Marqos 6 - Peymana Nû (Încîl)Bajarê Nisretê, li kʼu Îsa mezin bibû, Wî qebûl nake ( Metta 13:53-58 ; Lûqa 4:16-30 ) 1 Îsa ji wira derkʼet û çû cî-miskʼenê Xwe. Şagirtêd Wî jî pey Wî çûn. 2 Çaxê rʼoja şemîyê hat, Wî kʼinîştêda dest bi hînkirinê kir û geleka ku bihîst zendegirtî mabûn û digotin: «Evî merivî ev tişt ji kʼu anîne? Ev çi serwaxtî ye ku jêrʼa hatîye dayînê? Û ev çi kʼeremet in ku bi destê Wî diqewimin? 3 Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn. 4 Îsa wanrʼa got: «Pʼêxember tʼu cîyî ne bêqedir e, pêştirî nava cî-miskʼenê xwe, merivêd xwe û mala xweda». 5 Ewî li wê derê nikaribû tʼu kʼeremet bikira, tʼenê destê Xwe danî ser çend nexweşa û ew qenc kirin. 6 Ew ser nebawerîya wan eʼcêbmayî ma. Îsa li gundêd dor-bera digerʼîya û hîn dikir. Şandina her donzdeha ( Metta 10:5-15 ; Lûqa 9:1-6 ) 7 Wî her donzdeh gazî cem Xwe kirin, destpêkir ew cot-cot şandin û hʼukumê li ser rʼuhʼêd hʼeramrʼa da wan. 8 Tʼemî da wan û got: «Bona rʼê, pêştirî şivdara destê xwe tʼu tiştî xwerʼa hilnedin: Ne nan, ne tûrik û ne jî pʼera ber pişta xweda. 9 Çarixêd xwe bikine pʼîyê xwe, lê du dest kiras xwerʼa hilnedin». 10 Serda zêde kir gote wan: «Ew mala ku hûn bikʼevinê, wê malêda jî bimînin, hʼeta hûn ji wî cîyî derkʼevin. 11 Ew cîyêd ku we qebûl nekin û guhdarîya gotina we nekin, ji wir derkʼevin û tʼoza nigêd xwe dawşînin, wekî wanarʼa bibe şeʼdetî». 12 Ew jî rʼê kʼetin çûn û dannasîn dikirin ku meriv ji gunekirinê vegerʼin. 13 Wana gelek cin derdixistin û rʼûn li gelek nexweşa didan û ew qenc dikirin. Kuştina Yûhʼennayê nixumdar ( Metta 14:1-12 ; Lûqa 9:7-9 ) 14 Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derkʼetibû. Hineka digot: «Eva Yûhʼennayê nixumdar e ji nav mirîya rʼabûye. Lema jî pê wî kʼeremet têne kirinê». 15 Lê hineka jî digot: «Eva Êlyas e». Hinekêd din jî digotin: «Eva pʼêxemberekî mîna pʼêxemberêd berê ye». 16 Lê gava Hêrodes ev yek bihîst, got: «Eva ew Yûhʼenna ye, yê ku min serê wî lêxistîye, ji nav mirîya rʼabûye!» 17-18 Çimkî Hêrodes xwexa Hêrodîya jina Fîlîpoyê birê xwe standibû, lê Yûhʼenna jêrʼa çend cara gotibû: «Ne rʼast e ku tu jina birê xwe bistînî». Hêrodes jî kʼerbî Hêrodîyayê Yûhʼenna dabû girtinê, girêdabû û avîtibû kelê. 19 Lema Hêrodîyayê kʼîn Yûhʼennarʼa dajot, dixwest wî bide kuştinê, lê nikaribû, 20 çimkî Hêrodes ji Yûhʼenna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhʼenna merivekî rʼast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî tʼevîhev dibû, lê dîsa bi hʼewas guh dida gotina wî. 21 Awa carekê mecal vebû. Hêrodes bona rʼoja bûyîna xwe, eʼsilzada, serhʼezarêd eskera û giregirêd Celîlêrʼa mesref danî. 22 Gava qîza Hêrodîyayê kʼete hindurʼ û rʼeqisî, ev yek li dilê Hêrodes û tʼeglîfkirîyêd li ser sifrê rʼûniştî xweş hat. Hingê pʼadşê gote qîzikê: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te». 23 Û wî jêrʼa sond xwar got: «Tu ji min çi bixwazî, ezê bidime te, hʼeta nîvê pʼadşatîya xwe jî!» 24 Qîzik derkʼete derva û çû ji dîya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Dîya wê jî got: «Serê Yûhʼennayê nixumdar». 25 Qîzikê lezand çû cem pʼadşê û xwestina xwe jêrʼa got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhʼennayê nixumdar li ser sinîyê bidî min». 26 Pʼadşa gelekî ber xwe kʼet, lê çimkî li ber tʼeglîfkirîya sond xwaribû, nexwest sozê xwe betal kira. 27 Pʼadşê pêrʼa-pêrʼa eʼmirî ser celat kir, ku herʼe serê Yûhʼenna bîne. Celat jî çû kelêda, serê wî lêxist 28 û li ser sinîyê anî û da keçʼikê. Ewê jî ew hilda bir da dîya xwe. 29 Gava şagirtêd Yûhʼenna ev yek bihîstin, hatin cinyazê wî birin kirine tʼirbê. Îsa pênc hʼezara tʼêr dike ( Metta 14:13-21 ; Lûqa 9:10-17 ; Yûhʼenna 6:1-14 ) 30 Û şandî vegerʼîyane cem Îsa, hʼemû tiştêd ku kiribûn û hîn kiribûn jêrʼa gotin. 31 Îsa wanrʼa got: «De werin em tʼenê herʼine cîkî xewle û hinekî rʼihʼet bin». Çimkî gelek dihatin û diçûn, wana mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana. 32 Û ew tʼenê bi qeyikê çûne cîkî xewle. 33 Lê geleka ku çûyîna wan dît, ew nas kirin, ji hʼemû bajara peya bezîn û berî wan gihîştine wî cîyî. 34 Çaxê Îsa ji qeyikê derkʼet û Wî eʼlaleteke giran dît, hingê gunê Wî li wan hat, çimkî ew mîna pezêd bê şivan bûn. Destpêkir gelek tişt ew hîn kirin. 35 Îdî çimkî dereng bû, şagirtêd Îsa hatin û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye, wext jî îdî dereng e. 36 Cimeʼtê berʼde ku ew herʼine gund û bergêd der-dora û xwerʼa tiştêd xwarinê bikʼirʼin». 37 Lê Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xurek bidine wan!» Jêrʼa gotin: «Em herʼin bahê dusid zîvî nan bikʼirʼin û wan bidine xwarinê?» 38 Îsa wanrʼa got: «Herʼin binihêrʼin, kʼa çend nanêd we hene». Gava ku pê hʼesîyan, gotin: «Pênc nan û du meʼsî hene». 39 Wî eʼmir kir ku hʼemû jî kʼom-kʼom li ser gîhayê şîn rʼûnên. 40 Ew jî kʼom-kʼom, sed-sed, pêncî-pêncî li eʼrdê rʼûniştin. 41 Îsa her pênc nan û her du meʼsî hildan, berê Xwe eʼzmênda kir şikirî da, ew nan kerkirin û da şagirtêd Xwe, wekî ew daynine ber eʼlaletê. Û her du meʼsî jî li hʼemûya bela kir. 42 Hʼemûya xwar û tʼêr bûn. 43 Ji wan nan û meʼsîya donzdeh seleyêd tʼijî hûrik berev kirin. 44 Yêd ku ji wî nanî xwarin weke pênc hʼezar mêrî bûn. Îsa pʼîya li ser avêrʼa diçe ( Metta 14:22-33 ; Yûhʼenna 6:15-21 ) 45 Destxweda Ewî pʼêyî ser şagirtêd Xwe kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê, Beytsaydayê bin, hʼeta ku Xwexa cimeʼtê verʼêke. 46 Pey verʼêkirinêrʼa rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike. 47 Gava ku rʼo çû ava, qeyik nava golêda bû û Îsa tʼenê devê golê bû. 48 Îsa dît ku şagirt bêrkʼişandinêda gelekî zeʼmetê dikʼişînin, çimkî ba miqabilî wan bû. Nêzîkî qereberbangê Îsa ser golêrʼa peya diçû nêzîkî wan dibû. Wî xwest ku ber wanrʼa derbaz bûya, 49 lê çaxê wana dît ku Îsa ser golêrʼa peya diçe, wan tʼirê xeyaleke ku dibînin û kirine qîrʼîn. 50 Çimkî hʼemûya jî Ew dît û tirsîyan. Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im. Netirsin!» 51 Hingê Ew kʼete qeyikê cem wan û ba sekinî. Şagirt eʼcêbmayî man, hʼişê serê wan çû, 52 çimkî ew qewimandina li ser nên hê serê wanda rʼûneniştibû, feʼmê wan dadayî bû. Îsa Cênîsartêda nexweşa qenc dike ( Metta 14:34-36 ) 53 Ew derbazî wî berî golê bûn û li alîyê Cênîsartêva gihîştine bejê, qeyîk cî kirin. 54 Gava ji qeyikê peya bûn, cimeʼtê pêrʼa-pêrʼa Îsa nas kir. 55 Ew tʼemamîya wê qezayê virda-wêda bezîn û destpêkirin nexweş nivînava danîne wî cîyê ku dibihîstin Îsa lê bû. 56 Her cîyêd ku Îsa diçûyê, heger bajar bûna, gund bûna, berge bûna, nexweş bazarada dadanîn û hîvî jê dikirin ku tʼenê li rʼîşîyêd kʼincêd Wî kʼevin. Û hʼemûyêd ku lê dikʼetin, ji nexweşîyêd xwe qenc dibûn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia