Marqos 7 - Peymana Nû (Încîl)Rʼaw-rʼizimêd kal-bava û xebera Xwedê ( Metta 15:1-9 ) 1 Fêrisîya û hinek qanûnzanêd ku ji Orşelîmê hatibûn, dora Îsa girtin. 2 Wana dît ku hineke ji şagirtêd Wî bi destêd hʼeram, awa gotî destneşûştî nan dixwin. 3 Fêrisî û hʼemû cihû pey rʼaw-rʼizimêd kal û bavêd xwe diçin, hʼeta ku destêd xwe rʼind neşon, nanê xwe naxwin 4 û ji bazarê jî çi tînin, hʼeta avê nexin, naxwin. Gelek eʼdetêd din jî hene, ku ji kal û bava hildane û diqedînin: Mesele, mîna şûştina tʼasa, şerbika û firaqêd sifire mayîn. 5 Hingê fêrisî û qanûnzana ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtêd Te pey rʼaw-rʼizimêd kal û bava naçin û bi destêd hʼeram nan dixwin?» 6 Ewî li wan vegerʼand û got: «Îşaya bona we durʼûya rʼast pʼêxembertî kirîye! Çawa ku hatîye nivîsarê: ‹Eva cimeʼta bi zarê xwe qedirê Min digire, lê dilê wan ji Min dûr e. 7 Badîhewa Min dihʼebînin, tʼemîyêd meriva çawa qanûnêd Min cimeʼtê hîn dikin›. 8 Hûn tʼemîyêd Xwedê dihêlin û pey rʼaw-rʼizimêd merivayîyê dikʼevin». 9 Û got: «Hûn tʼemîyêd Xwedê rʼind didine alîkî, wekî rʼaw-rʼizimêd xwe xwey kin. 10 Mesele, Mûsa gotîye: ‹Qedirê dê û bavê xwe bigire› û ‹Ewê ku gilîkî qolayî dê û bavê xwerʼa bêje, gerekê bê kuştinê›. 11 Lê hûn dibêjin: ‹Kʼî ku dîya xwe yan bavê xwerʼa bêje: Ew alîkʼarîya ku gerekê ji min bigihîje te, ew «qurban» e›, (awa gotî dîyarîk e ku Xwedêrʼa tê dayînê) 12 hûn îdî nahêlin ku ew tiştekî dê û bavê xwerʼa bike! 13 Bi vî awayî, hûn bi wan rʼaw-rʼizimêd xweye ku derbazî nisilêd nû dikin, xebera Xwedê dikine xwelî. Û hûn gelek tiştêd aha dikin». Tiştêd ku mêriv dihʼerʼimînin ( Metta 15:10-20 ) 14 Hingê Îsa eʼlalet dîsa gazî cem Xwe kir û gote wan: «Hûn hʼemû guhdarîya Min bikin û feʼm kin. 15 Tiştekî usa tʼune, ku ji derva bikʼeve nav-dilê mêriv û wî bihʼerʼimîne, lê ew tiştêd ku ji dil dertên, ew mêriv dihʼerʼimînin. 16 Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê». 17 Gava ji eʼlaletê qetîya hate mal, şagirtêd Wî meʼna wê meselê jê pirsîn. 18 Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn hê nagihîjine gilîya? Çima hûn feʼm nakin, çi ku ji derva dikʼeve nav-dilê mêriv, nikare wî bihʼerʼimîne. 19 Çimkî ew ne ku dikʼevine dilê wî, lê diçine zikê wî û ji wir jî dertên derva». (Bi vî awayî Îsa da kʼifşê, ku hʼemû xwarin jî hʼelal in.) 20 Û got: «Ew tiştêd ku ji dilê mêriv derdikʼevin, ew wî dihʼerʼimînin. 21 Çimkî ji hindurʼ, ji dilê meriv fikirêd xirab derdikʼevin: Qavî, dizî, kuştin, 22 zinêkʼarî, timayî, xirabî, fêlbazî, toltî, çʼeʼvê xirab, buxdanbêjî, kʼubarî û bêaqilî. 23 Ev hʼemû tiştêd xirab ji dil derdikʼevin û mêriv dihʼerʼimînin». Bawerîya kʼulfeta Fînîkya Sûryayê ( Metta 15:21-28 ) 24 Îsa ji wê derê rʼabû çû sînorê Sûrê. Çû malekê û nedixwest ku kesek pê bihʼesîya, lê nikaribû Xwe veşarta. 25 Kʼulfeteke ku qîzika wê rʼuhʼê hʼeramva girtî bû, bona Îsa pê hʼesîya, lez hat û xwe avîte ber nigêd Wî. 26 Ew kʼulfet yûnan bû, eʼsilê xweda jî ji Fînîkya Sûryayê bû. Wê lava ji Îsa kir, ku cin ji qîza wê derxe. 27 Îsa wêrʼa got: «Bihêle bira pêşîyê zarʼ tʼêr bin, çimkî ne rʼast e ku nan ber zarʼa hildin û bavêjine ber sa». 28 Ewê li Wî vegerʼand û got: «Belê Xudan, ne se jî wan hûrikêd ber zarʼaye binê sifrêda mayî dixwin?» 29 Hingê Ewî kʼulfetêrʼa got: «Bona xatirê vê gotina te, tu dikarî herʼî. Cin ji qîzika te derkʼet». 30 Kʼulfet jî çû mala xwe, dîna xwe dayê, wê qîzik nav nivînêda pʼalda ye û cin jî jê derkʼetîye. Merivekî kerʼ û lal xeber dide 31 Pey wê yekêrʼa Îsa ji sînorê Sûrê derkʼet, nava Saydêrʼa derbaz bû, qeza Dêkapolîsêrʼa hate gola Celîlê. 32 Merivekî kerʼ û lal anîne cem Wî û lava jê kirin ku destê Xwe dayne ser wî. 33 Îsa ew meriv ji eʼlaletê qetand, tʼilîyêd Xwe kirine guhêd wî, destê Xweda tʼûkir, li zimanê wî da. 34 Û berê Xwe eʼzmênda kir, kʼeser hatê û got: «Effata!» ku tê feʼmkirinê: «Vebe!» 35 Û dest xweda guhêd wî bihîstin, zimanê wî vebû û zelal dest bi xeberdanê kir. 36 Îsa tʼemî li wan kir, ku kesîrʼa nebêjin. Lê Ewî çiqas tʼemî li wan dikir, wana haqas zêde bela dikir. 37 Meriv gelekî eʼcêbmayî mabûn û digotin: «Evî hʼemû tişt qenc kir: Hin kerʼa dide bihîstinê, hin jî lala dide xeberdanê». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia