Marqos 4 - Peymana Nû (Încîl)Mesela tʼoximrʼeş ( Metta 13:1-9 ; Lûqa 8:4-8 ) 1 Îsa dîsa li devê golê dest bi hînkirinê kir. Eʼlaleteke usa mezin li dora Wî civîya, kʼerba Ew kʼete qeyika li ser golê û rʼûnişt. Tʼemamîya eʼlaletê li devê golê bû 2 û Wî bi mesela ew hînî gelek tişta dikirin. Hînkirina Xweda got: 3 «Guhdarî! Tʼoximrʼeş rʼabû çû ku tʼoxim birʼeşîne. 4 Çaxê ewî tʼoximê xwe dirʼeşand, hinek jê kʼetine devê rʼê, teyrede hatin û ew xwarin. 5 Û hinek kʼetine ser eʼrdê kevirî, li wir ku xwelî kêm bû. Ew zû şîn bûn, çimkî telaşê xwelîyê ne kʼûr bû. 6 Çaxê teʼv derkʼet, ew çʼilmisîn û çimkî rʼawêd wan tʼunebûn, hʼişk bûn. 7 Û hinekêd din kʼetine nava stirîya, stirî rʼabûn ew xeniqandin û ber nedan. 8 Û hinekêd din jî kʼetine nava eʼrdê qenc û şîn bûn, mezin bûn û hineka sî, hineka şêst, hineka sed car ber dan». 9 Û Îsa wanrʼa got: «Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê». Îsa çima bi mesela xeber dide ( Metta 13:10-17 ; Lûqa 8:9-10 ) 10 Gava Îsa tʼenê ma, yêd dora Wî girtibûn tʼevî her donzdeha, bona van mesela jê pirsîn. 11 Ewî caba wan da û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Xwedê bizanibin, lê bona wan, yêd ku derva ne, her tişt bi mesela tê gotinê, 12 wekî: ‹Çiqasî binihêrʼin jî, nebînin, çiqasî bibihên jî, feʼm nekin, wekî nebe ku vegerʼin û li wan bê afûkirinê›». Şirovekirina mesela tʼoximrʼeş ( Metta 13:18-23 ; Lûqa 8:11-15 ) 13 Hingê Îsa wanrʼa got: «Hûn vê meselê feʼm nakin? Lê îdî hûnê hʼemû mesela çawa feʼm bikin? 14 Tʼoximrʼeş xeberê dirʼeşîne. 15 Ewêd li devê rʼê ku xeber lê tê çandinê, ew in, ku gava dibihên, pêrʼa-pêrʼa mîrêcin tê û xebera dilê wanda çandî derdixe. 16 Ewêd li ser eʼrdê kevirî ew in, ku gava xeberê dibihên, ew zû bi eşq û şa wê qebûl dikin, 17 lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, ew dirêj tʼaw nakin. Û gava bona xeberê rʼastî tengasîya yan zêrandinê tên, zû ji rʼê dikʼevin. 18 Û ewêd nava stirîyada hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, 19 xemêd vê dinyayê, derewêd dewletîyê û xwestina tiştêd din dikʼevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin. 20 Û ewêd eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin». Çʼira ser pʼêçʼirê ( Lûqa 8:16-18 ) 21 Û Îsa wanrʼa got: «Gava çʼirê tînine hindurʼ, bona çi tînin? Bona bin selikê, yan bona bin nivînê? Ne tînin ku daynine ser pʼêçʼirê? 22 Tʼu tiştê veşartî tʼuneye ku neyê aşkerekirinê û ne jî tiştekî dizîva heye ku nekʼeve ber rʼonayê. 23 Guhê kʼêyî bihîstinê heye bira bibihê». 24 Îsa wanrʼa got: «Dîna xwe bidine tiştêd ku hûn dibihên. Hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê werʼa bê pîvanê û serda jî wê hê zêde be. 25 Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê». Mesela tʼoximê şîn dibe 26 Û Îsa got: «Pʼadşatîya Xwedê mîna vê yekê ye: Merivek tʼoxim dirʼeşîne nav eʼrdê. 27 Û şev û rʼoj rʼadizê, rʼadibe, tʼoxim şîn dibe, bilind dibe û xwexa pê nahʼese ku ev çawa dibe. 28 Eʼrd ji xwe ber dide, pêşîyê zîl, paşê simbil, peyrʼa jî genimê gihîştî simbilda. 29 Gava ku ber digihîje, meriv îdî deʼsê davêjê, çimkî dema nandirûnê pêrʼa gihîştîye». Mesela hʼeba tʼoximê xerdalê ( Metta 13:31-32 ; Lûqa 13:18-19 ) 30 Û Îsa got: «Em Pʼadşatîya Xwedê mîna çi bişibînin? Yan jî em wê bi kʼîjan meselê şirovekin? 31 Ew mîna hʼebeke tʼoximê xerdalê ye ku ji hʼemû tʼoximêd ku ser eʼrdê têne çandinê hûrtir e. 32 Lê gava ew tê çandinê digihîje, ji hʼemû pʼincarʼa mestir dibe û çʼiqilêd mezin dide, usa ku teyredêd eʼzmên dikarin xwe bidine bin sîya wê». Îsa bi mesela xeber dide ( Metta 13:34-35 ) 33 Bi gelek meselêd bi vî awayî wanrʼa haqas xeber dida, çiqas ku wana dikaribû feʼm bikira. 34 Bê mesele wanrʼa tiştek nedigot, lê şagirtêd Xwerʼa başqe her tişt şirovedikir. Îsa firtonê diseqirʼîne ( Metta 8:23-27 ; Lûqa 8:22-25 ) 35 Wê rʼojê, gava rʼo çû ava, Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Em derbazî wî berî golê bin». 36 Şagirt ji eʼlaletê qetîyan, kʼetine wê qeyika ku Îsa têda bû û wana Ew tʼevî xwe bir. Qeyikêd din jî tʼevî Wî bûn. 37 De îjar firtoneke mezin li wan rʼabû, pêla usa li qeyikê dixist, ku îdî ew bû bi avê tʼijî bibûya. 38 Lê Îsa paşîya qeyikêda serê Xwe danîbû ser beʼlgî û rʼazabû. Wana Ew hʼişyar kir û gotinê: «Dersdar, ne xema Teye ku em unda dibin?» 39 Îsa rʼabû, li bayê hilat û eʼmirî ser golê kir got: «Bisekine, kerʼ be!» Firtonê danî û hʼemû tişt seqirʼîn. 40 Îsa wanrʼa got: «Hûn çima ditirsin? Hê çawa bawerîya we tʼune?» 41 Saweke giran li wana girt û hevdurʼa gotin: «Gelo ev kʼî ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?» |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia