Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Marqos 8 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa çar hʼezara tʼêr dike
( Metta 15:32-39 )

1 Wan rʼojada dîsa eʼlaleteke giran civîya. Tiştekî wanî xwarinê tʼunebû ku bixwarana, Îsa gazî şagirtêd Xwe kir û got:

2 «Gunê Min li vê eʼlaletê tê. Ev sê rʼoj e tʼevî Min e û tiştekî wanî xwarinê tʼune.

3 Heger Ez wan birʼçî verʼêkime malêd wan, dilê wanê rʼêva xweva herʼe û ji van hinek jî ji cîyêd dûr hatine».

4 Şagirtêd Wî lê vegerʼandin û gotin: «Li vê berʼîyê emê ji kʼu haqas nan dest xin, ku vê cimeʼtê tʼêr kin?»

5 Îsa ji wan pirsî: «Çend nanêd we hene?» Wana got: «Hʼeft».

6 Hingê eʼmir kir ku eʼlalet ser eʼrdê rʼûnê. Ewî ew hʼeft nan hildan şikirî da, ew kerkirin û paşê dane şagirtêd Xwe, ku daynine ber eʼlaletê. Wana ew danîne ber wan.

7 Û çend meʼsîyêd wane hûr jî hebûn. Îsa bona wan jî şikirî da û got: «Van jî daynine ber eʼlaletê».

8 Wana xwar û tʼêr bûn. Paşê hʼeft zembîl ji hûrikêd bermayî berev kirin.

9 Ewêd ku xwarin, weke çar hʼezar meriva bûn. Gava ku Îsa ew verʼêkirin,

10 pêrʼa-pêrʼa tʼevî şagirtêd Xwe kʼete qeyikê û çûne qeza Dalmanûtayê.


Kʼeremetekê çawa nîşan ji eʼzmana dixwazin
( Metta 16:1-4 )

11 Fêrisî hatin û destpêkirin Îsarʼa kʼetine deʼwê. Ew dicêrʼibandin û ji Wî nîşanek ji eʼzmên dixwestin.

12 Kʼûr kʼeser hatê û got: «Çima eva nisila li nîşanekê digerʼe? Ez rʼast werʼa dibêjim ku vî nisilîrʼa nîşanek nayê dayînê».

13 Wî ew hiştin, dîsa kʼete qeyikê û derbazî wî berî golê bû.


Hevîrtirʼşkê fêrisîya û Hêrodes
( Metta 16:5-12 )

14 Îjar şagirta bîr kiribû ku xwerʼa nan hildana. Li cem wan, qeyikêda pêştirî nanekî tiştekî wanî xwarinê tʼunebû.

15 Îsa tʼemî da wan û got: «Miqatî xwe bin, hʼevza xwe ji hevîrtirʼşkê fêrisîya û usa jî yê Hêrodes bikin».

16 Lê ewana nav hevda xeber didan û digotin: «Nanê me tʼune, lema aha dibêje».

17 Îsava eʼyan bû ku ew çi dibêjin û wanrʼa got: «Hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tʼune? Hela hê hûn feʼm nakin? Û serê weda rʼûnanî, hela hê hûn nagihîjine gilîya?

18 Çʼeʼvê we hene, hûn nabînin? Guhê we hene, hûn nabihên? Çawa nayê bîra we,

19 çaxê Min pênc nan bona pênc hʼezar meriva kerkirin? We ji hûrikêd bermayî çend seleyêd tʼijî berev kirin?» Wan lê vegerʼand û gotin: «Donzdeh».

20 «Û gava Min hʼeft nan bona çar hʼezar meriva kerkirin, we çend zembîlêd tʼijî bermayî berev kirin?» Wan got: «Hʼeft».

21 Îsa wanrʼa got: «Lê çima hûn hê feʼm nakin?»


Li Beytsaydayê qenckirina korekî

22 Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê Xwe dayne ser wî.

23 Ewî jî destê merivê kor girt, ji gund derxiste der, tʼûyî çʼeʼvêd wî kirin û destêd Xwe danîne ser wî, pirsî: «Tu tiştekî dibînî?»

24 Ewî jî li jorê nihêrʼî û got: «Ez meriva dibînim, lê mîna dara ne, ku digerʼin».

25 Dîsa Îsa destêd Xwe danîne ser çʼeʼvêd wî, kor zûrʼ bû nihêrʼî û çʼeʼvêd wî vebûn, her tişt zelal dît.

26 Îsa ew şande mala wî û jêrʼa got: «Nekʼeve nava gund».


Petrûs şeʼdetîyê li ser Îsa dide
( Metta 16:13-20 ; Lûqa 9:18-21 )

27 Îsa tʼevî şagirtêd Xwe çû gundêd Qeyserîya Fîlîpoyê û rʼêda ji şagirtêd Xwe pirsî: «Bi tʼexmîna meriva Ez kʼî me?»

28 Wan lê vegerʼand û gotin: «Hinek dibêjin ‹Yûhʼennayê nixumdar e›, hinekêd din dibêjin ‹Êlyas e›, hinekêd mayîn jî dibêjin ‹yek ji pʼêxembera ye›».

29 Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi tʼexmîna we Ez kʼî me?» Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tʼu Mesîh î».

30 Ewî tʼemî li wan kir, ku derheqa Wîda kesîrʼa tiştekî nebêjin.


Îsa derheqa cefa û mirina Xweda dibêje
( Metta 16:21-28 ; Lûqa 9:22-27 )

31 Pey vê yekêrʼa Îsa destpêkir şagirtêd Xwe hîn kir, ku gerekê Kurʼê Mêriv gelekî cefê bikʼişîne, ji alîyê rʼûspîya, serekêd kʼahîna û qanûnzanada bê tʼexsîrkirinê û kuştinê, lê rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe.

32 Ewî ev yek zelal got. Hingê Petrûs Ew da alîkî û lê hilat.

33 Lê Îsa ser milê Xweva zivirʼî û li şagirtêd Xwe nihêrʼî, li Petrûs hilat û got: «Ji ber çʼeʼvê Min betavebe, cino! Çimkî nêt-fikira te ne ji Xwedê ye, lê ji merivayê ye».

34 Paşê Îsa gazî eʼlaletê û şagirtêd Xwe kirin, wanrʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û pey Min bê.

35 Çimkî kʼî ku dixwaze eʼmirê xwe xilaz ke, ewê wî unda ke û kʼî ku eʼmirê xwe bona Min û Mizgînîyê unda ke, ewê wî xilaz ke.

36 Çi feyde heger meriv tʼemamîya dinyayê qazinc ke, lê eʼmirê xwe unda ke?

37 Yan jî meriv çi dikare ber eʼmirê xweva bide?

38 Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan