pirsa derheqa hʼukumê Îsada
( Marqos 11:27-33 ; Lûqa 20:1-8 )

23 Gava Ew hate pʼaristgehê û cimeʼt hîn kir, serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtê hatine cem Wî û gotinê: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Û kʼê ev hʼukum daye Te?»

24 Îsa li wan vegerʼand û got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî werʼa bêjim Ez bi çi hʼukumî van kira dikim.

25 Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji kʼu bû, ji eʼzmên bû, yan ji meriva bû?» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê merʼa bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›

26 Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, em ji eʼlaletê ditirsin, çimkî hʼemûya qebûl dikir ku Yûhʼenna pʼêxember bû».

27 Wana caba Îsa da û gotin: «Em nizanin». Ewî wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim.


Mesela du kurʼa

28 Hûn çawa tʼexmîn dikin? Du kurʼêd merivekî hebûn. Ewî kurʼê xweyî mezinrʼa got: ‹Lawo! Îro herʼe nav rʼez, şixul bike›.

29 Ewî lê vegerʼand û got: ‹Ez naçim›, lê paşê pʼoşman bû û çû.

30 Hingê bav çû cem yê din ewî jî aha got: ‹Belê, ezê herʼim bavo›, lê neçû.

31 Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê.

32 Çimkî Yûhʼenna hat ku rʼîya rʼastîyê nîşanî we ke, we ew bawer nekir, lê xercgir û çʼeʼvdera ew bawer kirin. We ev tişt dît jî, lê dîsa hûn li xwe mukurʼ nehatin, ku we ew bawer bikira.


Mesela rʼezê tirîya û rʼezvana
( Marqos 12:1-12 ; Lûqa 20:9-19 )

33 Meseleke din jî bibihên. Merivekî xweyîmilkʼ hebû, rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din.

34 Gava wextê berdayînê nêzîk bû, ewî xulamêd xwe şandine cem rʼezvana, wekî ji berê rʼezê wî jêrʼa bînin.

35 Rʼezvana xulamêd wî girtin, yek kʼutan, yê din kuştin û yekî din jî dane ber kevira.

36 Ewî xulamne din şandin, ji yêd pêşin gelektir û wana usa jî anîne serê wan.

37 Axirîyê, kurʼê xwe şande cem wan û got: ‹Hilbet wê ji kurʼê min şerm bikin›.

38 Lê gava rʼezvan çʼeʼv kurʼê wî kʼetin, hevrʼa gotin: ‹Ev warê wî ye. Werin em vî bikujin û bibine xweyê mîratʼa wî›.

39 Û ew girtin ji rʼez derxistine der û kuştin.

40 Lê gava xweyê rʼez bê, wê çi serê wan rʼezvana bike?»

41 Gotine Wî: «Wê qirʼa wan neheqa bîne û rʼez bide rʼezvanêd usa, yêd ku wê wextda berê rʼezê wî bidinê».

42 Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›

43 Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.

44 Kʼî ku bikʼeve ser vî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bikʼeve ser kʼê, wê wî bihʼincirʼîne».

45 Gava serekêd kʼahîna û fêrisîya meselêd Wî bihîstin, feʼm kirin ku Ew bona wan dibêje.

46 Kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, çimkî Ew weke pʼêxemberekî qebûl dikirin.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan