Metta 14 - Peymana Nû (Încîl)Kuştina Yûhʼennayê nixumdar ( Marqos 6:14-29 ; Lûqa 9:7-9 ) 1 Hingê Hêrodesê serwêrê Celîlê bona Îsa bihîst, 2 xulamêd xwerʼa got: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê». 3 Çimkî Hêrodes Yûhʼenna girtibû girêdabû û avîtibû kelê, rʼûyê Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xweda. 4 Çimkî Yûhʼenna Hêrodesrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu Hêrodîyayê bistînî». 5 Û Hêrodes jî dixwest ew bikuşta, lê ji cimeʼtê ditirsîya, çimkî cimeʼtê Yûhʼenna çawa pʼêxember qebûl dikir. 6 Gava rʼoja bûyîna Hêrodes hat, qîza Hêrodîyayê şayîyêda bona wan rʼeqisî û dilê Hêrodes gelekî xweş hat. 7 Ewî sond xwar û gote qîzikê: «Tu çi bixwazî ezê bidime te». 8 Qîzik jî ji dîya xwe hatibû şîretkirinê û gotê: «Kʼa li vir, ser sinîyê serê Yûhʼennayê nixumdar bide min». 9 Pʼadşa ber xwe kʼet, lê çimkî li ber tʼeglîfkirîya sond xwaribû, eʼmir kir ku xwestina wê bê dayînê. 10 Ewî şand kelêda serê Yûhʼenna da lêxistinê 11 û serê wî li ser sinîyê anîn dane keçʼikê. Keçʼikê jî dîya xwerʼa bir. 12 Hingê şagirtêd wî hatin cinyazê wî hildan û ew defin kirin. Paşê çûn Îsarʼa gotin. Îsa pênc hʼezara tʼêr dike ( Marqos 6:30-44 ; Lûqa 9:10-17 ; Yûhʼenna 6:1-14 ) 13 Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi qeyikê tʼenê çû cîkî xewle. Lê gava eʼlaletê bihîst, ji bajara peya pey Wî çûn. 14 Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat û nexweşêd wan qenc kirin. 15 Berê êvarê şagirtêd Wî hatine cem û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, îdî dereng e. Îzina eʼlaletê bide ku herʼine gunda xwerʼa xurek bikʼirʼin». 16 Lê Îsa wanarʼa got: «Ne hʼewce ye ku ew herʼin. Hûn xurek bidine wan». 17 Wana lê vegerʼand û gotinê: «Li vir pêştirî pênc nan û du meʼsîya tiştekî meyî mayîn tʼune». 18 Ewî wanarʼa got: «Wan nan û meʼsîya bînine cem Min». 19 Îsa eʼmir kir ku eʼlalet li ser şînayîyê rʼûnên. Ewî her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da û ew nan kerkirin. Paşê da şagirta, şagirta jî da eʼlaletê. 20 Hʼemûya jî xwar tʼêr bûn û donzdeh sele jî tʼijî hûrikêd bermayî berev kirin. 21 Ewêd ku xwarin, pêştirî jin û zarʼa weke pênc hʼezar mêrî bûn. Îsa pʼîya li ser avêrʼa diçe ( Marqos 6:45-52 ; Yûhʼenna 6:15-21 ) 22 Pêrʼa-pêrʼa Îsa pʼêyî ser şagirta kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê bin, hʼeta ku Xwexa eʼlaletê verʼêke. 23 Çaxê Ewî eʼlalet verʼêkir, tʼenê rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike. Gava rʼo çû ava, Ew li wira tʼenê bû, 24 lê qeyik îdî ji devê golê dûr kʼetibû û nava pêlada bû, çimkî ba miqabilî wê bû. 25 Qereberbangê Îsa ser golêrʼa peya diçû nêzîkî wan dibû. 26 Lê gava şagirta dît ku Ew ser golêrʼa peya diçe, bizdîyan û gotine hev: «Ev xeyal e!» Û wana ji tirsa kire qîrʼîn. 27 Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!» 28 Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, heger Tu yî, eʼmir ke ku ez ser avêrʼa bême cem Te». 29 Îsa gotê: «Were!» Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêrʼa çû, ku herʼe cem Îsa. 30 Lê çaxê ewî bayê qayîm dît tirsîya û îdî wê nuq bûya, kire qîrʼîn: «Xudan, min xilaz ke!» 31 Wê demê Îsa destê Xwe dirêjî wî kir, ew girt û jêrʼa got: «Kêmbawero! Çima tu dudilî bûyî?» 32 Çaxê kʼetine qeyikê, ba sekinî. 33 Û ewêd qeyikêda serê xwe li ber Wî danîn û gotinê: «Rʼastî Tu Kurʼê Xwedê yî». Îsa Cênîsartêda nexweşa qenc dike ( Marqos 6:53-56 ) 34 Gava ew derbazî wî berî golê bûn, li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê. 35 Binelîyêd wir Ew nas kirin, şandin tʼemamîya dor-bera, hʼemû nexweş anîne cem Wî. 36 Wana hîvî jê dikir ku tʼenê rʼîşîyêd kʼincê Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia