Metta 13 - Peymana Nû (Încîl)Mesela tʼoximrʼeş ( Marqos 4:1-9 ; Lûqa 8:4-8 ) 1 Wê rʼojê Îsa ji malê derkʼet, li devê golê rʼûnişt. 2 Û haqas eʼlalet hate cem Wî, ku Ew kʼerba kʼete qeyikê rʼûnişt û tʼemamîya eʼlaletê devê golê sekinî. 3 Ewî gelek tişt bi mesela ew hîn kirin û got: «Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. 4 Gava dirʼeşand, hinek ji wan kʼetine devê rʼê, teyrede hatin û ew xwarin. 5 Hinekêd din kʼetine ser eʼrdê kevirî, ku li wir xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne kʼûr bû. 6 Lê çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn. 7 Hinekêd din kʼetine nava stirîya, stirî rʼabûn û ew xeniqandin. 8 Lê hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û ber dan, yê sed, yê şêst û yê sî. 9 Guhê kʼê heye bira bibihê!» Îsa çima bi mesela xeber dide ( Marqos 4:10-12 ; Lûqa 8:9-10 ) 10 Wê gavê şagirtêd Wî nêzîk bûnê û gotinê: «Çima bi mesela Tu wanarʼa xeber didî?» 11 Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê. 12 Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û serda birʼije û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê. 13 Ez bona wê yekê bi mesela wanrʼa xeber didim, ku ewana dinihêrʼin û nabînin, dibihên, lê guhê xwe nadine ser û feʼm nakin. 14 Li ser wan pʼêxembertîya Îşaya tê sêrî ku dibêje: ‹Hûnê bibihên û guh bidinê, lê feʼm nekin, hûnê binihêrʼin û dîna xwe bidinê, lê nebînin. 15 Çimkî eva cimeʼta serhʼişk e, bi guha giran dibihên û çʼeʼvêd xwe girtine, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi guha nebihên û bi hʼiş feʼm nekin, venegerʼin, ku Ez wan qenc kim›. 16 Lê xwezî li çʼeʼvêd we, ku dibînin û guhêd we, ku dibihên. 17 Ez rʼast werʼa dibêjim, gelek pʼêxember û merivêd rʼast hʼizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û bibihîstana çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin. Şirovekirina mesela tʼoximrʼeş ( Marqos 4:13-20 ; Lûqa 8:11-15 ) 18 Niha hûn şirovekirina mesela tʼoximrʼeş bibihên. 19 Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê. 20 Ewêd li eʼrdê kevirî hatine çandinê ew in, ku çaxê xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa qebûl dikin. 21 Lê rʼaw ku nava wanda tʼunene, dirêj tʼaw nakin. Gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, ew zû ji rʼê dikʼevin. 22 Ewêd li nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên û xemêd vê dinyayê û derewêd dewletîyê xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. 23 Lê ewêd li nava eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, feʼm dikin û ber didin, hinek sed, hinek şêst û hinek sî». Mesela genim û zîwanê 24 Îsa meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî nav eʼrdê xweda tʼoximê qenc çand. 25 Gava hʼemû rʼazayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû. 26 Gava genim gihîşt berê xwe da, hingê zîwan jî pêrʼa kʼifş bûn. 27 Xulamêd xweyê eʼrdê nêzîkî wî bûn û gotinê: ‹Axayê me! Te nava eʼrdê xweda tʼoximê qenc neçand? Lê ev zîwan ji kʼu hatin?› 28 Ewî li wan vegerʼand û got: ‹Dijminekî ev tişt kirîye›. Xulama jî gote wî: ‹Niha tu qayl î ku em herʼin wan rʼakin?› 29 Ewî got: ‹Na, nebe çaxê hûn zîwanê rʼakin, gênim jî pêrʼa derxin. 30 Bihêlin bira her du jî hevrʼa bigihîjin hʼeta rʼoja nandirûnê. Rʼoja nandirûnê ezê pʼalarʼa bêjim, pêşîyê zîwanê biçinin, gurʼz-gurʼz girêdin bona şewatê, lê gênim bikine eʼmbara min›». Du meselêd li ser Pʼadşatîya Xwedê: ( Marqos 4:30-32 ; Lûqa 13:18-21 ) 31 Meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî hʼebeke tʼoximê xerdalê hilda, nav eʼrdê xweda çand. 32 Ew ji hʼemû tʼoxima hûrtir e, lê gava digihîje, ji hʼemû pʼincarʼa mestir dibe û dibe dar, usa ku teyredêd eʼzmên tên hêlînêd xwe ser çʼiqilêd wê çêdikin». 33 Îsa meseleke din jî wanarʼa got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna hevîrtirʼşk e, ku kʼulfetekê hilda, nava sê kod arda stira, hʼeta ku hʼemû hilat». Îsa bi mesela xeber dide ( Marqos 4:33-34 ) 34 Îsa ev hʼemû tişt bi mesela eʼlaletêrʼa gotin û bê mesele tʼu tişt wanarʼa nedigot. 35 Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxember bê sêrî: «Ezê bi mesela wanrʼa xeber dim, tiştêd ji wextê eʼfirandina dinyayêda veşartî gilî kim». Şirovekirina mesela genim û zîwanê 36 Hingê Îsa eʼlalet hişt, hate mal. Şagirtêd Wî hatine cem Wî û gotinê: «Mesela genim û zîwanê merʼa şiroveke». 37 Ewî li wan vegerʼand û got: «Ewê ku tʼoximê qenc çand, Kurʼê Mêriv e. 38 Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in. 39 Dijminê ku ew çand, mîrêcin e. Nandirûn axirîya dinyayê ye, pʼale jî milyakʼet in. 40 Û çawa ku zîwanê tʼop dikin dişewitînin, axirîya vê dinyayê jî wê usa be. 41 Kurʼê Mêriv wê milyakʼetêd Xwe bişîne û ewê ji Pʼadşatîya Wî hʼemûyêd ku merîya ji rʼê derdixin û neheqîyê dikin bibijêrin 42 û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana. 43 Hingê merivêd rʼast wê Pʼadşatîya Bavê xweda mîna teʼvê şewq bidin. Guhê kʼê heye bira bibihê! Meselêd xizna veşartî û durʼê qîmet 44 Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Eʼrdekîda xizneke veşartî hebû. Merivek wê dibîne, vedişêre, şabûna diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî eʼrdî dikʼirʼe. 45 Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî bazirganî durʼêd rʼind digerʼe. 46 Gava durʼekî pʼirʼ qîmet dibîne, diçe hʼemû hebûka xwe difiroşe û wî durʼî dikʼirʼe. Mesela tʼorʼa avîtî 47 Dîsa Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Tʼorʼek tê avîtinê nava beʼrê û hʼemû cûrʼe meʼsî dikʼevinê. 48 Gava tʼorʼ tʼijî dibe, dikʼişînine devê beʼrê û rʼûdinîn meʼsîyêd kêr dibijêrin dikine derdana, lê yêd bêkêr wêda davêjin. 49 Axirîya dinyayê jî wê usa be. Milyakʼetê derkʼevin xiraba ji nav qenca bibijêrin 50 û bavêjine kʼûra agir. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana». Rʼastîyêd kevin û nû 51 Îsa ji wan pirsî: «We ev hʼemû tişt feʼm kirin?» Wana jêrʼa got: «Belê». 52 Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe». Bajarê Nisretê, li kʼu Îsa mezin bibû, Wî qebûl nake ( Marqos 6:1-6 ; Lûqa 4:16-30 ) 53 Gava Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wir çû 54 hate cî-miskʼenê Xwe, kʼinîşta wanda ew hîn dikirin. Ew jî zendegirtî diman û digotin: «Ev serwaxtî û qewata kʼeremeta ji kʼu gihîştîyê? 55 Ne Ev kurʼê necar e? Ne navê dîya Wî Meryem e? Ne Aqûb, Ûsiv, Şimhʼûn û Cihûda birêd Wî ne? 56 Ne hʼemû xûşkêd Wî cem me ne? Ev hʼemû tişt ji kʼu gihîştine Wî?» 57 Bi vî awayî ew ji Wî çûn, lê Îsa wanarʼa got: «Pʼêxember tʼu cîyî ne bêqedir e, pêştirî mala xwe û cî-miskʼenê xweda». 58 Ewî li wê derê gelek kʼeremet nekirin, çimkî bawerîya wan tʼunebû. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia