Metta 17 - Peymana Nû (Încîl)Şagirt Îsa nava nûr û rʼûmetêda dibînin ( Marqos 9:2-13 ; Lûqa 9:28-36 ) 1 Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn. 2 Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. Rʼûyê Wî mîna teʼvê biriqî û kʼincêd Wî jî mîna nûrê çîl-qerqaş bûn. 3 Nişkêva Mûsa û Êlyas wanva xuya bûn û tʼevî Wî xeber dan. 4 Hingê Petrûs Îsarʼa got: «Xudan! Çawa rʼind e ku em vir in! Heger Tu bixwazî, ezê sê hʼolika li vê derê çêkim, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa, yekê jî Êlyasrʼa». 5 Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!» 6 Gava şagirta ew deng bihîst, deverʼûya çûn û rʼisasê ew girtin. 7 Lê Îsa nêzîkî wan bû, dest da wan û got: «Rʼabin, netirsin». 8 Wana jî serê xwe bilind kir û pêştirî Îsa kesek nedîtin. 9 Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî da wan û got: «Ew dîtina ku we dît kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji nav mirîya rʼanebe». 10 Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Lê çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?» 11 Îsa li wan vegerʼand û got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. 12 Lê Ez werʼa dibêjim, ku Êlyas hatîye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwestin, usa serê wî kirin. Wê usa jî serê Kurʼê Mêriv bikin». 13 Hingê şagirta feʼm kir, ku bona Yûhʼennayê nixumdar wanarʼa got. Îsa kurʼikekî cinakʼetî qenc dike ( Marqos 9:14-29 ; Lûqa 9:37-43a ) 14 Çaxê hatine cem eʼlaletê, merivek nêzîkî Îsa bû, ber çok da û gotê: 15 «Xudan, li kurʼê min were rʼeʼmê! Ew hîvê dikʼeve û gelekî cefa dibîne. Carna dikʼeve nava agir û carna jî nava avê. 16 Min ew anî cem şagirtêd Te, lê wana nikaribû ew qenc kira». 17 Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê we sebir kim? Ewî bînine vir cem Min». 18 Îsa lê hilat, cin jê derkʼet, kurʼik pêrʼa-pêrʼa qenc bû. 19 Hingê şagirt tʼenê hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?» 20 Îsa gote wan: «Bona kêmbawerîya we. Ez rʼast werʼa dibêjim, heger bawerîya we weke hʼebeke tʼoximê xerdalê hebe, hûnê vî çʼîyayîrʼa bêjin: ‹Ji vir derbazî wî alî be!› û wê derbaz be. Û bona we tiştekî nebûyînê wê tʼunebe. 21 Lê ev cisinê ha pê tiştekî din dernayê, pêştirî bi dua û bi rʼojîya». Îsa dîsa derheqa mirina xweda dibêje ( Marqos 9:30-32 ; Lûqa 9:43b-45 ) 22 Gava şagirt Celîlêda civîyan, Îsa wanarʼa got: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, 23 ewê Wî bikujin, lê rʼoja sisîya wê rʼabe». Û ewana gelekî ber xwe kʼetin. Xercdayîna pʼaristgehê 24 Çaxê ew hatine Kefernahûmê, xercgirêd duzîvê bona pʼaristgehê hatine cem Petrûs û gotinê: «Dersdarê we xercê duzîvê nade?» 25 Ewî got: «Belê». Çaxê Petrûs hate malê, pêşîyê Îsa ji wî pirsî: «Şimhʼûn! Tu çawa tʼexmîn dikî? Pʼadşêd dinyayê xerc yan bac ji kʼê distînin, ji bajarvanêd xwe, yan ji xerîba?» 26 Petrûs gotê: «Ji xerîba». Îsa gote wî: «Ku usa ye bajarvan aza ne. 27 Lê wekî em van pʼişk nekin, herʼe golê şewkê bavêjê û meʼsîyê pêşin ku derdikʼeve, bigire devê wî veke û tê nalekî çarzîvê bibînî. Ewî hilde, dewsa Min û xwe bide wan». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia