Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Marqos 14 - Peymana Nû (Încîl)


Şêwira kuştina Îsa
( Metta 26:1-5 ; Lûqa 22:1-2 ; Yûhʼenna 11:45-53 )

1 Awa du rʼoj şûnda wê Cejina Derbazbûnê û Cejina Nanê Şkeva bibûya. Serekêd kʼahîna û qanûnzana mecalekê digerʼîyan, ku çawa Îsa dizîva bi fêlbazîyê bigirin, bikujin

2 û digotin: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimeʼt rʼanebe ser niga».


Îsa Beytanyayêda tê rʼûnkirinê
( Metta 26:6-13 ; Yûhʼenna 12:1-8 )

3 Gava Îsa li Beytanyayê mala Şimhʼûnê kʼotîda, li ser sifrê rʼûniştî bû, kʼulfetek hat, derdaneke wêye alabastirêyî rʼûnê nardêyî safî û gelekî biha hebû. Wê ew şûşe şkênand û ew rʼûn rʼête ser serê Îsa.

4 Hineke wir hêrs kʼetin û hevrʼa digotin: «Hʼeyfa vî rʼûnî! Çima eva zîyana bû?

5 Me dikaribû ev rʼûna sêsid zîvî zêdetir bifirota û belayî feqîra kira». Bi vî awayî ew kʼulfeta rʼezîl kirin.

6 Lê Îsa got: «Ji wê kʼulfetê vegerʼin! Çima hûn xatirê wê dikʼevin? Ewê tiştekî qenc bona Min kir.

7 Feqîrê her gav tʼevî we bin. Kʼengê hûn bixwazin, hûn dikarin qencîyê wanrʼa bikin. Lê Ezê her gav nav weda nîbim.

8 Çi ji destê wê dihat ewê kir. Ewê pêşda bedena Min definkirinêrʼa rʼûn kir.

9 Ez rʼast werʼa dibêjim, dinyayêda kʼîderê eva Mizgînîya bê dannasînkirinê, wê kirina vê kʼulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê».


Cihûda nemamîya Îsa dike
( Metta 26:14-16 ; Lûqa 22:3-6 )

10 Hingê Cihûdayê Îsxeryotî, yekî ji her donzdeha, çû cem serekêd kʼahîna, wekî Îsa bide destê wan.

11 Wan jî gava ev yek bihîst, şa bûn û pʼere wîrʼa soz dan. Û Cihûda ji hingêva mecalekê digerʼîya ku çawa Îsa bide destê wan.


Îsa tʼevî şagirta şîva Cejina Derbazbûnê dixwe
( Metta 26:17-25 ; Lûqa 22:7-14 , 21-23 ; Yûhʼenna 13:21-30 )

12 Rʼoja pêşine Cejina Nanê Şkevada ku berxê qurbana Cejina Derbazbûnê dihate serjêkirinê, şagirta ji Îsa pirsî: «Tu li kʼu dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em herʼin terʼa hazir kin?»

13 Îsa du şagirtêd Xwe şandin û wanrʼa got: «Herʼine bajêr. Merivekê rʼastî we bê, cêrʼê avê li ser mila. Pey wî herʼine wê mala ku ew diçê

14 û bêjine xweyê malê: ‹Dersdar dibêje: Kʼanê ew oda mêvana, ya ku Ezê têda tʼevî şagirtêd Xwe şîva Cejina Derbazbûnê bixwim?›

15 Hingê ewê li qatê jorin odeke mezine hevdayî û hazir nîşanî we ke, li wê derê şîvê bona me hazir kin».

16 Şagirta da ser rʼê çûne bajêr û çawa ku wanarʼa gotibû usa jî dîtin û şîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.

17 Gava rʼo çû ava, Îsa tʼevî her donzdeha çû wê derê.

18 Çaxê li ser sifrê rʼûniştin û nanê xwe dixwarin, Îsa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, yekî ji we wê nemamîya Min bike, yê ku tʼevî Min nên dixwe».

19 Ew ber xwe kʼetin û destpêkirin yek-yek ji Wî pirsîn: «Dibe ku ez im?»

20 Ewî wanrʼa got: «Ew yek nava we her donzdehada ye, yê ku peʼrîyê xwe tʼevî Min tʼasêda dike.

21 Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê. Lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


Şîva Xudan
( Metta 26:26-30 ; Lûqa 22:14-23 ; Korintʼî I 11:23-25 )

22 Gava wana hê nan dixwar, Îsa nan hilda şikirî da, kerkir da şagirta û got: «Han hildin! Eva bedena Min e».

23 Peyrʼa kʼas hilda şikirî da û da wan. Hʼemûya jî ji wê vexwar.

24 Û wanrʼa got: «Eva xûna Min e bona peymanê, ku bona geleka tê rʼêtinê.

25 Ez rʼast werʼa dibêjim, îdî Ez ji vir şûnda tʼu car ji meya tirîyê venaxwim, hʼeta wê rʼoja ku Ezê Pʼadşatîya Xwedêda ji ya nû vexwim».

26 Paşê wana zebûrek stira, derkʼetin çûne çʼîyayê Zeytʼûnê.


Îsa derheqa înkʼarîya Petrûsda dibêje
( Metta 26:31-35 ; Lûqa 22:31-34 ; Yûhʼenna 13:36-38 )

27 Û Îsa wanrʼa got: «Hûn hʼemûyê jî ji Min pʼişk bin herʼin, çimkî nivîsar e: ‹Ezê li şivên xim û pezê jî bela-belayî be›.

28 Lê gava ku Ez ji mirinê rʼabim, Ezê berî we herʼime Celîlê».

29 Petrûs jêrʼa got: «Heger hʼemû jî ji Te pʼişk bin herʼin, lê ez na».

30 Îsa wîrʼa got: «Ez rʼast terʼa dibêjim, hema îşev hê berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara Min înkʼar kî».

31 Lê Petrûs ser ya xwe dima û digot: «Heger cî bê, ezê tʼevî Te bimirim jî, lê tʼu car Te înkʼar nakim!» Hʼemûya jî aha digot.


Îsa li Gêtşemanîyê dua dike
( Metta 26:36-46 ; Lûqa 22:39-46 )

32 Pey wê yekêrʼa ew çûne wî cîyê ku jêrʼa Gêtşemanî dibêjin û Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Vira rʼûnên, hʼeta ku Ez dua bikim».

33 Wî Petrûs, Aqûb û Yûhʼenna tʼevî Xwe birin û destpêkir kʼeser kʼişand û Xweda şewitî.

34 Wî wanrʼa got: «Dilê Min haqas derd û kʼeder e, mîna ber mirinê. Vira bimînin û hʼişyar bin».

35 Hinekî pêşda çû, Xwe deverʼû avîte eʼrdê û dua kir, ku heger mecal hebe, eva sihʼeta ser Wîrʼa derbaz be.

36 Û got: «Abba, Bavo! Her mecal ji destê Te tê. Evê kʼasê ji Min dûr xe. Lê bira xwestina Min nîbe, lê ya Te be».

37 Paşê hate cem şagirta, ew rʼazayî dîtin û gote Petrûs: «Şimhʼûn, tu rʼazayî? Te nikaribû ku sihʼetekê tu hʼişyar bimayî?

38 Hʼişyar bimînin û dua bikin, wekî hûn nekʼevine nava cêrʼibandinê. Belê rʼuhʼ rʼazî ye, lê beden sist e».

39 Dîsa çû dua kir, xût ew xeber gotin.

40 Û hat dîsa ew xewêda dîtin, çimkî çʼeʼvêd wan ji xewê venedibûn. Û nizanibûn çi caba Wî bidana.

41 Cara sisîya jî hat û wanrʼa got: «Hûn hela hê rʼazayî ne û rʼihʼet dibin? Bes e! Wext pêrʼa gihîşt. Va ye Kurʼê Mêriv dikʼeve destê gunekʼara.

42 Rʼabin em herʼin. Va ye ewê ku nemamîya Min dike nêzîk bû».


Girtina Îsa
( Metta 26:47-56 ; Lûqa 22:47-53 ; Yûhʼenna 18:3-12 )

43 Hema hingê gava Wî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji her donzdeha bû, hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna, qanûnzana û rʼûspîyada eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.

44 Awa nemamê Wî eʼşeret dabû wan û gotibû: «Ez kʼîjanî ku rʼamûsim, Ew e, Wî bigirin û bi fesal bibin».

45 Hema hingê jî Cihûda hate cem Îsa û got: «Dersdar!» û rʼamûsa.

46 Wana dest avîte Îsa û Ew girtin.

47 Lê yekî ji yêd ku tʼevî Wî sekinî bûn, şûrê xwe kʼişand li xulamê serekkʼahîn xist û guhê wî pekand.

48 Hingê Îsa wanrʼa got: «Tê bêjî we ser qaçaxekîda girtîye, ku hûn bi dara û şûra hatine Min bigirin?

49 Ne Ez her rʼoj tʼevî we pʼaristgehêda bûm Min hûn hîn dikirin, lê we Ez nedigirtim. Lê bona ku nivîsar bêne sêrî, ev yek qewimî».

50 Hingê hʼemû şagirta Ew hişt û rʼevîn.

51 Xortek pey Wî diçû, pʼarçʼekî kʼitanê li bedena wîye teʼzî pʼêçʼayî bû. Eʼlaletê ew girt,

52 lê wî ew kʼitan hişt û rʼût-teʼzî ji destê wan rʼevî.


Îsa li ber civîna giregira
( Metta 26:57-68 ; Lûqa 22:54-55 , 63-71 ; Yûhʼenna 18:13-14 , 19-24 )

53 Îsa birine cem serekkʼahîn. Hʼemû serekêd kʼahîna, rʼûspî û qanûnzan wir civîyan.

54 Petrûs dûrva pʼê-pʼê pey Wî çû, hʼeta kʼete hʼewşa serekkʼahîn. Wir tʼevî nobedara li ber êgir rʼûnişt û xwe germ dikir.

55 Serekêd kʼahîna û tʼemamîya civîna giregira jî li şeʼdetîke miqabilî Îsa digerʼîyan, wekî Wî bikujin, lê ne didîtin.

56 Geleka miqabilî Wî şeʼdetîya derew dida, lê şeʼdetîya wan hevdu nedigirt.

57 Hingê hinek rʼabûn û miqabilî Wî şeʼdetîya derew dan û gotin:

58 «Me bihîst ku Vî merivî got: ‹Ezê vê pʼaristgeha ku bi desta hatîye çêkirinê hilşînim û sê rʼojada pʼaristgeheke dine bê destlêkʼetin çêkim›».

59 Lê şeʼdetîya wan jî hevdu nedigirt.

60 Hingê serekkʼahîn rʼabû nava wanda sekinî û ji Îsa pirsî: «Bona van şeʼdetîya ku evana miqabilî Te didin Tu çima cabekê nadî?»

61 Lê Ewî dengê Xwe nekir û tʼu cab neda. Serekkʼahîn dîsa ji Wî pirsî û gotê: «Tu yî Mesîh, Kurʼê Yê hêjayî şikirîyê?»

62 Îsa gotê: «Ez im. Û hûnê Kurʼê Mêriv li kʼêleka Yê Herî Zor, li milê wîyî rʼastê rʼûniştî û li ser eʼwrêd eʼzmên tê bibînin».

63 Hingê serekkʼahîn kʼincêd xwe qelaştin û got: «Îdî şeʼde çî merʼa ne?

64 We bihîst Ewî çawa Xwedê bêhurmet kir! Weva çawa xuya dibe?» Hʼemûya jî Ew neheq kirin gotin, ku Ew yê kuştinê ye.

65 Hingê hineka destpêkir tʼûyî Wî kirin, rʼûyê Wî nixamtin, dane ber kʼulma û jêrʼa gotin: «De pʼêxembertîyê bike!» Nobedara jî Ew bir û dane ber şemaqa.


Petrûs Îsa înkʼar dike
( Metta 26:69-75 ; Lûqa 22:56-62 ; Yûhʼenna 18:15-18 , 25-27 )

66 Gava Petrûs li jêrê hʼewşêda bû, ji carîyêd serekkʼahîn yek hate wir.

67 Ewê ku dît Petrûs xwe li ber êgir germ dike, li wî nihêrʼî û got: «Tu jî tʼevî ewî nisretî bûyî, tʼevî Îsa».

68 Lê ewî înkʼar kir û got: «Ez nizanim û feʼm nakim ku tu çi dibêjî». Ew ji hʼewşê derkʼet çû sivdera li ber dergeh, dîk bang da.

69 Gava ku carîyê ew li wê derê dît, dîsa gote yêd dor-bera sekinî bûn: «Eva jî yekî ji wan e».

70 Lê ewî dîsa înkʼar kir. Û xêlekê şûnda, yêd ku wir sekinî bûn, dîsa Petrûsrʼa gotin: «Hebe-tʼunebe tu jî ji wan î, çimkî tu ji Celîlê yî û xeberdana te jî te difiroşe».

71 Lê Petrûs dest bi nifirʼa kir, sond xwar û got: «Ez Wî merivî nas nakim, bona kʼîjanî hûn dibêjin».

72 Pêrʼa-pêrʼa dîk cara duda bang da. Û Petrûs ew gotina Îsa ku wîrʼa gotibû anî bîra xwe: «Berî ku dîk du cara bang de, tê sê cara Min înkʼar kî». Li ser vê yekê destpêkir girîya.

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan