Metta 11 - Peymana Nû (Încîl)Îsa caba pirsa Yûhʼennayê nixumdar dide ( Lûqa 7:18-35 ) 1 Çaxê Îsa tʼemîyêd ku dane her donzdeh şagirtêd Xwe xilaz kirin, ji wî cîyî çû nav bajarêd wan, ku hîn ke û dannasîn ke. 2 Gava Yûhʼenna kelêda bona şixulêd Mesîh bihîst, çend şagirtêd xwe şandine cem Wî 3 û jê pirsîn: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?» 4 Îsa caba wan da û got: «Herʼin, çi ku hûn dibînin û dibihên Yûhʼennarʼa bêjin. 5 Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê. 6 Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe». 7 Gava ewana çûn, Îsa bona Yûhʼenna eʼlaletêrʼa destpêkir got: «Hûn derkʼetine berʼîyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihʼeje? 8 Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Merivekî kʼincê nazik li xwe kirî? Ne ewêd ku kʼincê nazik li xwe dikin, ew malêd pʼadşada ne? 9 Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Pʼêxemberekî? Belê ez werʼa dibêjim, ji pʼêxemberekî jî mestir e. 10 Eva ew e, bona kʼîjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê rʼîya Te pêşîya Teva hazir ke›. 11 Ez rʼast werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼennayê nixumdar mestir nebûye. Lê Pʼadşatîya Eʼzmanada yê herî biçʼûk ji wî mestir e. 12 Ji rʼojêd Yûhʼennayê nixumdar hʼeta niha Pʼadşatîya Eʼzmana bi zorbetîyê tê hʼicûmkirinê û yêd zorbe dikin ku zeftî xwe kin. 13 Çimkî hʼemû pʼêxembera û Qanûnê hʼeta Yûhʼenna bona Pʼadşatîya Eʼzmana şeʼdetî dan. 14 Û heger hûn dixwazin vê yekê qebûl kin, ew e Êlyasê ku gerekê bihata. 15 Guhê kʼê heye bira bibihê. 16 Niha Ez vî nisilî mîna çi bişibînim? Ew mîna wan zarʼa ne, yêd ku bazarada rʼûniştî ne, gazî hevalêd xwe dikin 17 û dibêjin: ‹Me bona we zurʼnê xist, hûn nerʼeqisîn û bona we beytʼ gotin, we şîn nekir›. 18 Yûhʼenna hat, ne dixwar, ne vedixwar û digotin: ‹Cin wîda heye›. 19 Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. Lê serwaxtî bi eʼmelêd xwe kʼifş dibe ku ew rʼast e». Bajarêd nebawer ( Lûqa 10:13-15 ) 20 Hingê Îsa destpêkir li wan bajara hilat, kʼîjanada gelek kʼeremetêd Wî qewimîbûn, çimkî ew ji gunekirinê venegerʼîyan. 21 «Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx û kʼozîyê tʼobe bikirana. 22 Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê, hʼalê Sûrê û Saydê wê ji hʼalê we çêtir be. 23 Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzman bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Heger ew kʼeremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê hʼeta rʼoja îroyîn bima. 24 Lê Ez werʼa dibêjim, Rʼoja Axretê hʼalê welatê Sodomê wê ji hʼalê te çêtir be». Werin cem min û hêsa bin ( Lûqa 10:21-22 ) 25 Hingê Îsa got: «Şikir navê Te be Bavo, Xudanê eʼrd û eʼzman, ku Te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zarʼa vekirin. 26 Belê Bavo, çimkî aha li Te xweş hat. 27 Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê. 28 Werine cem Min hʼemûyêd westîyayî û bargiran û Ezê rʼihʼetîyê bidime we. 29 Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwerʼa rʼihʼetîyê bibînin. 30 Çimkî nîrê Min rʼihʼet e û barê Min sivik e». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia