Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Marqos 13 - Peymana Nû (Încîl)


Îsa pêşda derheqa wêranbûna pʼaristgehêda dibêje
( Metta 24:1-2 ; Lûqa 21:5-6 )

1 Gava Îsa ji pʼaristgehê derkʼet, ji şagirtêd Wî yekî Wîrʼa got: «Dersdar! Hela dîna Xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne!»

2 Îsa li wî vegerʼand û gotê: «Tu van avayîyêd mezin dibînî? Ev hʼemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!»


Tengasî û zêrandin
( Metta 24:3-14 ; Lûqa 21:7-19 )

3 Gava Îsa li çʼîyayê Zeytʼûnê, li pêşberî pʼaristgehê rʼûniştibû, Petrûs, Aqûb, Yûhʼenna û Endrawis başqe jê pirsîn:

4 «Bêje me, ew tişt wê kʼengê biqewimin? Û berî qewimandina wan hʼemûya, çi nîşanê bibin?»

5 Hingê Îsa destpêkir û wanrʼa got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes we nexapîne.

6 Gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.

7 Gava hûn dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye.

8 Miletê rʼabe ser milet, pʼadşatîyê rʼabe ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê eʼrdhʼej û xelayî-celayê bibin. Lê ev hʼemû mîna êşa kʼulfetê ye, ku destpêdike pê digire.

9 Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin.

10 Gerekê pêşîyê Mizgînî hʼemû miletarʼa bê dayînê.

11 Gava ku we bigirin bibine ber dîwanê, pêşda xem nekin ku hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi werʼa bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Pîroz.

12 Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kurʼê xwe. Zarʼê rʼabine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê.

13 Û bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê ewê ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.


Hʼeramîya Wêrankirinê
( Metta 24:15-21 ; Lûqa 21:20-24 )

14 Awa çaxê hûn wê ‹hʼeramîya wêrankirinê› bibînin, li wî cîyê necayîz sekinî», (ewê ku dixûne bira feʼm bike) «hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birʼevine çʼîya.

15 Û ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê û nekʼeve hindurʼ, wekî tiştekî hilde.

16 Û ewê ku kʼewşênda ye bira venegerʼe ku pʼotê xwe hilde.

17 Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada!

18 Dua bikin ku ev yek zivistanêda neqewime.

19 Çimkî wan rʼojada wê tengasîke usa bibe, wekî ji rʼoja ku Xwedê dinya eʼfirandîye hʼeta niha nebûye û ne jî wê bibe.

20 Heger Xudan ew rʼoj kin nekirina, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê wan bijartîyêd ku Wî bijartine, ew rʼoj kin kirine.

21 Hingê, heger yek werʼa bêje: ‹Mesîh va ye li vir e›, yan jî: ‹Wa ye dera han e›, bawer nekin.

22 Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên. Wê nîşan û kʼeremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartîya jî bixalifînin.

23 Lê hûn haş ji xwe hebin! Min her tişt pêşda werʼa got.


Hatina Kurʼê Mêriv
( Metta 24:29-31 ; Lûqa 21:25-28 )

24 Lê wan rʼojada, pey wê tengasîyêrʼa, ‹rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê û hîvê rʼonaya xwe nede,

25 steyrkê ji eʼzmên bikʼevin, û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên›.

26 Û hingê wê bibînin, Kurʼê Mêriv bi qewata mezin û rʼûmet eʼwrava tê.

27 Wî çaxî Ewê milyakʼetêd Xwe bişîne û bijartîyêd Xwe ji her çar qulba berev ke, ji pʼerʼêd eʼrdê girtî hʼeta pʼerʼêd eʼzmên.


Dersa dara hêjîrê
( Metta 24:32-35 ; Lûqa 21:29-33 )

28 Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin: Çaxê ku çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e.

29 Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Ew nêzîk e, li ber şêmîkê ye.

30 Ez rʼast werʼa dibêjim, eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin.

31 Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.


Rʼoj û sihʼet ne eʼyan e
( Metta 24:36-44 )

32 Lê bona wê rʼojê û wê sihʼetê tʼu kes nizane, ne milyakʼetêd eʼzmên û ne jî Kurʼ, lê tʼenê Bav.

33 Haş ji xwe hebin! Hʼişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kʼengê wextê pêrʼa bigihîje.

34 Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikʼeve rʼêwîtîyê. Berî çûyînê tʼemîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û eʼmirî ser dergehvan dike, ku hʼişyar bimîne.

35 Bona vê yekê hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxê malê wê kʼengê bê, êvarê yan nîvê şevê, yan wextê bangdana dîka, yan serê sibehê.

36 Nebe ku nişkêva Ew bê û we xewêda bigire.

37 Ez çi werʼa dibêjim, hʼemûyarʼa dibêjim: Hʼişyar bimînin!»

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan