Metta 20 - Peymana Nû (Încîl)Pʼalêd rʼezêd tirîya û heqê wan 1 «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî xweyîmilkʼ sibehê zû rʼabû, wekî bona rʼezê tirîyêd xwe pʼala bigire. 2 Ewî pʼalarʼa rʼojê zîvek qirar kir û ew şandine nava rʼezê xwe. 3 Nêzîkî sihʼeta neha derkʼet, hinekêd dine ku bazarêda betal sekinîbûn dîtin 4 û gote wan: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min û çi heqê we ye, ezê bidime we›. Ew jî çûn. 5 Dîsa sihʼeta donzdeha û sihʼeta sisîya derkʼet û usa kir. 6 Û nêzîkî sihʼeta pênca derkʼet, hinekêd din jî ku betal sekinîbûn dîtin û gote wan: ‹Çima tʼemamîya rʼojê hûn li vir betal sekinîne?› 7 Wana jêrʼa got: ‹Kesekî em pʼale negirtin›. Ewî wanarʼa got: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min›. 8 Gava rʼo çû ava, xweyê rʼez wekʼîlê mala xwerʼa got: ‹Gazî pʼala ke, heqê wan bidê, ji yêd paşin destpêbike hʼeta yêd pêşin›. 9 Ew pʼalêd ku sihʼeta pênca girtibûn, hatin û her yekî zîvek stand. 10 Gava yêd pêşin jî hatin, wana tʼirê ewê zêde bistînin. Lê wana jî her yekî zîvek stand. 11 Gava heqê xwe standin, hindava xweyê rʼezda bîna xwe teng kirin û gotin: 12 ‹Me tʼemamîya giranîya rʼojê û germa wê kʼişand, lê evêd paşwextîyê ku hatin sihʼetekê jî nexebitîn, te ew himberî me kirin›. 13 Malxê ji wan yekîrʼa got: ‹Heval! Ez neheqîyê li te nakim. Tu minrʼa zîvekî qayl nebûyî? 14 Heqê xwe bistîne û herʼe. Ez dixwazim çawa ku min da te, usa jî bidime evê paşin. 15 Yan îzina min li ser malê min tʼune, çi ku ez bixwazim wê jî bikim? Yan tu hʼevsûdîyê dikî, ku ez merʼd im?› 16 Bi vî awayî yêd paş wê bibine pêş û yêd pêş wê bibine paş». Îsa cara sisîya derheqa mirina xweda dibêje ( Marqos 10:32-34 ; Lûqa 18:31-34 ) 17 Çaxê Îsa hildikʼişîya Orşelîmê, tʼenê her donzdeh şagirtêd Xwe tʼevî Xwe birin û rʼêda gote wan: 18 «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê serekêd kʼahîna û qanûnzana. Ewê jêrʼa kuştinê derxin 19 û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê rʼoja sisîya Ewê ji mirinê rʼabe». Xwestina dîya kurʼêd Zebedî ( Marqos 10:35-45 ) 20 Hingê dîya kurʼêd Zebedî tʼevî her du kurʼêd xwe hate cem Îsa, xwe avîte nigê Wî tiştek jê dixwest. 21 Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî?» Ewê gote Wî: «Bêje, ku ev her du kurʼêd min li nav Pʼadşatîya Teda, yek li milê Teyî rʼastê, yê din jî li milê Teyî çʼepê rʼûnê». 22 Lê Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kʼasê vexwin, ya ku Ezê vexwim?» Wana gote Wî: «Belê, em dikarin». 23 Ewî wanarʼa got: «Rʼast e hûnê wê kʼasa Min vexwin, lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa alîyê Bavê Minda hatine hazirkirinê». 24 Gava her dehe şagirtêd din ev yek bihîst, dilê wan ji her du bira ma. 25 Lê Îsa ew gazî cem xwe kirin û got: «Hûn zanin ku mîrêd mileta serdestîyê wan dikin û giregirêd wan hʼukumî ser wan dikin. 26 Lê nava weda gerekê usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we. 27 Û kʼî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê we, 28 çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe». Îsa du kora qenc dike ( Marqos 10:46-52 ; Lûqa 18:35-43 ) 29 Gava ewana ji Erîhayê derkʼetin, eʼlaleteke giran da pey Wî çû. 30 Va du kor ser wê rʼê rʼûniştibûn. Gava bihîstin ku Îsa derbaz dibe, kirine qîrʼîn û gotinê: «Xudan, Kurʼê Dawid, li me were rʼeʼmê». 31 Eʼlaletê li wan hilat, ku dengê xwe bibirʼin, lê wana hê kire qîrʼîn û gotinê: «Xudan, Kurʼê Dawid, me were rʼeʼmê!» 32 Îsa sekinî, gazî wan kir û got: «Hûn çi ji Min dixwazin ku Ez bona we bikim?» 33 Wana jêrʼa got: «Xudan, bira çʼeʼvêd me vebin». 34 Gunê Îsa li wan hat û dest danî ser çʼeʼvêd wan. Destxweda çʼeʼvêd wan dîtin, dane pey Îsa çûn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia