Lûqa 7 - Peymana Nû (Încîl)Îsa xulamê sersedekî qenc dike ( Metta 8:5-13 ; Yûhʼenna 4:43-54 ) 1 Gava Îsa ew gotinêd ku wê guhdararʼa bigota xilaz kirin, çû Kefernahûmê. 2 Û xulamê sersedekî, ku bona wî yekî hêja bû, nexweş ber mirinê bû. 3 Gava ewî bona Îsa bihîst, rʼûspîyêd cihûya şandine cem Wî û jê hîvî kir, ku bê xulamê wî xilaz ke. 4 Ewana hatine cem Îsa, gelekî hîvî jê kirin û gotin: «Ew hêja ye ku Tu evê qencîyê jêrʼa bikî, 5 çimkî ew miletê me hʼiz dike û kʼinîşt jî bona me çêkirîye». 6 Hingê Îsa tʼevî wan çû. Gava nêzîkî malê bû, sersed çend dostêd xwe şandine pêşîya Wî, Wîrʼa got: «Xudan, zeʼmetê nebîne, çimkî ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min. 7 Bona vê yekê min xwe layîqî Te negirt, ku bihatama pey Te jî. Tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be. 8 Çimkî ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û ji xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Evî tiştî bike›, dike». 9 Gava Îsa ev yek bihîst, ser wî zendegirtî ma û vegerʼîya ser wê cimeʼta ku pey Wî diçû, got: «Ez werʼa dibêjim, Min Îsraêlêda jî bawerîke aha yekîda nedîtîye». 10 Û ewêd şandî vegerʼîyane mal, dîtin ku wê ew xulam qenc bûye. Saxbûna kurʼê jinebîyê 11 Rʼojeke din Îsa çû bajarekî, ku navê wî Nayîn bû û şagirtêd Wî jî tʼevî eʼlaleteke giran Wîrʼa diçûn. 12 Gava nêzîkî dergehê bajêr bû, va mirîk derdixistin. Ew kurʼê jinebîke tayê tʼenê bû û gelek hewarî jî ji bajêr pêrʼa diçûn. 13 Gava Xudan dê dît, gunê Wî lê hat û wêrʼa got: «Negirî». 14 Ew nêzîkî darbestê bû girt û ewêd ku dibirin sekinîn, Îsa got: «Xorto! Ez terʼa dibêjim, rʼabe!» 15 Mirî rʼabû rʼûnişt, destpêkir xeber da û Îsa ew da dîya wî. 16 Û saw kʼete ser hʼemûya, şikirî didane Xwedê û digotin: «Pʼêxemberekî mezin nava meda derkʼetîye!» û: «Xwedê serîk daye miletê Xwe!» 17 Nav û dengê Wî tʼemamîya Cihûstanê û dor-berê wê bela bû. Îsa caba pirsa Yûhʼennayê nixumdar dide ( Metta 11:1-19 ) 18 Şagirtêd Yûhʼenna Yûhʼennarʼa bona van hʼemû tişta gotin. Yûhʼenna jî gazî du şagirtêd xwe kir 19 û ew şandine cem Xudan, wekî jê bipirsin: «Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?» 20 Ew merî hatine cem Îsa û gotin: «Yûhʼennayê nixumdar em şandine cem Te, ku ji Te bipirsin, Tu Ew î, Yê ku gerekê bihata, yan em hîvîya yekî din bin?» 21 Û wê demê Îsa gelek ji nexweşîya, derba, ji rʼuhʼêd xirab qenc kirin û çʼeʼvêd gelek kora vekirin. 22 Îsa li wan vegerʼand û got: «Herʼin, çi ku we dît û bihîst Yûhʼennarʼa bêjin: Kor dibînin, seqet digerʼin, kʼotî paqij dibin, kerʼ dibihên, mirî rʼadibin û feqîrarʼa jî Mizgînî tê dayînê. 23 Û xwezî li wî, ku ji Min pʼişk nabe». 24 Gava ewêd ku Yûhʼenna şandibûn çûn, Îsa bona Yûhʼenna eʼlaletêrʼa destpêkir got: «Hûn derkʼetine berʼîyê çi bibînin? Qamîşekî ku ji bayê dihʼeje? 25 Yan derkʼetin çi bibînin? Merivekî kʼincê nazik li xwe kirî? Ne ewêd ku kʼincê nazik xwe dikin û eʼmirê rʼind derbaz dikin, ew malêd pʼadşada ne? 26 Yan hûn derkʼetin çi bibînin? Pʼêxemberekî? Belê, Ez werʼa dibêjim, ji pʼêxemberekî jî mestir e. 27 Eva ew e, bona kʼîjanî nivîsar e: ‹Va ye Ezê qasidê Xwe pêşîya Teva bişînim. Ewê rʼîya Te pêşîya Teva hazir ke›. 28 Ez werʼa dibêjim, ji nava ewêd ku ji kʼulfeta dinê kʼetine, tʼu kes ji Yûhʼenna mestir nebûye, lê Pʼadşatîya Xwedêda yê herî biçʼûk ji wî mestir e». 29 Gava tʼemamîya cimeʼtê, usa jî xercgira ev yek bihîst, tʼivdîra Xwedê rʼast hʼesab kirin, çimkî bi nixumandina Yûhʼenna hatibûne nixumandinê. 30 Lê fêrisî û qanûnzana bona xwe tʼivdîra Xwedê tʼexsîr kirin, çimkî wana nexwest ku ji Yûhʼenna bêne nixumandinê. 31 Îsa serda zêde kir got: «Ez merivêd vî nisilî mîna çi bişibînim? Yan ew mîna çi ne? 32 Ew mîna wan zarʼa ne, yêd ku bazarêda rʼûniştî ne, gazî hevdu dikin û dibêjin: ‹Me bona we zurʼnê xist, hûn nerʼeqisîn û bona we beytʼ got, hûn negirîyan›. 33 Yûhʼennayê nixumdar hat, ne nan dixwar, ne jî şerav vedixwar, we digot: ‹Cin wîda heye›. 34 Kurʼê Mêriv hat, dixwe û vedixwe, hûn bona Wî dibêjin: ‹Va Ew yekî pey xwarin û vexwarinê kʼetî ye, dostê xercgir û gunekʼara ye›. 35 Lê hʼemûyêd ku pey serwaxtîyê diçin ew kʼifş dikin ku serwaxtî rʼast e». Îsa mala Şimhʼûnda kʼulfeta gunekʼar dibaxşîne 36 Yekî fêrisî hîvî ji Îsa kir, ku tʼevî wî xwarinê bixwe. Ew jî çû mala wî fêrisîyî, ser sifrê rʼûnişt. 37 Û wî bajarîda kʼulfeteke çʼeʼvder hebû. Gava wê bihîst ku Ew mala fêrisîda ser sifrê rʼûniştîye, derdaneke alabastirêyî rʼûnê bînxweş anî, 38 piştêva ber nigêd Wî sekinî girîya, bi hêsirêd xwe nigêd Wî şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin. Paşê nigêd Wî rʼamûsan, bi rʼûnê bînxweş jî rʼûn kirin. 39 Gava wî fêrisîyê ku ew tʼeglîf kiribû ev yek dît, dilê xweda got: «Heger Eva pʼêxember bûya, wê bizanibûya ku kʼî ye û yeke çawa ye destê xwe daye Wî», çimkî yeke çʼeʼvder bû. 40 Îsa wîrʼa got: «Şimhʼûn, Ez dixwazim tiştekî terʼa bêjim». Ewî jî got: «Kʼerem ke bêje, dersdar». Îsa got: 41 «Du deyndarêd yekî hebûn, yek pênsid zîvî deyndarê wî bû, yek jî pêncî. 42 Lê çimkî tiştekî wan tʼunebû ku deynê xwe bidana, ewî baxşande her duya jî. Niha ji wan her duya kʼîjanê gelekî wî hʼiz bike?» 43 Şimhʼûn lê vegerʼand û gotê: «Tʼexmîna min ewê ku gelek jêrʼa hate baxşandinê». Îsa wîrʼa got: «Te rʼast tê derxist». 44 Û ser kʼulfetêda vegerʼîya, Şimhʼûnrʼa got: «Vê kʼulfetê tu dibînî? Ez hatime mala te, bona nigêd Min te av neda, lê evê bi hêsirêd xwe nigêd Min şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin. 45 Te rʼamûsanek neda Min, lê ji hingêva ku Ez hatime vir, evê dest ji rʼamûsana nigêd Min nekʼişandîye. 46 Te serê Min rʼûn nekir, lê evê bi rʼûnê bînxweş nigêd Min rʼûn kirin. 47 Bona vê yekê Ez terʼa dibêjim, gunêd vê ku gelek bûn hatine baxşandinê, lema evê gelek hʼiz kir. Çimkî kʼêrʼa gelek têne baxşandinê, gelek jî hʼiz dike. Lê kʼêrʼa hindik têne baxşandinê, ew hindikî hʼiz dike». 48 Û wêrʼa got: «Gunêd te hatine baxşandinê». 49 Hingê ewêd ku tʼevî Wî ser sifrê rʼûniştibûn nav xweda digotin: «Eva kʼî ye, hʼeta ku guna jî dibaxşîne?» 50 Û Îsa wê kʼulfetêrʼa got: «Bawerîya te tu xilaz kirî. Bi xêr û silamet herʼe». |
© Институт перевода Библии, 2000, 2011
Institute for Bible Translation, Russia