Marqos 16 - Peymana Nû (Încîl)Îsa ji mirinê rʼadibe ( Metta 28:1-8 ; Lûqa 24:1-12 ; Yûhʼenna 20:1-10 ) 1 Pey rʼoja şemîyêrʼa Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Seloma çûn biharet kʼirʼîn, wekî herʼin li cinyazê Îsa din. 2 Rʼoja hʼeftîyêye pêşin serê sibehê zû, wextê rʼo derkʼet, ew çûne ser tʼirbê. 3 Wana rʼêva hevrʼa digot: «Kʼî wê bona me kevir ji ber derê tʼirbê hol ke?» 4 Çimkî kevir gelekî mezin bû. Û gava ku li jorê nihêrʼîn, dîna xwe danê, ku kevir ji ber hol kirî ye. 5 Û çaxê çûne hindurʼê tʼirbê, dîna xwe danê, xortekî çuxê sipî wergirtî wê li alîyê rʼastê rʼûniştî ye. Kʼulfet gelek zendegirtî man. 6 Lê ewî wanrʼa got: «Zendegirtî nemînin! Hûn li wî Îsayê Nisretê digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. Ew ji mirinê rʼabûye! Ew ne li vir e. Va ye ew cîyê ku Ew lê danîbû. 7 De niha herʼin bêjine şagirtêd Wî û Petrûs, ku Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin, çawa ku Ewî werʼa gotîye». 8 Ew kʼulfet ji tʼirbê derkʼetin rʼevîn, çimkî rʼisasê ew girtibûn û dilerizîn. Kesîrʼa jî tiştek negotin, çimkî sawê li wan girtibû. Îsa Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî dike ( Metta 28:9-10 ; Yûhʼenna 20:11-18 ) 9 Gava Îsa rʼoja hʼeftîyêye pêşin sibehê zû ji mirinê rʼabû, Wî pêşîyê Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî kir, ya ku hʼeft cin jê derxistibû. 10 Ewê jî çû ew yek gîhande ewêd ku tʼevî Îsa gerʼîyabûn, ku şîn dikirin û digirîyan. 11 Lê gava wana bihîst ku Îsa sax e û Xwe nîşanî Meryemê kirîye, bawer nekirin. Îsa Xwe nîşanî du şagirtêd Xwe dike ( Lûqa 24:13-35 ) 12 Pey van yekarʼa Ewî Xwe dilqekî dinda nîşanî ji wan duda kir, yêd ku diçûne kʼewşên. 13 Ewana jî çûn ew xeber gîhandine yêd mayîn. Lê gotina wan jî bawer nekirin. Îsa Xwe nîşanî yanzdeh şagirta dike ( Metta 28:16-20 ; Lûqa 24:36-49 ; Yûhʼenna 20:19-23 ; Kʼarêd Şandîya 1:6-8 ) 14 Pey vê yekêrʼa Îsa Xwe nîşanî yanzdeha kir, gava ew li ser sifrê rʼûniştibûn. Ewî li wan hilat bona nebawerî û serhʼişkîya wan, çimkî wana yêd ku Ew ji mirinê rʼabûyî dîtibûn bawer nekirin. 15 Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî. 16 Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe. 17 Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din, 18 wê meʼra bi destê xwe bigirin û heger ew tiştekî jeʼr jî vexwin, tʼu zirarê li wan nebe. Ewê destêd xwe daynine ser nexweşa û nexweşê qenc bin». Jorhilatina Îsa ( Lûqa 24:50-53 ; Kʼarêd Şandîya 1:9-11 ) 19 Awa Xudan Îsa pey wê xeberdana tʼevî wanrʼa hilkʼişîya eʼzmên û li milê Xwedêyî rʼastê rʼûnişt. 20 Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia