Marqos 10 - Peymana Nû (Încîl)Pirsa jinberʼdanê ( Metta 19:1-12 ; Lûqa 16:18 ) 1 Îsa ji wir rʼabû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû. Dîsa eʼlaletê li dora Wî girt û çawa eʼdetê Wî bû, Ewî dîsa ew hîn kirin. 2 Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û jê pirsîn, wekî Wî bicêrʼibînin: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku mêr jina xwe berʼde?» 3 Îsa caba wan da û got: «Mûsa çi tʼemî da we?» 4 Wana got: «Mûsa îzin da, ku mêr kʼaxaza jinberʼdanê binivîse û jinê berʼde». 5 Lê Îsa wanrʼa got: «Ji dest serhʼişkîya we Mûsa ev tʼemî werʼa nivîsî. 6 Lê serê sêrîda, wextê eʼfirandinê Xwedê ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin›. 7 ‹Bona vê yekê mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire 8 û her du wê bibine bedenek›. Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. 9 Bona vê yekê ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne». 10 Gava ew dîsa malda bûn, şagirta bona vê meselê ji Wî pirsîn. 11 Îsa wanrʼa got: «Kʼî ku jina xwe berʼde û yeke din bistîne, hindava wêda zinêkʼarîyê dike 12 û heger jin jî mêrê xwe berʼde û yekî din bistîne, zinêkʼarîyê dike». Îsa dua zarʼoka dike ( Metta 19:13-15 ; Lûqa 18:15-17 ) 13 Awa zarʼok danîne cem Îsa, ku destê Xwe dayne ser wan, lê şagirt li yêd danîn hilatin. 14 Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs kʼet û wanrʼa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye. 15 Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê». 16 Paşê ew zarʼ dane hʼemêza Xwe, destê Xwe danî ser wan û dua li wan kir. Yekî dewletî li jîyîna hʼeta-hʼetayê digerʼe ( Metta 19:16-30 ; Lûqa 18:18-30 ) 17 Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?» 18 Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune. 19 Tu tʼemîya zanî: ‹Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede, xûdana xelqê nexwe, qedirê dê û bavê xwe bigire›». 20 Ewî got: «Dersdar, ev hʼemû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine». 21 Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were». 22 Li ser vê gotinê ewî rʼeng avît, meʼdekirî çû, çimkî gelek hebûka wî hebû. 23 Îsa li dora Xwe nihêrʼî û şagirtêd Xwerʼa got: «Dewletîyarʼa çiqas zeʼmet e, ku bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê!» 24 Şagirt ser van gotinêd Wî eʼcêbmayî man, lê Îsa dîsa dûmayî kir û got: «Lawno! Wanrʼa çiqas zeʼmet e, bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê, yêd ku gumana xwe datînine ser dewleta xwe! 25 Deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê». 26 Şagirt gelekî eʼcêbmayî man û hevrʼa gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?» 27 Îsa li wan nihêrʼî û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê ji destê Xwedê tê, çimkî Xwedê dikare her tiştî bike». 28 Hingê Petrûs destpêkir jêrʼa got: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey Te hatine». 29 Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bona Min û Mizgînîyê mal, yan bira, yan xûşk, yan dê, yan bav, yan zarʼ, yan eʼrdêd xwe hiştibin, 30 û li vê dinê sed qat mala, bira, xûşka, dîya, zarʼa û eʼrda tʼevî zêrandina nestîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê. 31 Lê gelekêd pêş wê bibine yêd paş û yêd paş wê bibine yêd pêş». Îsa cara sisîya derheqa mirina Xweda dibêje ( Metta 20:17-19 ; Lûqa 18:31-34 ) 32 Awa ew li ser rʼê bûn û hevraz diçûne Orşelîmê, Îsa li pêşîya wan diçû, şagirt eʼcêbmayî diman û ewêd li pey dihatin ditirsîyan. Ewî dîsa her donzdeh dane alîkî û destpêkir ew tiştêd ku wê serê Wî biqewimîyana wanrʼa got: 33 «Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê serekêd kʼahîna û qanûnzana. Ewê jêrʼa kuştinê derxin û Wî bidine destê necihûya 34 û ewê qerfê xwe li Wî bikin, tʼûkinê, bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe». Xwestina Aqûb û Yûhʼenna ( Metta 20:20-28 ) 35 Hingê kurʼêd Zebedî, Aqûb û Yûhʼenna nêzîkî Îsa bûn û gotinê: «Dersdar, em dixwazin wekî em ji Te çi hîvî kin, Tu bona me bikî». 36 Ewî jî ji wan pirsî: «Hûn çi dixwazin ku Ez bona we bikim?» 37 Wan jêrʼa got: «Îzinê bide ku rʼûmeta Teda ji me yek li milê Teyî rʼastê, yê din jî li milê Teyî çʼepê rʼûnê». 38 Îsa wanrʼa got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kʼasê vexwin, ya ku Ezê vexwim? Yan jî bi wê nixumandinê bêne nixumandinê bi kʼîjanê Ezê bême nixumandinê?» 39 Wana jêrʼa got: «Em dikarin». Îsa wanrʼa got: «Belê hûnê vexwin ji wê kʼasa ku Ezê vexwim û bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku Ezê pê bême nixumandinê, 40 lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa hatine hazirkirinê». 41 Gava her dehe şagirtêd din ev yek bihîst, dilê wan ji Aqûb û Yûhʼenna ma. 42 Lê Îsa ew gazî cem Xwe kirin û got: «Hûn zanin yêd ku nav miletada serwêr têne hʼesabê, serdestîyê li wan dikin û giregirêd wan jî hʼukumî ser wan dikin. 43 Lê nava weda bira usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we. 44 Û kʼî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê hʼemûya. 45 Çimkî Kurʼê Mêriv jî nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide ku geleka bikʼirʼe». Îsa pʼarskirekî kor bajarê Erîhayêda qenc dike ( Metta 20:29-34 ; Lûqa 18:35-43 ) 46 Paşê ew hatine Erîhayê. Gava Îsa tʼevî şagirtêd Xwe û eʼlaleteke giranva ji bajêr derkʼet, Kurʼê Tîmeyo, Bartîmeyoyê kor li ser rʼê rʼûniştibû pʼars dikir. 47 Gava bihîst ku Îsayê Nisretê derbaz dibe, destpêkir kire qîrʼîn û got: «Îsayê Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» 48 Geleka li wî hilat, wekî dengê xwe bibirʼe, lê ewî hê dikire qîrʼîn û digot: «Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» 49 Îsa sekinî û got: «Gazî wî kin». Gazî yê kor kirin û wîrʼa gotin: «Çʼeʼvê te rʼonik! Rʼabe ser xwe, gazî te dike». 50 Ewî jî pʼotê xwe avît, banzda ser xwe û hate cem Îsa. 51 Îsa jê pirsî: «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Yê kor jêrʼa got: «Dersdar, dixwazim çʼeʼvêd min bibînin». 52 Û Îsa jêrʼa got: «Herʼe, bawerîya te tu qenc kirî». Û wî çaxî çʼeʼvêd wî dîtin, da pey Îsa çû. |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia