Metta 12 - Peymana Nû (Încîl)Pirsa rʼoja şemîyê ( Marqos 2:23-28 ; Lûqa 6:1-5 ) 1 Hingê Îsa rʼojeke şemîyê nava zevîyarʼa derbaz bû, şagirtêd Wî birʼçî bûn û destpêkirin simbilêd genim çinîn û xwarin. 2 Gava fêrisîya ev yek dît, Wîrʼa gotin: «Hela binihêrʼe, şagirtêd Te tiştê necayîzî rʼoja şemîyê dikin». 3 Îsa wanarʼa got: «We nexwendîye ku Dawid çi kir, gava ew û yêd pêrʼa birʼçî bûn? 4 Ne ew kʼete Xana Xwedê û nanê Xwedêrʼa dayî xwar, ew nan ne wîrʼa cayîz bû bixwara, ne jî ewêd tʼevî wîrʼa, lê tʼenê kʼahînarʼa? 5 Yan jî we Qanûnêda nexwendîye, ku kʼahîn rʼojêd şemîyê pʼaristgehêda şemîyê dihʼerʼimînin û dîsa bê sûc in? 6 Lê Ez werʼa dibêjim, ku li vir Yekî ji pʼaristgehê mestir heye. 7 Heger we zanibûya meʼna vê xeberê çi ye ku tê gotinê: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›, hingê weyê yêd bêsûc gunekʼar nekirana. 8 Çimkî Kurʼê Mêriv Xudanê rʼoja şemîyê ye». Îsa rʼoja şemîyê merivê ku destê wî kʼişîyabû qenc dike ( Marqos 3:1-6 ; Lûqa 6:6-11 ) 9 Îsa ji wir rʼabû çû, hate kʼinîşta wan. 10 Merivek li wir hebû, ku destê wî kʼişîyabû. Hineka dixwest ku xeyba Îsa bikirana, ji Wî pirsîn û gotinê: «Cayîz e ku meriv rʼoja şemîyê nexweşa qenc bikin?» 11 Ewî jî wanarʼa got: «Ew ji we kʼî ye, ku pezeke wî hebe û rʼoja şemîyê bikʼeve çʼeʼlê, wê negire û dernexe? 12 Lê însan çiqas ji pêz qîmettir e! Awa rʼoja şemîyê qencîkirin cayîz e». 13 Hingê wî merivîrʼa got: «Destê xwe dirêj ke». Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû. 14 Lê fêrisî derkʼetine derva bona Îsa li hev şêwirîn ku çawa Wî bidine kuştinê. Xulamê Xwedêyî bijartî 15 Û gava Îsa pê hʼesîya, ji wê derê çû, gelek eʼlalet jî pey Wî çû. Ewî hʼemû jî qenc kirin 16 û tʼemî da wan ku bona Wî nekine dengî. 17 Eva aha bû ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî: 18 «Va ye xulamê Min, yê ku Min bijartîye û hʼizkirîyê Minî ku Min begem kirîye. Ezê Rʼuhʼê Xwe daynime ser Wî û Ewê miletarʼa heqîyê eʼlam ke. 19 Ewê ne bikʼeve hʼucetê, ne bike qarʼe-qarʼ û ne jî yekê dengê Wî meydanada bibihê. 20 Ew qamîşê pʼerçʼiqî hûr nake, pʼilta diçʼirûse vênasîne, hʼeta ku heqîyê bigihîne sêrî. 21 Û hʼemû milet wê gumana xwe daynine ser navê Wî». Îsa û Belzebûl ( Marqos 3:20-30 ; Lûqa 11:14-23 ; 12:10 ) 22 Hingê cinakʼetîkî korî lal anîne cem Wî û Ewî ew qenc kir, usa ku ewî hin dît û hin jî xeber da. 23 Û tʼemamîya eʼlaletê zendegirtî ma û got: «Gelo Ev e kurʼê Dawid?» 24 Lê gava fêrisîya bihîst gotin: «Eva bi hʼukumê serwêrê cina Belzebûl cina derdixe». 25 Lê nêtêd dilê wan Îsava eʼyan bûn û wanarʼa got: «Her pʼadşatîya ku nav wêda tʼifaq tʼunebe wê wêran be û her bajar yan mala ku li nava wêda tʼifaq tʼunebe ew namîne. 26 Heger mîrêcin xwexa xwe derdixe, ku usa ye nava pʼadşatîya wîda bêtʼifaqî heye, îdî pʼadşatîya wî wê çawa bimîne? 27 Heger Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Wekî usa ye ewê bibine hʼakimêd we. 28 Lê heger Ez bi hʼukumê Rʼuhʼê Xwedê cina derdixim, îdî Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we. 29 Yan çawa yek dikare bikʼeve mala mêrxasekî û hebûka wî tʼalan ke, heger pêşîyê wî mêrxasî girênede? Gava girêda, hingê wê bikaribe mala wî tʼalan ke. 30 Kʼî ku ne tʼevî Min e, miqabilî Min e û kʼî ku tʼevî Min tʼop nake, bela dike. 31 Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, her gune û gotinêd xirab wê li meriva bêne baxşandinê, lê ewê ku gotineke xirab miqabilî Rʼuhʼ bêje, li wî nayê baxşandinê. 32 Kʼî tiştekî miqabilî Kurʼê Mêriv bêje, wê bê baxşandinê, lê heger yek hindava Rʼuhʼê Pîrozda bêje, li wî nayê baxşandinê, ne vê dinê ne jî wê dinê. Dar û berê wê ( Lûqa 6:43-45 ) 33 Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê. 34 Çʼêjikêd meʼra! Hûn çawa dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî dil çiva tʼijî ye zar jî ewê dibêje. 35 Merivê qenc, ji xizna xweye qenc qencîyê derdixe, lê merivê xirab, ji xizna xweye xirab xirabîyê derdixe. 36 Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê meriv bona her xebereke pʼûçʼ ku xeber didin wê cabdar bin. 37 Çimkî hûnê bi xeberêd xwe bêsûc bin û bi xeberêd xwe gunekʼar bin». Kʼeremetekê çawa nîşan dixwazin ( Marqos 8:11-12 ; Lûqa 11:29-32 ) 38 Hingê hineka ji qanûnzan û fêrisîya Wîrʼa gotin: «Dersdar! Em dixwazin ku nîşanekê ji Te bibînin». 39 Ewî li wan vegerʼand û got: «Nisilê xirab û xalifî nîşanekê dixwaze, lê jêrʼa nîşaneke din nayê dayînê pêştirî nîşana Ûnis pʼêxember. 40 Çawa ku Ûnis sê rʼoj û sê şeva zikê hʼûtda ma, Kurʼê Mêriv jî usa wê sê rʼoj û sê şeva nava kʼûrayîya eʼrdêda bimîne. 41 Merivêd Nînewayê wê Rʼoja Axretê rʼabin û vî nisilî neheq kin, çimkî ewana bi dannasînîya Ûnis ji gunekirinê vegerʼîyan û va Yekî ji Ûnis mestir li vir heye. 42 Pʼadşa Başûrê Rʼoja Axretê wê rʼabe vî nisilî neheq ke, çimkî ewa ji serê dinê hat, ku serwaxtîya Silêman bibihê û va ye Yekî ji Silêman mestir li vir heye. Paşda hatina rʼuhʼê hʼeram ( Lûqa 11:24-26 ) 43 Çaxê rʼuhʼê hʼeram ji mêriv dertê, cîyê bê av digerʼe ku rʼihʼetîyê bibîne. Lê gava nabîne, 44 hingê ew dibêje: ‹Ez vegerʼime wê mala xweye ku jê derkʼetime›. Gava ew tê, dibîne wê mal vala, paqijkirî û hevdayî ye. 45 Hingê diçe hʼeft cinêd dine ji xwe xirabtir jî tîne, dikʼevine wir dijîn. Û axirîya wî merivî ji pêşîyê xirabtir dibe. Usa jî wê bê serê vî nisilê xirab». Dê û birayêd Îsa ( Marqos 3:31-35 ; Lûqa 8:19-21 ) 46 Hê Ewî eʼlaletêrʼa xeber dida, va dîya Wî û birayêd Wî li derva sekinîn, dixwestin tʼevî Wî xeber dana. 47 Yekî jêrʼa got: «Va dîya Te û birayêd Te derva ne û dixwazin tʼevî Te xeber din». 48 Ewî jî li wî vegerʼand û gotê: «Kʼî ye dîya Min û kʼî ne birayêd Min?» 49 Hingê destê Xwe dirêjî şagirtêd Xwe kir û got: «Va ne dê û birayêd Min! 50 Çimkî kʼî ku xwestina Bavê Minî eʼzmana bîne sêrî, ew e birê Min, xûşka Min û dîya Min». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia