Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Lûqa 20 - Peymana Nû (Încîl)


Pirsa derheqa hʼukumê Îsada
( Metta 21:23-27 ; Marqos 11:27-33 )

1 Û rʼojeke ji wan rʼojada, gava Ewî pʼaristgehêda xelq hîn dikir û Mizgînî dida, serekêd kʼahîna û qanûnzan tʼevî rʼûspîya hatine cem Wî

2 û gotin: «Bêje me, Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Kʼê ev hʼukum daye Te?»

3 Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez jî tiştekî ji we bipirsim û hûn Minrʼa bêjin:

4 Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji eʼzmên bû yan ji meriva?»

5 Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›

6 Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, tʼemamîya cimeʼtê wê me bide ber kevira, çimkî ew eʼseyî bawer dikin, ku Yûhʼenna pʼêxember bû».

7 Wana caba Wî da û gotin: «Em nizanin ji kʼu bû».

8 Îsa wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim, ku bi çi hʼukumî van kira dikim».


Mesela rʼezê tirîya û rʼezvana
( Metta 21:33-46 ; Marqos 12:1-12 )

9 Û Îsa destpêkir ev mesele cimeʼtêrʼa got: «Merivekî rʼezê tirîya danî û ew bi kʼirê da rʼezvana, wextekî dirêj çû welatekî din.

10 Û wextda xulamek şande cem rʼezvana, wekî ji wî rʼezî berê pʼara wî wîrʼa bişînin, lê rʼezvana xulamê wî kʼuta û destvala verʼêkirin.

11 Axê xulamekî din jî şand, wana ew jî kʼuta, ew rʼobet kirin û destvala verʼêkirin.

12 Yê sisîya jî şand, vana eva jî birîndar kir û ji rʼez derxistin.

13 Xweyê rʼez got: ‹Ez çi bikim? Kurʼê xweyî delal bişînim, hilbet wê ji wî şerm bikin›.

14 Lê gava rʼezvan çʼeʼv wî kʼetin, li hev şêwirîn û gotin: ‹Ev warê wî ye! Werin em wî bikujin, ku mîratʼa wî merʼa bimîne›.

15 Û ew ji rʼez derxistine der û kuştin. Awa xweyê rʼez wê çi bîne serê wan?

16 Ne ewê bê qirʼa wan rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din». Gava ev yek bihîstin, gotin: «Xwedê neke».

17 Û Îsa li wan nihêrʼî û got: «Lê ew çi ye, ku nivîsar e? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê›.

18 Her kesê ku bikʼeve ser wî kevirî, wê hûrdexweşî be û ew kevir bikʼeve ser kʼê, wê wî bihʼincirʼîne».

19 Serekêd kʼahîna û qanûnzana wê demê kirin ku Wî bigirin, çimkî feʼm kirin, ku Ewî ev mesele anî ser wan, lê ji cimeʼtê tirsîyan.


Pirsa xercdayîn û nedayînê
( Metta 22:15-22 ; Marqos 12:13-17 )

20 Û çʼeʼvêd wan li Îsa bûn, çend merivêd ceʼsûs şandin, ku bi durʼûtî xwe dewsa rʼasta danîbûn, wekî Wî bi xebera bigirin û bidine destê hʼukumetê û dîwana welî.

21 Wana ji Wî pirsî û gotinê: «Dersdar, em zanin ku Tu rʼast xeber didî û hîn dikî, nav merivada firqîyê jî danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî.

22 Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na?»

23 Ewî ku fêlbazîya wan zanibû wanarʼa got:

24 «Zîvekî nîşanî Min kin. Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye ser?»

25 Wana got: «Yêd Qeyser in». Ewî wanrʼa got: «Wekî usa ye, çi ku yêd Qeyser in, bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê».

26 Û nikaribûn ber cimeʼtê nava xebera Wîda Ew bigirtana, ser cabdayîna Wî zendegirtî dengê xwe birʼîn.


Pirsa rʼabûna mirîya
( Metta 22:23-33 ; Marqos 12:18-27 )

27 Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, hineke ji wan hatine cem Wî ji Wî pirsîn û gotin:

28 «Dersdar, Mûsa merʼa nivîsîye: ‹Heger birê yekî bizewice û bêzurʼet bimire, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›.

29 Awa hʼeft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzurʼet mir.

30 Peyrʼa yê duda

31 û paşê yê sisîya ew jin stand, heyneser wan her hʼefta jî ew jin stand û zarʼ pey wan nekʼetin, mirin.

32 Pey gişkarʼa ew kʼulfeta jî mir.

33 De îjar wê Rʼoja Rʼabûna mirîya ew kʼulfetê bibe jina kʼîjanî? Çimkî her hʼefta jî ew standibû».

34 Îsa li wan vegerʼand û got: «Merivê vê dinê dizewicin û mêr dikin.

35 Lê ewêd ku hêjayî wê dinê bin û bigihîjine rʼabûna mirîya, ne wê bizewicin û ne jî mêr kin.

36 Ewê îdî nikaribin bimirin, ew weke milyakʼeta ne. Ew zarʼêd Xwedê ne, çimkî pʼara rʼabûna mirîya ne.

37 Lê bona rʼabûna mirîya, Mûsa jî daye kʼifşê. Ew serhatîya dara dirʼîyêda bona Xudan dibêje: ‹Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq, Xwedêyê Aqûb›.

38 Awa Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê yê zêndîya ye, çimkî bona Wî hʼemû jî sax in».

39 Ji qanûnzana hineka lê vegerʼand û gotinê: «Dersdar, Te qenc got».

40 Û îdî kesekî newêribû ku tiştekî jî ji Wî bipirse.


Mesîh kurʼê kʼê ye?
( Metta 22:41-46 ; Marqos 12:35-37 )

41 Û Îsa wanarʼa got: «Çawa dibêjin ku Mesîh kurʼê Dawid e?

42 Dawid xwexa kʼitêba Zebûrada dibêje: ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê,

43 hʼeta ku dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.

44 Awa heger Dawid Wî ‹Xudan› hʼesab dike, îdî Ew çawa dibe kurʼê Dawid?»


Hʼevza xwe ji qanûnzana bikin
( Metta 23:1-36 ; Marqos 12:38-40 ; Lûqa 11:37-54 )

45 Hê tʼemamîya cimeʼtê guhdarî dikir, Ewî şagirtêd Xwerʼa got:

46 «Hʼevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hʼiz dikin bi çuxêd dirêj bigerʼin, bazarada silavê bidine wan, kʼinîştada kʼursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin rʼûnên.

47 Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».

© Институт перевода Библии, 2000, 2011

Institute for Bible Translation, Russia
Lean sinn:



Sanasan