Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Marqos 9 - Peymana Nû (Încîl)

1 Û Ewî wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku nebînin Pʼadşatîya Xwedê bi qewat tê».


Şagirt Îsa nava nûr û rʼûmetêda dibînin
( Metta 17:1-13 ; Lûqa 9:28-36 )

2 Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn. Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê.

3 Kʼincêd Wî usa çîl-qerqaş bûn û haqasî biriqîn, ku li ser rʼûyê eʼrdê tʼu tiştekî kʼincsipîkirinê nikaribû ew haqasî sipî bikira.

4 Hingê Êlyas û Mûsa wanva xuya bûn û tʼevî Îsa xeber dan.

5 Petrûs Îsarʼa got: «Dersdar, çawa rʼind e ku em vir in! De emê sê hʼolika çêkin, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa û yekê jî Êlyasrʼa».

6 Ew usa tirsîya bûn, ku Petrûs nizanibû çi bêje.

7 Wê gavê eʼwrek derkʼet li ser wan kire sî û dengek ji eʼwr hat: «Ev e Kurʼê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!»

8 Nişkêva şagirta li dora xwe nihêrʼî, pêştirî Îsa kesek nedîtin.

9 Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî li wan kir got: «Çi ku we dît tʼu kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji mirinê rʼanebe».

10 Şagirta ev tʼemî xwey kir û ji hevdu pirsîn, kʼa meʼna vê rʼabûna ji mirinê çi ye.

11 Û wana jê pirsî: «Gelo çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?»

12 Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê?

13 Lê Ez werʼa dibêjim, Êlyas hatîye jî û çawa ku bona wî hatibû nivîsarê, usa jî serê wî kirin, çawa ku dilê wan xwest».


Îsa kurʼikekî cinakʼetî qenc dike
( Metta 17:14-21 ; Lûqa 9:37-43a )

14 Gava vegerʼîyane cem şagirtêd din, dîtin li dora wan eʼlaleteke giran girtîye û qanûnzan jî wanrʼa kʼetibûne deʼwê.

15 Hingê tʼemamîya eʼlaletê ku Îsa dît, gelekî eʼcêbmayî ma, berbi Wî bezîn û silav danê.

16 Îsa ji şagirta pirsî: «Hûn bona çi wanrʼa kʼetine deʼwê?»

17 Ji nav eʼlaletê merivekî lê vegerʼand û got: «Dersdar! Min kurʼê xweyî rʼuhʼê lalva girtî anî cem Te.

18 Kʼîderê ku pê digire wî eʼrdê dixe, kʼef dêv dikʼeve, diran lê dikine çʼirke-çʼirk û rʼeq dibe. Min hîvî ji şagirtêd Te kir, ku vî rʼuhʼî derxin, lê nikaribûn».

19 Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min».

20 Wana kurʼik anîne cem Îsa. Gava ku rʼuhʼê hʼeram Îsa dît, pêrʼa-pêrʼa kurʼik veçʼirʼikand. Ew kʼete eʼrdê, kʼef dêv kʼet û pʼirpitî.

21 Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kʼengêva ev yeka tʼevî wî diqewime?» Ewî got: «Ji zarʼotîyêda.

22 Û vî rʼuhʼî gelek cara eva avîtîye nava êgir û avê, ku wî bikuje. Lê heger ji destê Te tê, tiştekî bike bira gunê Te li me bê, alîkʼarîya me bike!»

23 Îsa wîrʼa got: «Te got çi? ‹Heger ji destê te tê?› Bona yê bawer dike her tişt dibe».

24 Wê gavê bavê kurʼik kire qîrʼîn û got: «Ez bawer dikim. Alîkʼarîya nebawerîya min bike!»

25 Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!»

26 Rʼuhʼ kire qîrʼîn, kurʼik qayîm veçʼirʼikand jê derkʼet. Û kurʼik bû mîna mirîya, usa ku geleka digot: «Ew mir!»

27 Lê Îsa destê wî girt, ew rʼakir. Kurʼik jî rʼabû sekinî.

28 Çaxê Îsa kʼete malê, şagirtêd Wî başqe jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?»

29 Îsa li wan vegerʼand û got: «Cinê vî cûrʼeyî bi tʼu tiştî dernayê, pêştirî bi dua».


Îsa dîsa derheqa mirina Xweda dibêje
( Metta 17:22-23 ; Lûqa 9:43b-45 )

30 Ji wir çûn û nav Celîlêrʼa derbaz bûn. Îsa nedixwest ku kes vê yekê bihʼese,

31 çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe».

32 Lê wana ev gotin feʼm nedikir, ditirsîyan jî ku ji Wî bipirsin.


Kʼî ye yê herî mezin?
( Metta 18:1-5 ; Lûqa 9:46-48 )

33 Û ew hatine Kefernahûmê. Gava Îsa malda bû, ji şagirta pirsî: «Hûn rʼêda bona çi hevrʼa kʼetibûne deʼwê?»

34 Wana dengê xwe nekir, çimkî rʼêda nav hevda xeber dabûn, kʼa ji wan kʼî ye yê herî mezin.

35 Îsa rʼûnişt, gazî her donzdeha kir û wanrʼa got: «Heger yek dixwaze bibe yê pêş, gerekê ew bibe yê herî paş û xulamê hʼemûya».

36 Û destê zarʼokekê girt, nav wanda da sekinandinê, paşê ew zarʼok da hʼemêza Xwe û wanrʼa got:

37 «Kʼî zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, ew ne ku Min, lê Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Yê ne miqabilî me ye, ew pişta me ye
( Lûqa 9:49-50 )

38 Yûhʼenna Îsarʼa got: «Dersdar! Me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê».

39 Lê Îsa got: «Pêşîyê li wî negirin. Kesek tʼune ku bi navê Min kʼeremetekê bike û pêrʼa-pêrʼa bikaribe hindava Minda xirab xeber de.

40 Çimkî ewê ku ne miqabilî me ye, ew pişta me ye.

41 Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê ku tʼase av bide we bona xatirê wê yekê, ku hûn pʼara Mesîh in, ewê heqê xwe qet unda neke.


Jirʼêderxistin
( Metta 18:6-9 ; Lûqa 17:1-2 )

42 Kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava beʼrê.

43-44 Heger destê te, te ji rʼê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu qop bikʼevî jîyînê, ne ku du destêd te hebin û herʼî ceʼnimê, nava agirê ku qet natemire.

45-46 Heger nigê te, te ji rʼê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu bê nig bikʼevî jîyînê, ne ku du nigêd te hebin û bêyî avîtinê ceʼnimê.

47 Heger çʼeʼvê te, te ji rʼê derdixe, wî derxe! Bona te hê qenc e, ku tu bi çʼeʼvekî bikʼevî Pʼadşatîya Xwedê, ne ku du çʼeʼvê te hebin û bêyî avîtinê ceʼnimê.

48 Wê derê ‹ewê ji kurmê nemirî bêne kotinê û agirê jî netemire›.

49 Çimkî her merivekê bi êgir bê xwêkirinê.

50 Xwê tiştekî qenc e. Lê heger xwê şorʼayîya xwe unda ke, hûnê çawa dîsa şorʼayîya wê bînine cî? Bira teʼma xwê nava weda be û bi hevrʼa eʼdilayîyêda bijîn».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan