Metta 15 - Peymana Nû (Încîl)Rʼaw-rʼizimêd kal-bava û xebera Xwedê ( Marqos 7:1-13 ) 1 Hingê fêrisî û qanûnzanêd Orşelîmê hatine cem Îsa û gotinê: 2 «Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin? Destneşûştî nan dixwin». 3 Ewî li wan vegerʼand û got: «Lê hûn çima bona rʼaw-rʼizimêd xwe pey tʼemîyê Xwedê naçin? 4 Çimkî Xwedê got: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire› û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwerʼa bêje gerekê bê kuştinê›. 5 Lê hûn dibêjin: ‹Ewê ku dîya xwerʼa yan bavê xwerʼa bêje: Ew alîkʼarîya ku gerekê ji min bigihîje te ew Xwedêrʼa tê dayînê, 6 îdî ji wî nakʼeve ku ew qedirê dê û bavê xwe bigire›. Bi vî awayî bona xatirê rʼaw-rʼizimêd xwe hûn xebera Xwedê dikine xwelî. 7 Durʼûno! Îşaya bona we rʼast pʼêxembertî kirîye û gotîye: 8 ‹Eva cimeʼta bi zarê xwe qedirê Min digire, lê dilê wan ji Min dûr e. 9 Badîhewa Min dihʼebînin, tʼemîyêd meriva çawa qanûnêd Min cimeʼtê hîn dikin›». Tiştêd ku mêriv dihʼerʼimînin ( Marqos 7:14-23 ) 10 Hingê Îsa eʼlalet gazî cem Xwe kir û gote wan: «Bibihên û feʼm bikin! 11 Ne ku tiştê diçe dêv, ew meriva dihʼerʼimîne, lê çi ku ji dêv dertê, ew meriva dihʼerʼimîne». 12 Hingê şagirtêd Wî hatin û gotine Wî: «Tu zanî gava fêrisîya ev xeber bihîst, dilê wan ma?» 13 Ewî li wan vegerʼand û got: «Her dara ku Bavê Minî Eʼzmana daneçʼikandîye, wê ji kʼokêva bê rʼakirinê. 14 Ji wan vegerʼin! Ewe kor in û rʼêberê kora ne. Heger kor rʼêberîyê kora bike, her duyê jî bikʼevine çʼeʼlê». 15 Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Vê meselê merʼa şiroveke». 16 Îsa got: «Hûn jî hela hê feʼm nakin? 17 Çima hûn feʼm nakin, çi ku diçe dêv, derbazî nav-dil dibe û derdikʼeve derva? 18 Lê ew tiştêd ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in ku mêriv dihʼerʼimînin. 19 Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên. 20 Ev in ku meriva dihʼerʼimînin, lê destneşûştî nanxwarin meriva nahʼerʼimîne». Bawerîya kʼulfeta kenanî ( Marqos 7:24-30 ) 21 Îsa rʼabû ji wê derê çû alîyê Sûr û Saydê. 22 Û va kʼulfeteke kenanî ji wan dera hat, kire gazî û gote Wî: «Xudan, Kurʼê Dawid, min were rʼeʼmê. Qîza min cina dikʼeve, gelekî cefê dibîne». 23 Lê Ewî caba wê neda. Şagirtêd Wî nêzîkî Wî bûn hîvî jê kirin û gotin: «Tiştekî bêje vê, bira dûrî me kʼeve, çimkî pey me kʼetîye dike qarʼe-qarʼ». 24 Ewî cab da û got: «Ez tʼenê bona pezêd mala Îsraêlêye undabûyî hatime şandinê». 25 Lê ew kʼulfeta hat xwe avîte nigê Wî û gotê: «Xudan, alî min bike!» 26 Ewî li wê vegerʼand û gotê: «Ev ne rʼast e, wekî nanê ber zarʼa hildin û bavêjine ber sa». 27 Ewê jî got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ku ji sifra xweyê wan dikʼevine eʼrdê dixwin?» 28 Wî çaxî Îsa lê vegerʼand û gotê: «Eʼvdê, bawerîya te mezin e. Bira anegorî xwestina te terʼa be». Hema ji wê demê qîza wê qenc bû. Qenckirina geleka 29 Îsa ji wir çû ber gola Celîlê, rʼabû serê çʼîyê rʼûnişt. 30 Eʼlaleteke giran hate cem Wî, ku tʼevî xwe gelek seqet, kor, lal, şilûşeʼt û nexweşêd mayîn anîbûn û avîtine ber pʼîyêd Îsa. Ewî jî ew qenc kirin. 31 Gava eʼlaletê dît ku lala xeber dan, şilûşeʼt qenc bûn, seqet gerʼîyan û çʼeʼvê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedêyê Îsraêlê dan. Îsa çar hʼezara tʼêr dike ( Marqos 8:1-10 ) 32 Îsa gazî şagirtêd Xwe kir û got: «Gunê Min vê eʼlaletê tê. Eva sê rʼoj e tʼevî Min e û tiştekî wanî xwarinê tʼune. Ez naxwazim wan birʼçî verʼêkim ku rʼêva dilê wan xweva herʼe». 33 Şagirtêd Wî jêrʼa gotin: «Li vê berʼîyê emê ji kʼu haqas nan bînin, wekî evê eʼlaleta giran tʼêr kin?» 34 Îsa wanarʼa got: «Çend nanê we hene?» Wana got: «Hʼeft nan û çend meʼsîyêd hûr». 35 Îsa eʼmir kir ku eʼlalet ser eʼrdê rʼûnê. 36 Ewî her hʼeft nan û ew meʼsî hildan şikirî da û kerkirin. Paşê dane şagirta, şagirta jî dane eʼlaletê. 37 Hʼemûya jî tʼêr xwar û hʼeft zembîl jî tʼijî hûrikêd bermayî berev kirin. 38 Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zarʼa, weke çar hʼezar mêrî bûn. 39 Paşê Ewî eʼlalet verʼêkir, kʼete qeyikekê û hate sînorê Megedanê. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia