Metta 18 - Peymana Nû (Încîl)Kʼî ye yê herî mezin? ( Marqos 9:33-37 ; Lûqa 9:46-48 ) 1 Wî çaxî şagirt hatine cem Îsa û gotinê: «Li nav Pʼadşatîya Eʼzmanada kʼî ye yê herî mezin?» 2 Îsa zarʼokek gazî cem Xwe kir, ew nav wanda da sekinandinê 3 û got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, heger hûn venegerʼin û nebine mîna zarʼoka, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana. 4 Awa kʼî ku mîna vê zarʼokê xwe biçʼûk ke, ew e yê herî mezin Pʼadşatîya Eʼzmanada. 5 Û kʼî ku zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Jirʼêderxistin ( Marqos 9:42-48 ; Lûqa 17:1-2 ) 6 Lê kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, wekî beraşek stûyê wîva bê girêdanê û binê beʼrêda bixeniqe. 7 Wey li dinyayê, bona ewêd ku meriva ji rʼê derdixin. Nabe ku ew tişt nebin, lê wey li wî ku meriv bi wî ji rʼê dikʼevin. 8 Heger destê te yan nigê te, te ji rʼê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Bona te hê qenc e ku tu qop yan seqet bikʼevî jîyînê, ne ku du dest yan du nigêd te hebin û bêyî avîtinê nava agirê hʼeta-hʼetayê. 9 Û heger çʼeʼvê te, te ji rʼê derdixe, wî derxe û bavêje. Bona te hê qenc e ku tu bi çʼeʼvekî bikʼevî jîyînê, ne ku bi du çʼeʼva bêyî avîtinê nava agirê dojê. Mesela peza undabûyî ( Lûqa 15:3-7 ) 10 Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin. 11 Kurʼê Mêriv hat ku yê undabûyî bigerʼe û xilaz ke. 12 Hûn çawa tʼexmîn dikin? Heger sed pezêd merivekî hebin û yek ji wan unda be, ewê nod neha nehêle çʼîya-banîya û neçe ku ya undabûyî bigerʼe? 13 Lê gava bibîne, ez rʼast werʼa dibêjim, ewê bona wê hê gelekî şa be, ne ku bona nod nehêd dine ku unda nebûne. 14 Usa jî Bavê weyî eʼzmana naxwaze ku ji van biçʼûka yek unda be. Birê ku gune dike ( Lûqa 17:3 ) 15 Heger birê te neheqîyê li te bike, gava tu û ew tʼenê ne, wî şîret ke. Heger ewî guhdarîya te kir, îdî te birê xwe qazinc kir. 16 Lê heger guhdarîya te nekir, yekî yan duduyêd din jî tʼevî xwe hilde, wekî: ‹Bi devê du yan sê şeʼda her tişt îzbat be›. 17 Lê heger ewî guhdarîya wan jî nekir, civînêrʼa bêje. Û heger guhdarîya civînê jî nekir, bira ew bona te bibe mîna pʼûtpʼarist û xercgira. 18 Ez rʼast werʼa dibêjim, çi ku hûn ser eʼrdê girêdin, li eʼzmên jî wê girêdayî be û çi ku hûn li ser eʼrdê vekin, li eʼzmên jî wê vekirî be. 19 Dîsa Ez rʼast werʼa dibêjim, heger dudu ji we li ser eʼrdê bi tʼifaq bona tiştekî dua bikin û bixwazin, Bavê Minî eʼzmana wê bide we. 20 Çimkî kʼîderê du yan sê meriv bi navê Min bicivin, Ez li wir nava wanda me». Mesela bona baxşandin û nebaxşandinê 21 Hingê Petrûs nêzîkî Wî bû û gotê: «Xudan. Gava birê min neheqîyê li min bike, gerekê ez çend cara bibaxşînimê, hʼeta hʼeft cara?» 22 Îsa gote wî: «Ez nabêjime te hʼeta hʼeft cara, lê hʼeta hʼeftê cara hʼeft. 23 Çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Pʼadşakî xwest tʼevî xulamêd xwe heq-hʼesabê xwe rʼast ke. 24 Gava dest bi hʼesaba kir, yek anîne cem wî, ku dehe hʼezar telantî deyndarê wî bû. 25 Lê çimkî nikaribû deynê xwe bida, xweyê wî eʼmir kir, ku ew, jina wî, zarʼêd wî û hʼemû hebûka wî bêne firotanê, ku deynê wî bê dayînê. 26 Hingê xulam deverʼûya çû nigê wî, lava jê kir û got: ‹Li min sebir ke. Ezê hʼemû jî li te vegerʼînim›. 27 Gunê xweyê wî li wî hat, ew berʼda û deynê wî jî baxşandê. 28 Lê çaxê ew xulam derkʼet, rʼastî xulam-hevalekî xwe hat ku sed zîvî deyndarê wî bû, dest kire xeneqê û gotê: ‹Tu çiqasî deyndarê min î bide!› 29 Hingê hevalê xulam xwe avîte nigê wî, jê lava kir û gotê: ‹Li min sebir ke. Ezê li te vegerʼînim›. 30 Lê ewî guh neda wî, çû ew avîte kelê, hʼeta ku ew deynê xwe bide. 31 Çaxê xulam-hevalêd wîye din ev yek dîtin, gelekî ber xwe kʼetin û çûn xweyê xwerʼa tiştêd ku qewimîbû gilî kirin. 32 Hingê axayê wî gazî wî kir û gotê: ‹Xulamê xirab! Min hʼemû deynê te baxşande te, bona wê yekê ku te lava ji min kir. 33 Lê ji te nedikʼet ku tu jî li xulam-hevalê xwe bihatayî rʼeʼmê çawa ku ez te hatime rʼeʼmê?› 34 Û axayê wî hêrs kʼet, ew da destê zulmdarêd kelê, hʼeta ku hʼemû deynê xwe vegerʼîne. 35 Usa jî Bavê Minî Eʼzmana wê li serê we her yekî bike, heger hûn bi dil nebaxşînine birê xwe». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia